www.amude.com
   www.amude.com - rojnamevaniya bi kurdî   Deutsch


navête@amude.com

nav  
şifre  
» fermo emailekê çêke

Malpera Amûdê

» bike rûpela destpêkê
» bixîne favorîtên xwe

lêgerîn


kulîlka hefteyê


 
28.10.2005 - 12:08 [ 1267 caran hatiye xwendin ] [ çap bike ]
----------------------------------------------------------------------------------

Goriyek din ji yên rêjîma Suriyê:
Dîsa Kurdek ji karê wî hate dûrxistin


amude.com


Enwer Naso
AMÛDÊ (amude.com) – Ji ber ku wî rexne li rêjîma Suriyê û siyaseta wê û herweha li parêzegerê Hisiça û biryarên wî kiribû, helbestvan û hunermendê kurd Enwer (“Dijwar”) Naso (43) ji karê xwe hate dûrxistin. Ew ji ciyê karê xwe li dezgeha çandiniyê li Amûdê hate veguhestin bo Sifeya nêzîkî bajarê Hisiça, dora 70 km dûrî Amûdê. Di dema dawî de, komek ji rewşenbîrên kurd li parêzgeha Hisiçayê ji ber helwestên wan ji karên wan hatin dûrxistin û veguhestin bo bajarine dî.

Di 30.09.2005ê de, çend wezîrên hikumeta Suriyê ligel Komîteya Pêşxistinê ya Neteweyên Yekbûyî li bajarê Amûdê li Kurdistana Suriyê ji bo guhdarkirina li nerînên Amûdiyan civînek li dar xistibû. Parêzerê Hisiçayê Mihemed el-Nimur jî amade bû. Neteweyên Yekbûyî dixwaze bi hevkariya hikumeta Suriyê herêma rojhilatî Suriyê, ku beşek mezin ji Kurdistana Suriyê de di nav de ye, bi pêş xîne. Ji ber vê yekê, wê şandek şande Suriyê, da ku li gund û bajarên paşdemayî û piştguhkirî bigerin.

“Ji aliyê Beesiyan ve tê bifrêvebirin”

Di vê civî de, komek ji kesan nerînên xwe gihandin civatê. Yek ji wan kesan Enwer Naso bû. Di axavtina xwe de, Naso bal kişand ser rewşa bajarên kurdî. Wî diyar kir, ku “bêyî pêşxistina mirovan, pêşxistina herêmê çênabe”. Wî behsa bêtirî 250 hezar Kurdên bê nasname kir û zehmetiyên ku ew dikişînin anîn ziman. Herweha wî behsa biryara parêzgerê Hisiçayê Mihemed el-Nimur kir, ku zarokên kurd ên “mektum” gerek erêkirina ji dezgehên ewlekariyê bistînin, ta ku bikaribin bikevin dibistanê. Bi destpêka sala dibistanê ya nû ev biryar derket. Berê muxtar erêkirin dida zarokên “mektum”, ku li gorî qanuna rêjîma Suriyê ew “nenaskirî” ne. Naso herweha eşkere ku ji bo pêşxistina herêman bi ser keve, gerek “yekîtî û lihevhatina niştimanî yên rast û herweha vekirinek siyasî li Suriyê pêk werin”. Helbestvanê kurd herweha rexne kir, ku komîteya Neteweyên Yekbûyî “ji aliyê Beesiyan ve tê bifrêvebirin”.

Berpirsê dezgeha çandiniyê Enwer Naso agahdar kir, ku bi fermana parêzger ew hatiye veguhestin bo dezgeha li Sifeyayê. Ev biryar veşartî ye û xwediyê meselê nikare wê bi dest xîne. Naso, ku bavê du keçikan e, diyar dike ku parêzger biryarên xwe dixe pirwaza “berjewendiya giştî”, da ku ne wekî helwesteke siyasî bête dîtin.

”Dixwazin devên xelkê bigirin”

Naso eşkere dike, ku veguhestina wî bo karekî dûrî bajarê wî jê re gelek zehmetiyan tîne. Ji niha û pê ve gerek ew seet 6 ji malê derkeve, da ku bikaribe bigihê karê xwe. Çûn û hatina ji Amûdê ta Sifeya jî jê re dibe barek giran. Ew dibêje: “Rojê bi kêmanî 70 wereqe ji bo çûn û hatinê diçin. Ev ji bo min û malbata min gelekî dijwar e.”

Berî demekê, nivîskar Xalid Mihemed û helbestvan û rojnamevan Ibrahîm Yûsiv jî ji karên wan li bajarên wan hatin dûrxistin û veguhestin bo karine dûrtir. Helbestvan Enwer Naso, ku yek ji endamên Koma Orkêş e, diyar dike ku bi van biryaran, rêjîma Suriyê dixwaze “devên xelkê bigirin, da ku kesek neaxive”.
 
www.amude.com -  © 2000-2004 amude.com [ info@amude.com ]
destpêk | start: 26.09.2000