|
|
|
14.11.2006 - 21:34
|
[ 1646 caran hatiye xwendin ]
[ çap bike ]
|
----------------------------------------------------------------------------------
Zubêr Yûsiv: Tabloya min dizîne!
amude.com
 Zubêr Yûsiv | DORTMUND (amude.com) - Hunermendê şêwekar Zubêr Yûsiv helbestvan Ezîz Xemcivîn û rêxistina Dihokê ya Yekîtiya Nivîskarên Kurd bi diziya tabloyeke xwe gunehkar dike. Di daxuyaniyeke taybetî de bo Malpera Amûdê, Yûsiv bal kişand ser pirtûka Xemcivîn a bi navê "Zindana Piçûk" ku berî demekê ji aliyê rêxistina Dihokê ya Yekîtiya Nivîskarên Kurd ve hatiye çapkirin. Hunermendê kurd got ku li ser berga vê pirtûkê tabloyeke wî hatiye çapkirin û di pirtûkê de navê wî wekî xwediyê tabloyê nehatiye nivîsandin. Yûsiv got: "Ez diziya karê xwe tawanbar dikim û mixabin dibînim, û ezê li cem dadgehên Kurdistana azad li dijî vê mafxwarinê dozê vekim, da ku u karê bê exlaq ji holê rabe."
 "Zindana Piçûk": Ji weşanên Yekîtiya Nivîskarên Kurd - Dihok | Di hundirê "Zindana Piçûk" de, wekî amadekarê berg û herweha derhênana hunerî navê Îsam Hecî Tahir hatiye nivîsandin; navê xwediyê tabloyê nehatiye nivîsandin. Zûbêr Yûsiv, ku li Elmanyayê dijî, ragihand, ku ligel ku ew û helbestvan Ezîz Xemcivîn dost in û ji heman bajarî ne jî, "wî mafê min binpê kiriye". Ew herweha Yekîtiya Nivîskaran li Dihokê rexne dike û wan bi "diziyeke eşkere" gunehkar dike.
 "Zindana Piçûk" |
|
|
|
|
|
|