|
|
|
05.08.2005 - 15:32
|
[ 1265 caran hatiye xwendin ]
[ çap bike ]
|
----------------------------------------------------------------------------------
Rêxistina Derve ya Partiya Yekîtî: Herin hawara gelê Kurdistana Îranê!
amude.com
DORTMUND (amude.com) - Rêxistina Derve ya Partiya Yekîtî ya Kurd li Suriyê êrîşên li dijî Kurdên li Kurdistana Îranê protesto dike û bangî raya giştî ya cihanî û kurdistanî dike, ku "bi lez herin hawara xelkên sîvîl û bi her hawî hewil bidin, da vê êrîşa hovane ya Komara Islamî ya Îranê li ser gelê Kurdistana Rohilat riswa bikin û rawestînin". Malpera Amûdê tevaya daxuyaniyê diweşîne:
* * *
Daxuyanî
Ji çaxê bidestxistina desthilatê ve, 1979 an û ta roja îro, rêjîma olî ya li Îranê nefsa tektîk û straticiya þovenî ya dema þahînþahî li hemberî pirsa netewî ya kurd birêve dibe. Ev yek bûye sedema paþketina Kurdistana Rohilat di hemû warên aborî, civakî, meruvatî û demikratî de. Çavsoriya pazdaran û esayiþên komara islamî ya îran bûye nîrekî giran liser jiyana xelkên me û roj bi roj dijwartir dibe.
Hemberî vê çavsoriya bêhempa û kuþtina ciwanên kurd li Mahabadê, gelê kurd, li hemû bajar û gundên Kurdistana Rohilat, van rojan, serî hildaye û bi þêweyên aþitî û demokratîk protesta xwe berdewam dike. Ta niha gelek ciwanên kurd bûne goriya gulleyên pazdar û polîs ên rêjîmê, bi sedan hatine birîndarkirin û bi hezaran hatine girtin û di zindanan de têne iskencekirin.
Cemawerên Kurdistanê li hemberî çewisandin û bindestiyê serî hildidin, nasnameya xwe diparêzin, bê tirs doza maf ên xwe yên rawa dikin û yekîtiya xwe ya netewî diçespînin. Ev yek qunaxeke nuh di dîroka gelên Kurdistana Rohilat de vedike û erkekî mezin dixe ser milên hêzên siyasî û enîyeke netewî ya hevbeþ û xwedî programeke giþtî ya hemdem ji wan dixwaze.
Di vê rewþa aloz, dijwar û nazik de, em banga rayagiþtî ya cihanî û kurdistanî dikin ko, bi lez herin hawara xelkên sivîl û bi her hawî hewil bidin da vê êrîþa hovane ya Komara Islamî ya îranê li ser gelê Kurdistana Rohilat riswa bikin û rawestînin.
Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûriyê
Rêxistina Derve
2005-08-03
|
|
|
|
|
|