www.amude.com
   www.amude.com - rojnamevaniya bi kurdî   Deutsch


navête@amude.com

nav  
şifre  
» fermo emailekê çêke

Malpera Amûdê

» bike rûpela destpêkê
» bixîne favorîtên xwe

lêgerîn


kulîlka hefteyê


 
17.01.2006 - 09:47 [ 1749 caran hatiye xwendin ] [ çap bike ]
----------------------------------------------------------------------------------

Yekkirina herdu hikumetên Kurdistana Iraqê şemiya bê di civîneke parlamentê ya awarte de

amude.com

HEWLÊR (pna/amude.com) - Civîna parlamenta Kurdistana Iraqê ya awarte, ku gerek sibe pêjk hatiba, ji ber sedemine nediyar sê rojan hate bipaşxistin. Gerek endamên parlamentê şemiya bê di civîneke awarte de li hev kom bibin, da ku lihevhatina derbarey yekkirina herdu îdareyên hikumeta herêma Kurdistanê guftûgo bikin. Rawêjkarê ragihandinê yê parlamentê Tariq Cewher Sarmemî diyar kir, ku serokê Iraqê Celal Talabanî, serokê Kurdistana Iraqê Mesud Barzanî û herweha hemî serokên patiyên kurdî dê beşdarî vê civînê bibin. Di 07.01.2006ê de, Partiya Demoqrat a Kurdistana Iraqê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li ser yekkirina hikumetên li Hewlêr û Silêmaniyê li hev kir.

Li gorî lihevhatina herdu partiyan, gerek PDK wezaretên darayî, Pêşmerge, xwendina bilind, çandinî, Şehîdan, çandê, hatinên sirûştî, kehreba, şaredariyan, werziş û ciwan û wezareta herêmê bo karûbarên derve bi dest bixe. YNKê dê ji aliyê xwe ve wezaretên hundirîn, dadê, perwerde, tenduristî, pirsgirêkên civakî, hatinên avê, guhestin û gihandin, avakirin, textît, ewqaf û mafên mirovan bi dest bixe. Hin wezaretên dî dê biçin ji partiyên kurdî yên dî re, mîna Yekîtiya Islamî ya Kurdistanî, Partiya Komunîstan a Kurdistanê, Hevgirtina Niştimanî ya Turkmanî, Grûpa Islamî û Kilda û Aşurî.

Herweha li gorî lihevkirina herdu partiyan, gerek Nêçîrvan Barzanî (PDK) ta sala 2007ê bibe serokwezîrê hikumeta yekbûyî û endamekî YNKê dê bibe serokê parlamentê. Di sala 2007ê de, gerek li Kurdistana Iraqê hilbijartinên parlamentê pêk bên û hikumeta nû li gorî encamên hilbijartinan pêk bê. Û eger hilbijartin pêk neyên, serokwezîr û serokê parlamenê dê bêne guhertin. Êdî endamekî YNKê dê bibe serokwezîr û yekî PDKê dê serokatiya parlamentê bi dest bixe.
 
www.amude.com -  © 2000-2004 amude.com [ info@amude.com ]
destpêk | start: 26.09.2000