|
|
09.01.2006 - 21:30
|
[ 1723 caran hatiye xwendin ]
[ çap bike ]
|
----------------------------------------------------------------------------------
Li Elmanyayê Kurdek ji ber «endametiya Ensar el-Islam» tê dadgehkirin
amude.com
 Luqman Mihemed | MÜNCHEN (dpa/amude.com) - Di yekemîn dadgehkirina ji bo endametiya grûpeke terorîstyane li Elmanyayê de, dozgerê federal ê elmanî heft sal zindan ji bo Kurdê bi navê Luqman Mihemed (31) xwest. Dozger eşkere kir, ku hatiye teqezkirin ku Mihemed endamê rêxistina kurdî ya islamî Ensar el-Islam e û wî şeş caran biyanî bi qaçaxî derbasî Elmanyayê kirine û belge sexte kirine. Dozger herweha ragihand ku Luqman Mihemed di tevna Ensar el-Islam a ewropî de xebitiye.
Luqman Mihemed tê gunehkarkirin ku wî di warên aborî û locistîkî alîkariya vê rêxistinê kiriye û wekî qaçaxçî kar kiriye. Ensar el-Islam ji bo bi dehan êrîşên terorîstyane li dijî dezgehên rojavayî û herweha kuştina hejmareke mezin ji Kurdan li Kurdistana Iraqê wekî berpirsyar tê dîtin. Gerek dadgeh roja pêncşema biryara xwe ya derbarey doza Luqman Mihemed bide.
Luqman Mihemed ji Kurdistana Iraqê ye û li Elmanyayê doza mafê penaberiyê kiribû, lê doza wî nehatibû pejirandin.
|
|
|
|
|
|