|
|
14.02.2006 - 21:46
|
[ 1761 caran hatiye xwendin ]
[ çap bike ]
|
----------------------------------------------------------------------------------
TISHK tv: Kanaleke televizyonê ya kurdî ya nû
amude.com
DORTMUND (amude.com) - Partiya Demoqrat a Kurdistanê - Îran ragihand ku ji 15ê vê û pê ve wê kanaleke televizyonê ya kurdî ya nû dest bi weşana xwe ya testê bike. Navê kanala nû "TISHK tv" e. Ji bo temaşekirina vê kanalê, gerek e di satalaytê de ev agahî bêne sazkirin: Hotbird-4
frequenz: 12692 MHz, polarization: Horizontal, symbol Rate: 27500, FEC: 3/4. Bi "TISHK tv" hejmara kanalên televizyonê yên ezmanî yên kurdî dibe heft. Hemî kanalên heyî yên partiyên siyasî ne û xebata wan bêtir propagandaya siyasî ya hizbî ye. Kanala "Rojhelat Tv" a partiya Komele hîn di dema weşana testê de ye û ne diyar e bê xebata wê dê bi çi şêweyî be.
|
|
|
|
|
|