www.amude.com
   www.amude.com - rojnamevaniya bi kurdî   Deutsch


navête@amude.com

nav  
şifre  
» fermo emailekê çêke

Malpera Amûdê

» bike rûpela destpêkê
» bixîne favorîtên xwe

lêgerîn


kulîlka hefteyê


 
02.12.2004 - 09:36 [ 1276 caran hatiye xwendin ] [ çap bike ]
----------------------------------------------------------------------------------

-Tirsa ji AIDS winda bûye-

Sîrwan Hecî Berko - Dortmund

Bîst salan piştî naskirina nexweşiya Aids, hejmara kesên ku bi vê nexweşiyê dikevin, bi şêweyekî ecêb hildikişe jor. Bi taybetî li Efrîqa û Ewropaya Rojhilat veyrûsa vê nexweşiya mirovkuj bi xurtî belav dibe. Bi taybetî ciwan li vê nexweşiyê napirsin.



Rîbana sor nîşana navneteweyî ya HIV û Aids e. Ew nîşana hêviyê ye. Ew her sal di Roja Aids a Cîhanî (01.12) de tê belavkirin û daliqandin.
Li seranserî cîhanê, her şeş saniyan mirovek bi nexweşiya Aids dikeve. Ev nexweşî bûye êpîdemiyeke cîhanî. Li gorî agahiyên Neteweyên Yekbûyî, ev veyrûsa mirovkuj bi dora 40 millyon kesî re peyda dibe. Nîvê wan mê ne. Nexweşiya Aids berî 20 salan hate naskirin. Ji wê çaxê de, dora 20 millyon kes bi vê nexweşiyê mirine.

Piraniya nexweşên Aids li Efrîqayê ne. Lê pisporên vê nexweşiyê eşkere dikin, ku di gelek welatên Ewropaya Rojhilat de ev veyrûs bi şêweyekî xurt û nekontrolkirî belav dibe. Hejmara kesên ku bi vê nexweşiyê ketine, roj bi roj bilindtir dibe. Ev yek dewletên Ewropaya Rojava dixe tirseke mezin de, ku ev nexweşî di nav miletên wan de jî xurtir belav bibe. Rakirina sînoran di nav welatên Ewropayê de vê xeterê mezintir dike. Hejmara kesên ku li van welatan bi nexweşiya Aids ketine, li gorî welatên din pir kêm e. Pisporên Neteweyên Yekbûyî eşkere dikin, ku veyrûsa Aids li Ewropa Rojava û herweha li Asyayê bê kontrol bi şêweyekî pir xurt belav dibe.

Li gel ku li welatên Rojava paraztin xurt e, di dema dawî de hejmara kesên ku bi Aids dikevin, bilindtir dibe. Kurtkirina pereyên ji bo kampanyayên agahdarkirinê û herweha ji bo lêkolînên peydakirina dermanekî ji bo bidawîanîna vê nexweşiyê sedemek e.
Pisporekî elman ji Instîtûya Lêkolînên Mîkroban li Hamburgê balê dikişîne ser vê yekê, ku mirov kêm li xwe miqate ne. Ew dibêje: “Tirsa ji Aids hema winda bûye”. Li aliyekî din, bazirganên dermanan di reklaman de problêma vê nexweşiyê piçûk dikin. Nifşek ji mirovan baş ser vê nexweşiya mirovkuj baş ne agahdar e. Bi taybetî ciwan li vê nexweşiyê napirsin û sêks bêyî xweparaztina pêwîst pêk tînin. Herweha di nav mêrbazan (homosêksuêl) de jî ev nexweşî pir belav dibe.

Ta niha ti derman ji bo bidawîkirina vê nexweşiyê çênebûne. Dermanên heyî tenê jiyanê dirêjtir dikin, lê nexweşiyê bi temamî nakujin. Ev derman pir bûha ne û ji ber vê yekê miletên feqîr nikarin wan bi kar bînin. Ev yek dibe sedema mirina wan a zû. Pisporên vê nexweşiyê gumanê dikin, ku dora 10 salên din pêwîst in, ta ku dermanek peyda bibe. Lê ev tenê guman e.

HIV û AIDS çi ne?
Aids nexweşiyeke pir xeter e û dibe sedema mirina mirovî. Ew qelskirineke xurt a sîstema paraztina canê mirovî ye. Sedema wê veyrûsek bi navê HI (human immunodeficiency) ye. Ev veyrûs xeliyeyên taybet ên sîstema paraztinê dikuje. Pêşî ew xwe di hundirê wan de pir dike, funksyona wan radiwestîne û piştre wan dikuje. Ev yek dibe sedema ku can nema kare wek pêwîst mîkrob, veyrûs û kivarkên ku dibin sedemên nexweşiyan, tune bike. Ji ber vê yekê, înfeksyonên ku can wan normal bêyî ti problêman dikuje, bi hesanî derbas dibin û nexweşiyên giran çêdikin. Canê mirovê rehet xwe bi hesanî ji van êrîşan diparêze. Veyrûs û înfeksyon bi HIV têne binavkirin. Peyva AIDS (acquired immunodeficiency syndrome = Wêneyê nexweşiya qelskirina sîstema paraztinê) ji bo pêvajoyeke dereng a vê HIV-înfeksyonê tê bikaranîn.

HIV çawa dikeve canê mirovî?
HIV di xwîn, avika mêran an jî ava ziyê ya mirovên bi vê nexweşiyê ketî de peyda dibe. Eger ev avên ku veyrûs di wan de pir peyda dibin, bikevin xwîna mirovekî din, veyrûs jî dikarin pê re biçin.
Ev veyrûs piraniya caran bi têkiliyên cinsî (sêks) bi kesê/a ku ev veyrus pê re hebe, belav dibe. Herweha HIV dikare di rêya xwîna nexweş an jî di rêya derziyên ku berî bikaranîna wan ketibin canê mirovekî bi HIV ketî, bikeve xwîna mirovî. Jinên avis ên ku veyrûsa HI bi wan re hebe, dikarin di dema avisbûnê û jidayikkirinê de yan jî dema dayina şîr di rêya pêsêran re, vê veyrûsê bigihînin zaroka xwe.

Mirov dikare çawa xwe ji HIV biparêze?
Kesên ku sêks bi gelek kesan re dikin, divê kondoman bi kar bînin. Ta niha, paraztina herî baş bikaranîna kondoman e. Kondom pir tenik in û mirov hema bi tu cudahiyê hest nake, ger mirov wan berdewam bi kar bîne. Herweha divê mirov derziyên ku kesine din bi kar anîbin, bi kar neyne û ji xwe re derziyeke nû peyda bike.

sirwan@amude.com
 
www.amude.com -  © 2000-2004 amude.com [ info@amude.com ]
destpêk | start: 26.09.2000