|
|
|
08.10.2009 - 18:08
|
[ 1768 caran hatiye xwendin ]
[ çap bike ]
|
----------------------------------------------------------------------------------
Yekîtiya Ewropa dawiya vê mehê ligel Suriyê peymaneke hevkariyê imze dike
amude.com
 Yekîtiya Ewropa dixwaze peywendiyên xwe bi Suriyê re xurt bike. | BRÛKSEL (afp/amude.com) - Piştî salên dirêj ji hewildanan Yekîtiya Ewropa wê dawiya vê mehê ligel Suriyê peymaneke hevrakiyê imze bike. Îroj ji derûdorên dîplomatan hate ragihandin ku nûnerên dewletên Yekîtiya Ewropayê li ser vê yekê li hev kiriye. Ji ber rexneyên dijwar li dijî rewşa mafên mirovan li Suriyê imzekirina vê peymanê bi salan dirêj kir. Gerek ew di 26ê vê mehê de li Luksemburgê bê imzekirin.
Bi taybetî Holanda li dijî imzekirina peymanê nû, çimkî ew ji binpêkirina mafên mirovan li Suriyê ne razî bû. Dewleta Swêdê wek seroka Encumena Ewropayê pêşniyaz kiriye ku li peymana hevkariyê daxuyaniyek din a dewletên Yekîtiya Ewropayê bê zêdekirin, ku tê de Yekîtiya Ewropa maf dide xwe ku peymanê rawestîne eger mafên mirovan bên binpêkirin. Vê yekê hiştiye ku Hollanda dawî li vêtoya xwe bîne û imzekirina peymanê bipejirîne. Hîn ne diyar e bê helwesta Suriyê çi ye.
|
|
|
|
|
|