|
|
|
17.04.2005 - 15:29
|
[ 1270 caran hatiye xwendin ]
[ çap bike ]
|
----------------------------------------------------------------------------------
Piştî hilbijartina Talabanî wekî serokê Iraqê: Alîgerên YNKê û PDKê êrîşî hev kirin
amude.com
DORTMUND (amude.com) - Piştî hilbijartina Celal Talabanî ji bo serokatiya Iraqê, li hin deverên Kurdistanê pevçûn di navbera hêzên PDK û YNKê de pêk hatin. Rojnameya "Hawlatî" di nûçeyeke xwe de radigihîne ku li Hewlêrê alîgerên herdu partiyan ser qehrê hevdu wêneyên Celal Talabanî û Mesud Barzanî û herweha alên herdu partiyan bilind kirin. Hawlatî dibêje ku ji aliyê hin kesên ku xwe kiribûn hêzên ewlekariyê ve, wêneyên Talabanî hatin çirandin û herweha hin alîgerên YNKê lêdan xwarin.
Ew herweha radigihîne ku YNKê roja 8ê mehê li gundê Asîhî (bajarê Sêmil) ahengek li dar xist û alîgerên PDKê bi alên zer ên Partiyê çûn wê ahengê û ew ji aliyê alîgerên YNKê ve hatin êrîşkirin. Alîgerên PDKê piştre derketin û nêzîkî Sêmilê hacizek çêkir, lê ew ji aliyê hêzên ewlekariyê yên PDKê ve hain rawestandin.
Di nûçeya Hawlatî de herweha hatiye nivîsandin, ku di 9ê mehê de, 500 Pêşmergeyên hêzên Zawîte yên PDKê Sêmil dorpêç kir û di navenda YNKê de hejmarek ji endamên wê girtin.
Di heman rojê de, weha Hawlatî, li Soran alîgerên herdu partiyan wêneyên serokên xwe hildidan û bi keviran êrîşî hev kirin.
Hawlatî rojnameyeke hefteyî ye ku li Silêmaniyê derdikeve. Ew yek ji giringtirîn rojnameyên Kurdistana Iraqê ye ku bi ragihandina xwe ya bêalî hatiye naskirin.
|
|
|
|
|
|