www.amude.com
   www.amude.com - rojnamevaniya bi kurdî   Deutsch


navête@amude.com

nav  
şifre  
» fermo emailekê çêke

Malpera Amûdê

» bike rûpela destpêkê
» bixîne favorîtên xwe

lêgerîn


kulîlka hefteyê


 
10.12.2004 - 14:29 [ 1281 caran hatiye xwendin ] [ çap bike ]
----------------------------------------------------------------------------------

Kesê ku Serhildanê ew perwerde nekiribe, ewê bê perwerde bimîne!

Sîrwan Hecî Berko - Dortmund

Berî çend rojan, di malpera “Avesta” de, nivîsarek bi navê “Kurmê darê ne ji darê be, dar kurmî nabe. Serhildan û firotina filiman” hate weşandin. Xwediyê vê nivîsarê Qado Şêrîn e.
Di vê nivîsarê de, Qado Şêrîn hin derew dermafê min weşandine, û xwestiye bi şêweyekî eşkere navê min xerab bike. Herweha wî hin “fetwe” derxistine û bi şêweyekî neyekser doza kuştina min dike.

Qado Şêrîn di wê nivîsara xwe de nivîsandiye, ku min vîdyoyên derbarê Serhildana Qamişloyê “firotine televizyona Israîl”. Ger bi zanebûn be yan na, wî bi vê yekê tevaya malbata min li Suriyê kir armanceke gengaz (mumkin) a Dewleta Suriyê, ku dikare van derewan bi kar bîne û ziyaneke mezin bigihîne tevaya malbatê.

* * *

Ji roja pêşî de ku rêjîma Suriyê li Qamişloyê êrîşî Kurdan kir, Malpera Amûdê deqe bi deqe nûçeyên bûyerên li welat radigihandin. Di rêya telefonê re, wê berdewam têkilî bi komek ji kesan re li çend bajarên Binxetê re çêkiribûn û weha nûçe werdigirtin. Herweha wê karî di roja pêşî de ji Serhildanê (12.03.2004) bi alîkariya hin kesan wêne û perçeyine ji vîdyoyan bi dest bixîne û wê ew yekser û berî her kesî di malperê de weşandin. Kesên ku ew wêne û vîdyo dikişandin, jiyana xwe dixistin xeterê, da ku wan berheman bigihînin me.

Dema ku ev vîdyo gihan malperê, min û çend kesên din li çend welatan têkilî bi hejmareke mezin ji televizyonên cîhanê û bi taybetî yên ewropî re çêkirin û ji wan re diyar kir, ku me filmên bûyerên li Kurdistana Suriyê bi dest xistine û em pêşkêşî wan dikin, da ku ew wan biweşînin. Li gel têkiliyên berdewam bi medyaya cîhanî re, lê mixabin kêm behsa Serhildanê hate kirin.

Bi alîkariya ciwanekî kurd li Swêdê, televizyona Swêdê têkiliya min kir û xwest vîdyoyan biweşîne. Me daxawaza wê bi cî anî. Televizyona swêdî di bernameya xwe ya nûçeyan (Rapport, 16.03.2004, 19.30) de, nûçeyek berfireh li ser Serhildanê weşand û tê de vîdyoyên ku me radestî wan kiribûn, pêşkêş kirin.
Ji bo vê yekê qirûşek jî ji televizyona Swêdê negihaye min. Berpirsê bernameya Raport birêz Per Yng vê yekê di nameyekê de, ku wî piştî nivîsara Qado Şêrîn li ser daxwaza min ji min re di rêya emailê re şand, eşkere dike. Nameya wî ev e:


--------------------
Von: Per Yng - per.yng@svt.se
An: siruan@web.de
22.11.04 15:51:06

To who it may concern.

I can hereby confirm that we used photos for free that mr Sirwan Heci Berko arranged to us in march 2004. These photos were included in a feature story that went on air March 16 . The videos showed troubles in the kurdish areas of Syria.

Per Yng
Redaktionschef Rapport
0708-784802
08/7847729
Per.Yng@svt.se

Kurdiya wê:
Ji bo kesên ku xwe bi vê meselê ve mijûl dikin.
Bi vê yekê ez piştrast dikim, ku me wêneyên ku birêz Sîrwan Hecî Berko ji bo me di adara 2004ê de peyda kiribûn, bêpere bi kar anîn.
Ev wêne di bernameyekê de, ku di 16ê adarê de hate pêşkêşkirin, hatin bikaranîn. Wan vîdyoyan bûyerên li herêmên kurdî li Suriyê pêşkêş dikirin.

Per Yng
Berpirsê redaksyona Rapport
0708-784802
08/7847729
Per.Yng@svt.se
--------------------


Herweha Kurdekî din ji Kurdistana Tirkiyê, ku li Nerwicê dijî, têkilî bi televizyona nerwîcî re çêkiribûn û hişt ku rojnamevanekî wê televizyonê bi navê Øyvind Ludt telefonî min bike û hin agahiyan derbarê Serhildanê ji min bistîne. Min hemû agahiyên pêwîst dan wî rojnamevanî û herweha vîdyoyên di nav destên min de, şandin ser emaila wî.
Raporta wî rojnamevanî û programa wî li vê derê peyda dibe:

http://pub.tv2.no/nettavisen/verden/article202037.ece

Min nameyek ji birêz Øyvind Ludt re şand û tê de jê xwest ku piştrast bike, ku min ew vîdyo ji wan re şandibûn û ji bo wan min ti pere nestendibûn. Wî bersiva min da û got ku ew “piştrast dikin, ku wan ti pere ji bo wan vîdyoyan nedane.” Nameya min û bersiva wî ev in:


--------------------

Von: Øyvind Ludt - oyvind.ludt@tv2.no
An: siruan@web.de
22.11.04 15:44:32

I can confirm that we did not pay for use of the video mentioned in the below e-mail.

Øyvind Ludt
TV 2 Nettavisen
www.nettavisen.no

-----Opprinnelig melding-----
Fra: siruan@web.de [mailto:siruan@web.de]
Sendt: 22. november 2004 15:40
Til: Øyvind Ludt
Emne: REDDE KURDERE: Frykter massakre i Syria

Dear Mr. Ludt,
last March I sent to you the videos of the troubles in the kurdish areas in Syria.
http://pub.tv2.no/nettavisen/verden/article202037.ece
I gave them to you for free and did not get any money for them.
Please confirm that I didn not receive any money from you. It´s very important for me.
Thank you very much for your help.
Best regards

Sirwan Heci Berko
Journalist and Direktor of amude.com
--------------------


Li Londonê rojnamevanekî kurd ji Kurdistana Iraqê alîkariya me kir û peywendî li gel televizyona ingilîzî “Channel 4” pêk anî. Rojnamevanekî wê kanalê telefonî min kir û hemû agahiyên pêwîst li ser Serhildanê ji min standin. Herweha min ew vîdyoyên ku berî niha di malperê de hatibûn weşandin û di televizyonên swêdî û nerwîcî de hatibûn pêşkêşkirin, gihandin wî rojnamevanê ingilîz. Wî ji min re diyar kir, ku televizyona wan berhemên wilo bê pere nagire û ew ji bo deqeyeke weşanê 300 poundên ingilîzî didin. Wî got ku ew dixwazin 2 deqeyan biweşînin û ewê 600 poundî ji min re bişînin. Min ji bo vê yekê spasiya wî kir û ji ber di wê demê de min û çend kesên din li Berlînê çend rojan xebateke hevbeş dikir, ku Qado Şêrîn jî yek ji wan bû, min ew agahdarî vê meselê kirin. Herweha min ji hin kesên din re jî got, ku tiştekî weha bûye û ev yek carekê di koçkeke paltalkê de jî bû mijar.

Ji bilî van televizyonan, hayê min ji ti kanalên din tune, ku vîdyoyên Serhildanê weşandibin. Ji xwe li ser mesela kanalên “el-Cezîre” û “el-Erebiye”, ku Qado Şêrîn behsa wan dike, xwendevan bi xwe dizanin bê ev kanal li dijî Kurdan çi siyasetê dimeşînin. Herweha diyar e bê wan di dema Serhildanê de çi nûçe diweşandin û “rastiya” nûçeyên wan çawa bû. Mesela ku wan vîdyoyên Serhildanê neweşandine “ji ber pere ji wan hatiye xwestin”, derew e û kesên ku vê derewê belav dikin, piştgiriya wan kanalan dikin, ku ji terorîstan re bûne piştgir.

Ji ber ku di wê demê de mesrufeke pir giran çêbûbû, min ew pereyên ku ji Londonê hatin ji bo mesrefa malperê û ya telefonan bi kar anîn. Di wan rojan de, dexteke mezin li ser malperê çêbûbû û ew bûbû çavkaniyeke bingehîn ji bo nûçeyên Serhildanê. Hejmareke mezin ji rojname, radyo, televizyon û dezgehên din ên ragihandinê yên cîhanî Malpera Amûdê weke çavkanî bi kar dianî. Piraniya wan jî ev çavkanî destnîşan dikir. Tenê televizyona “Roj Tv” pêwîstiya vê yekê nedît. Min xebatkarên wê agahdar kirin, ku ev yek nabe. Bi imkanên xwe yên piçûk me karî em xwe bigihînin wêneyên Serhildanê û ew yekser diweşandin. Di medyayê de mafên weşanê paraztî ne. Lê di nav medyaya kurdî de peyva paraztina mafan peyveke ne naskirî ye. “Roj Tv” û partiya li pişt wê bi zanebûn xwestin Serhildanê ji bo armancine xwe yên siyasî bi kar bînin. Ji ber vê yekê min rast nedît, ku ew xebata me bi navê xwe biweşînin. Wan û medyaya bi wan ve girêdayî, piraniya berhemên Serhildanê yên rojên pêşî ji Malpera Amûdê distendin û di ajanseyên xwe de difirotin medyaya tirkî. Ji xwe me ji kesekî doza tiştekî nekir, lê bikaranîna berheman bêyî destnîşankirina çavkaniyê, ev yek nedihat qebulkirin.

Ji ber ciyê malperê têra vê tevgera xurt nedikir, ez mecbur mam ku ciyê wê cem fîrmeyê mezintir bikim û vê yekê mesrefeke baş mezin xwar, ku ez naxwazim li vir behsa wê bikim. Ji xwe ez behsa wan telefonên ku rojane bi dehên caran bi welat re dihatin kirin û ew jî ne belaş bûn, nakim. Kesên ku wê demê malper dişopandin, dizanin bê çi xebat dihate kirin. Min ew pere nexistin bêrîka xwe û ji xwe re bi wan "jiyaneke xweş" nekir.

Ji bilî xebata di malperê de, min têkiliyên berdewam bi dezgeh û medyaya cîhanî re pêk dianîn. Gelek rojname, radyo û televizyonan telefonî min dikir û min bi zimanê xwe yê ingilîzî yê şikestî hewil dida ku agahiyên teze ragihînim wan. Min di wê demê de di rojê de ji bo ragihandina bûyerên Serhildanê 22 seetan xebateke bê rawestan dikir. Ev rewş giha wê radeyê, ku min pênc ezmunên xwe yên zanîngehê bi paş xistin û weha salek ji xwendina xwe winda kir. Bi ser de jî, min nizanî ez çawa xwe bigirim, dema nûçeyên şehîdketina ciwanên di temenê min û piçûktir de digihan min.

Ez naxwazim bêtir li ser xebata xwe ya di dema Serhildanê de rawestim. Her tişt diyar e û her kes dizane çi xebat hatiye kirin û kê çi kiriye û çi nekiriye. Li Kurdistanê bi dehan Kurd dihatin kuştin, bi sedan dihatin birîndarkirin û bajarên me dihatin talankirin. Me çi kiribe jî, me nekarî xwîna wan biparêzin.

Mirovekî kurd carekê got: Kesê ku Serhildanê ew perwerde nekiribe, ewê ti carî perwerde nebe.

Ez nizanim çi li ser wan fitweyên Qado Şêrînî, yên mîna fitweyên Bin Ladin û Zerqawî, ku wî ji bo dadgehkirin û kuştina min derxistine, bêjim. Li gel ku wî bi zimanekî dirêj behsa belge û dokumentan kiriye, lê tiştek pêşkêşî xwendevanê xwe nekiriye.

Li aliyekî din, ez li vê derê wan malperên ku ew nivîsa wî weşandine, rexne dikim. Bi rastî tiştekî gelekî xeter e, ku medyaya me ya kurdî, nemaze ya ku di dema Serhildanê de di ragihandina nûçeyên Serhildanê de ti rola wê tune bû, xwe daxîne vê sêweyê û bêyî ku ti belge di destên wê de hebin, nivîsên bi vî rengî biweşîne. Em nikarin hevdu bikin xayin û ajan bêyî ku em ji vê yekê piştrast bin û belgeyan pêşkêş kin.
Weha dixuye ku ew ji xwe re li qetekî digerin, ku hin “dijminên” xwe pê biêşînin.
Ger ew rêza xwendevanên xwe nagirin, xwendevan jî rêza wan nagire. Zikreşiya ku li cem hin kesan peyda dibe, wê têra wan bike ku di nav de bifetisin.

sirwan@amude.com
 
www.amude.com -  © 2000-2004 amude.com [ info@amude.com ]
destpêk | start: 26.09.2000