|
|
|
05.01.2005 - 12:34
|
[ 3410 caran hatiye xwendin ]
[ çap bike ]
|
----------------------------------------------------------------------------------
Emerîkiyan êrîşî Hewlêrê kir û 5 kes birîndar kirin
amude.com
HEWLÊR (amude.com) - Hewlêra paytexta Kurdistanê îroj piştî nîvê şevê bû armanca êrîşeke ji aliyê helîkoptereke ermerîkî. Li gorî agahiyên "Peyamnêr", bi gumana ku terorîst xwe tê de vedişêrin, hêzên komando yên emerîkî malek li taxa Seydawe li Hewlêrê dorpêç kir. Piştre helîkopterekê êrîşî xaniyên xwendekarên Zanîngeha Selahedîn kir. Xwendekaran ragihand ku 7 kes hatin birîndarkirin. Lê ewlekariya Hewlêrê diyar kir, ku 4 xwendekar û jinek hatin birîndarkirin. Wezareta Hundirîn a Hikumeta Herêma Kurdistanê ev êrîş şermezar kir û eşkere kir, ku hayê wê jê tune bû.
Endamekî ji hêzên ewlekariyê li Hewlêrê eşkere kir, ku dema ku wan û hêzên agir vemirandinê xwest xwe bigihînin ciyê êrîşan, "hêzên emerîkî teq li me kirin".
 Wêne: Azad Leşkerî (Peyamner.com) |
|
|
|
|
|
|