www.amude.com
   www.amude.com - rojnamevaniya bi kurdî   Deutsch


navête@amude.com

nav  
şifre  
» fermo emailekê çêke

Malpera Amûdê

» bike rûpela destpêkê
» bixîne favorîtên xwe

lêgerîn


kulîlka hefteyê


 
30.09.2004 - 12:32 [ 1273 caran hatiye xwendin ] [ çap bike ]
----------------------------------------------------------------------------------

Barzanî: Beşdarbûna terorîstan di konferanseke derbarî Iraqê de nayê qebulkirin

amude.com

DUBAI (afp/amude.com) - Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê Mesud Barzanî pêşniyaza Fransayê, ku daxwaza beşdarbûna "oposîsyona çekdar" a Iraqê di konferanseke navneteweyî derbarê pirsa Iraqê de dike, nepejirand û ew mîna "tiştekî nayê qebulkirin" bi nav kir. Barzanî diyar kir, ku "helwesta Fransayê tê wateya xistina tiliyên xwe de pirsên Iraqê yên hundirîn û ev yek bi her awayê nayê qebulkirin." Emerîka pêşniyaz kiribû, ku berî hilbijartinên serokatiyê yên eremerîkî konferanseke navneteweyî derbarê pirsa Iraqê li welatekî Rojhilata Navîn li dar keve. Mesud Barzanî eşkere kir, ku helwesta Fransayê "mirovî ecêbmayî dike, bê çawa dewleteke mezin dixwaze ku nûnerên oposîsyona çekdarî, anku nûnerên terorîstan, beşdarî konferansê bibin."
 
www.amude.com -  © 2000-2004 amude.com [ info@amude.com ]
destpêk | start: 26.09.2000