|
|
|
27.09.2004 - 01:22
|
[ 1262 caran hatiye xwendin ]
[ çap bike ]
|
----------------------------------------------------------------------------------
Li Swêdê kongreya rewşenbîran û festîvaleke çandî
amude.com
SANDVÎKEN (amude.com) - Ji 8 ta 10ê meha bê, li bajarê Sandvîken li Swêdê dê kongreya damezirandinê ya "Yekîtiya Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê" li dar keve. Di heman demê de, Inîsyatîva Rewşenbîran û Komeleya Kurdên Sandvîkenê dê festîvaleke çandî pêk werînin. Derbarê vê yekê, amadekaran nameyeke vekirî belav kiriye û ji MALPERA AMÛDÊ re hatiye şandin. Em wê li vê derê diweşînin:
------------------
NAMEYEK VEKIRÎ JI INSIYATÎVA REWŞENBÎRÊN KURD Û KOMELEYA KURDÊN SANDIVIKENÊ BO KURDÊN SWÊDÊ
Em bi kêfxweşî û dilgermî hemî dezgeh, komele û saziyên çandî û civakî, nûnerên partiyên siyasî yên kurdistanî û televizyonên kurdan KTV, KURDSAT, ROJ TV û radyoyên kurdan ên li Swêdê û hemî welatparêzên kurd vexwendî destpêkirina çalakiyên kongreya yekemîn a damezirandina Yekîtiya Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê û çalakiyên Festîvala Sandvîkenê dikin.
Em bi beşdarî û piştgiriya we serbilind in.
- Festîvala Sandvîken: 8-10.10.2004
- Bername: www.tirej.net/helbestan/12adar.htm
- Kongreya rewşenbîran: 08.10.2004, kat: 10.00
Bo têkiliyan: insiyativaadare@hotmail.com
Komîteya Birêvebir a Inîsyatîva Rewşenbîrên Kurd
Komeleya Kurdên Sandvîkenê
|
|
|
|
|
|