www.amude.com
   www.amude.com - rojnamevaniya bi kurdî   Deutsch


navête@amude.com

nav  
şifre  
» fermo emailekê çêke

Malpera Amûdê

» bike rûpela destpêkê
» bixîne favorîtên xwe

lêgerîn


kulîlka hefteyê


 
11.10.2004 - 00:29 [ 1264 caran hatiye xwendin ] [ çap bike ]
----------------------------------------------------------------------------------

Sê sal zindan bo Mesud Hamid

amude.com

ŞAM (amude.com) - Xwendekarê kurd Mesud Hamid bo sê sal zindan ji aliyê Dadgeha Ewlekariyê ya Bilind li Şamê hate dadgehkirin. Dadgehê pêşî 5 sal li Hamid birîbûn, lê piştre daxist sê salan. Wek hemû Kurdên ku têne pêşiya vê dadgehê, Mesud Hamid jî bi "hewildana perçekirina perçeyekî ji Suriyê bo welatekî biyanî ve" û herweha "endametiya rêxistineke qedexe". Mesud Hamid xwendekarê rojnamevaniyê ye. Ew di 24.07.2003ê de li Zanîngeha Şamê hate girtin, piştî ku wî wêneyên xwepêşandaneke zarokên Kurdan di malperên Kurdan de belav kiribûn. Hamid di rojên dawî de, ji bo protestokirina rewşa xwe ya di zindanê de, ketibû gireva birçîbûnê.
 
www.amude.com -  © 2000-2004 amude.com [ info@amude.com ]
destpêk | start: 26.09.2000