|
|
26.06.2006 - 17:00
|
[ 8281 caran hatiye xwendin ]
[ çap bike ]
|
----------------------------------------------------------------------------------
Rojnameyeke rêjîma Suriyê ala Kurdistanê hembêz kir, lê dûra poşman bû
amude.com
QAMIŞLO (amude.com) - Tevî ku li Suriyê ala kurdî ya neteweyî qedexe ye û kesên ku wê nîşan didin bi "hewildanên perçekirina Suriyê" têne gunehkarkirin, rojnameya Partiya Bees a rêjîma Suriyê "el-Bees" li ser rûpela xwe ya dawî ya hejmara 12903 ya roja 15ê vê mehê wêneyek mezin weşandibû, ku ala kurdî ya rengîn li ser bû. Li gorî nûçeyeke malpera "Welatê Me", dezgehên sansorê yên rêjîma Suriyê piştre bi şaşitiya xwe hisiyane û ew rojname di heman rojê de ji bajarê kişandine. Wêneyê bi ala Kurdistanê di leystikeke fotbolê de ya Çampyona Gokê ya Cîhanê ya 2006ê hatiye kişandin. Gokhezên kurd ew al bi xwe re biribûn leystikgehê û ew bilind kiribû. Wilo diyar e, ku amadekarên rojnameya "el-Bees" nedizanî ku ala li ser wêneyî ya Kurdan e, ku li Suriyê qedexe ye. Ne diyar e, bê Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê ya rêjîma Suriyê dê rojnameya rêjîma xwe ji ber "hewildana perçekirina xaka Suriyê" dadgeh û zindan bike yan na!
 Rojnameya "el-Bees", hejmar 12903, 15.06.2006, ala kurdî ya neteweyî di rûpeleke xwe de bi cî kir |
|
|
|
|
|
|