|
|
|
04.03.2005 - 22:11
|
[ 1268 caran hatiye xwendin ]
[ çap bike ]
|
----------------------------------------------------------------------------------
George Bush: Divê Surî ta gulanê ji Libnanê derketibe!
amude.com
 George W. Bush | WASHINGTON (dpa/amude.com) - George Bush piştrast kir, ku li ser vekişandina Suriyê ji Libnanê "bazar nayê kirin." Bush di hevpeyvînekê de ligel rojnameya "New York Post" diyar kir ku divê Suriyê ta gulanê leşker û dezgehên xwe yên istixbaratan ji Libnanê derxîne, da ku li Libnanê hilbijartinên azad pêk bên. Wî got: "Ez bawer nakim ku hilbijartinên dadmend pêk werin, ger leşkerên surî amade bin." Wezîrê Derve yê brîtanî Jack Straw ji aliyê xwe ve eşkere kir ku mayina leşkerên Suriyê di Libnanê de dê bibe sedema boykotkirina wê ji aliyê cîhana navneteweyî ve. Hikumeta Rusyayê jî, ku wekî hevalbenda Suriyê tê naskirin, ji Suriyê xwest ku ji Libnanê derkeve.
|
|
|
|
|
|