|
|
|
21.03.2005 - 13:52
|
[ 2619 caran hatiye xwendin ]
[ çap bike ]
|
----------------------------------------------------------------------------------
Li Kurdistana Suriyê Newroz bi germî hate pîrozkirin
Dilêş û Bavê Durist
QAMIŞLO/AMÛDÊ (amude.com) - Piştî 2 salan bêyê pîrozkirina Newrozê, li hemî bajarên Kurdistana Suriyê Kurdan bi beşdarbûnek zor mezin cejna Newrozê pîroz kir.
Li bajarê Qamişlo Newroz tenê li yek ciyî hate kirin, ew jî li "Qubikê" pêk hat. Di ciyên din de leşkerên surî hatibûn bicîkirin. Gelek kes herweha derketibûn çôlê û bi şêweyekî taybetî Newroza xwe kir. Koma Narîn a "el-Partî" mecbur ma ku ji xwe re li ciyekî din bigere û ji ber vê yekê berê xwe da gundê Dirêcîkê yê bajarê Tibesipiyê, û li wê derê tevlî Koma Şanîdar a bajarê Tirbesipiyê bû. Li bajarê Amûdê jî Kurd li dor çalakiyên sê folklorên kurdî kom bûn û Newroza xwe ligel wan pîroz kir. Kamereyên Malpera Amûdê li herdu ciyan amade bûn û ev dîmen amade kirin:
(Li ser wêneyan bitikîne, da ku tu yên mezin bibînî)
Bajarê Amûdê
Dirêcîkê (Tirbesipî)
|
|
|
|
|
|