www.amude.com
   www.amude.com - rojnamevaniya bi kurdî   Deutsch


navête@amude.com

nav  
şifre  
» fermo emailekê çêke

Malpera Amûdê

» bike rûpela destpêkê
» bixîne favorîtên xwe

lêgerîn


kulîlka hefteyê


 
12.02.2006 - 03:30 [ 1783 caran hatiye xwendin ] [ çap bike ]
----------------------------------------------------------------------------------

Ji bo penaberê kurd Fehîm Şêxo çalakiyên protestoyê

amude.com

OLDENBURG (amude.com) - Hikumeta wîlayeta Niedersachsen a elmanî dixwaze penaberê kurd Fehîm Şêxo vegerîne Suriyê. Doza Şêxo ya mafê penaberiyê nehat pejirandin. Ew niha di zindana "JVA" a bajarê Hannover de ye, ku wekî zindana penaberên ku hikumet dixwaze wan bişîne welatên wan, tê naskirin. Dost û nasên Şêxo yên kurd û elman dê roja sêşema bê, seet 11.00, li bajarê Oldenburgê, Schlossplatz, li dijî biryara hikumetê ya şandina Şêxo bo Suriyê xwenîşandaneke protestoyê li dar xin. Herweha ev çend roj in ku pênc Kurd li bajarê Westerstede ji bo heman sedemê ketine greveke birçîbûnê. Ji bo têkiliyan: tel: 01736395929, 01623125606 û 01624559206.

Rêxistinên mafên mirovan li dijî vegerandina Kurdan bo Suriyê protesto dikin. Ew diyar dikin ku li Suriyê "Kurd têne çaewisandin" û yên ku li welatekî din doza mafê penaberiyê kiribe, "jiyana wî di xeterê de ye".

Hêjayî gotinê ye, ku di salên dawiyê de, piştî ku hikumeta elmanî hin penaberên kurd şandin Suriyê, ew li Suriyê hatin zindankirin û işkencekirin.
 
www.amude.com -  © 2000-2004 amude.com [ info@amude.com ]
destpêk | start: 26.09.2000