www.amude.com
   www.amude.com - rojnamevaniya bi kurdî   Deutsch


navête@amude.com

nav  
şifre  
» fermo emailekê çêke

Malpera Amûdê

» bike rûpela destpêkê
» bixîne favorîtên xwe

lêgerîn


kulîlka hefteyê


 
05.12.2004 - 21:34 [ 4725 caran hatiye xwendin ] [ çap bike ]
----------------------------------------------------------------------------------

DEHAP piştgiriya terorîstên Felluceyê dike

amud.com

STENBOL (amude.com) - Li jêr dirûşma "Li ber xwe bide Filistîn, li ber xwe bide Felluce; em bi we re ne; ji emperyalîzam Emerîkayê re na", çend partî û rêxistinên tirk îroj li Stenbolê çalakiyeke protestoyê li dijî Emerîka û ji bo piştgiriya Filestîn û terorîstên Felluce li dar xist. Partiya Kurdan DEHAP jî di nav wan de bû. Di vê çalakiyê de, ku dirûşmên mîna "Felluce, Xaza ji berxwedanê re hezar silav", "Felluce dê ji Emerîkayê re bibe gor", "Bijî bijî serhildan serokê me Ocalan" û "Emerîkaya kujer ji Rojhilata Navîn derkeve" hatin bilindkirin û gotin. Herweha ji bo terorîstên ku li Felluceyê hatin kuştin, rêzgirtin hate diyarkirin. Hêjayî gotinê ye, ku ew terorîstên ku li Felluceyê û hin deverên Iraqê yên din bi çalakiyên terorîstyane li dijî gelê Iraqê radibin, li Kurdistanê jî bi van kiryarên xwe yên terorîstyane êrîşan li dijî Kurdan pêk tînin û bûn sedema kuştina bi dehan ji Kurdan. Herweha wan carekê sê xwendekarên kurd ên sîvîl serjêkirin. DEHAP partiyeke kurdî ya legal e. Li Kurdistana Tirkiyê, wê di hilbijartinan de gelek beledî bi dest xistine. Ew li Tirkiyê û Kurdistanê siyaseta Ebdelah Ocalan dimeşîne. Di dema dawî de, Tirk gelekî êrîşî Emerîkiyan dikin û bi çalakiyên protestoyê radibin.
 
www.amude.com -  © 2000-2004 amude.com [ info@amude.com ]
destpêk | start: 26.09.2000