www.amude.com
   www.amude.com - rojnamevaniya bi kurdî   Deutsch


navête@amude.com

nav  
şifre  
» fermo emailekê çêke

Malpera Amûdê

» bike rûpela destpêkê
» bixîne favorîtên xwe

lêgerîn


kulîlka hefteyê


 
08.12.2005 - 21:05 [ 1739 caran hatiye xwendin ] [ çap bike ]
----------------------------------------------------------------------------------

Li Elmanyayê bilêtên tirênan bûhatir dibin

amude.com


BERLÎN (dpa/amude.com) - Li Elmanyayê çûn û hatina bi tirênan dê bûha bibe. Yekşema bê, şirketa tirênan "Deutsche Bahn" dê programên xwe biguherîne û pê re jî bilêtan. Malpera Amûdê guhertinên nû li vê derê diweşîne:

- Bilêtên tirênên xurt (klasa duyem) dê bi 2,9% bûhatir bibin, ên din bi 2,6%.

- Bilêtên mehane dê bi 2,2% bûhatir bibin. Kertên heftane dê bi 2,9% bûhatir bibin.

- Xwediyên "Bahncard"an dê êdî nema karibin kesekî bi nîvê qîmeta bilêtê bi xwe re bibin. Lê ewê ji niha û pê ve bikaribin di hundirê 86 bajaran de bi bilêta xwe ya tirênê bigihên devera ku ew dixwazin biçinê.

- Bahncard (50%, klasa duyem) dê bûhatir bibe û bibe bi 206 Euro (ta niha bi 200 Euro bû). Bûhayê Bahncarda 25% dê bibe 51,30 Euro (ta niha bi 50 Euro bû). Bahncard 100 (kerta salê ji bo hemî tirênan) dê bibe bi 3300 Euro (ta niha: 3250 Euro).

- Kertên wîlayetan ên ji bo ta bi 5 kesan dimînin, lê ji niha û pê ve, ew dikarin dawiya hefteyê jî bêne bikaranîn. Li hîn wîlayetan, ev kert dê bi 1-2 Euro bûhatir bibin. Kerta dawiya hefteyê (Schönes-Wochenende-Tickets) wek berê dimîne: 30 Euro di automatan an internêtê de.

- Bahncarda ji bo ciwanan (10 Euro): Ciwanên ta 19 salî dê bikaribin bi vê kertê bilêtan bi 25% erzantir bistînin.
 
www.amude.com -  © 2000-2004 amude.com [ info@amude.com ]
destpêk | start: 26.09.2000