www.amude.com
   www.amude.com - rojnamevaniya bi kurdî   Deutsch


navête@amude.com

nav  
şifre  
» fermo emailekê çêke

Malpera Amûdê

» bike rûpela destpêkê
» bixîne favorîtên xwe

lêgerîn


kulîlka hefteyê


 
30.11.2004 - 10:31 [ 1275 caran hatiye xwendin ] [ çap bike ]
----------------------------------------------------------------------------------

Neyekîtiya Tevgera Kurdî Li Kurdistana Rojava

Mervanê Keleş - Ingilistan


Mervan Keleş
Bi rastî heger mirov bi enalîzeke kûr li yekbûna partiyan ku piştî Serhildana 12ê Avdarê li dar ket, binere, wê bi kurtî bigihêje ku ev ne ji bo kar bû, lê ji bû nekar bû û ji ji xwe encam li ber çavan e.
Kurmanc dibêjin kevirê mezin ne ji bo lêdanê ye û wê bi ser xwediyê xwe de bikeve û daxuyania Hevbendiya Demoqrat ev eşkere û vekirî da xuyakirin.

Ez ne bi yekîtiya kurdan re me, ku ji bo nekar be û ji xwe yekîtiyek bi vî şêweyî ji min re ne ciyê pesnê ye. Belkî hinek bêjin "ev çi dibeje, ev xayin e, ev zilamê dijmin e". Heger ji bo ku mirov rastiyê bibêje, bi wan gotinan tawanbar bibe, ez wê tawanbariyê dipejirînim û xwe ji rastiyê û gotina hişmendiyê dûr nakim. Çima? Ji ber ku dem hatiye ku em ji reş re bêjin reş û ji sipî re bêjin sipî û rengan tevlihev nekin. Em ji yê rast re bêjin tu rast î, û ji yê çewt re bêjin tu çewte î. Nexasim rewşenbîr divê ji vê rastiyê netirsin û nerevin û êdî xwe nedin enîşkan, ji ber ku helwesta gewrikirina aloziyan jî sedmek bû ku rewşa tevgera kurdên Rojava gihişt vê radeya bêkêr û keviz girt û genî bû û tevdanek jê re divê ku av zelal bibe û masiyên saxlem ji yên jar û bêkêr cûda bibin.

Ma gelo kê rê li ber Hevbendiya Demoqrat girtiye ku ew jî tev li çalakîan bibe û Kêşeya Kurdî pêş ve bibe? Ma gelo ku ew daxuyaniya wê li dijî partiya Bees ba, wê ne çêtir ba ku li dijî çend partiyên kurd e? Ma gelo nûnerên balyozxaneyên cîhanî û rêxitinên mafê mirovan ku li dadgeha Şamê amade bûn, ma ew jî ji bo berjewendiyên partîtiyê li wir bûn??

Ev pêncî sal in ku hinek ji Tevgera Kurd ji me re dibêjin "hê dem nehatiye". Ma gelo ew karin ji kerema xwe re ji me re bêjin, bê ev bêxwedîka demê wê kengî bê?!
Heger li gor we dem nehatiye, bi kêmanî bê deng bin û rê li kesên din negirin û millet ranezînin û çavşikestî nekin û rê bidin ku ev kultura tirsê hêdî hêdî bişikê
û gavin çendîn biçûk bin jî, bên avêtin ku gav dem bi dem mezin bibin.

Bawer bikin, wek ku hûn ji dewltê ditirsin wilo dewlet jî êdî tirs ketiye zikê wê, ji ber ku dem ne li gor wê ye. Û heger em vê xalê baş nebînin û bi kar neynin, dibe ku sibe ew derfet bi dest me nekev.

Di baweriya min de, ger serkêşên partiyan hisab ji cemawerên partiyên xwe re kiriba, wê ti carî şaş nebana. Û heger cemawer hisab bi serokên xwe re dîtibana û bi çavên girtî - çi şaş û çi rast - bi dû serokên xwe de neçûna, wê rewşa milletê me ne ev rewş baya û wê serokên me ne ev serok bana, ku hinek ji we ev bi dehên salan e ku serok in. Ma glo partiyên ku bi dehên salan nikaribin serokên nû di nav xwe de derxin, wê çawa rêbazek baş bidin ber milletê xwe. Îca hema hema navên hemûyan bi peyva DEMOQRATÎ bi dawî dibe û doza demoqratiyê dikin û milltê me jî bawer dike.

Wek me got, heger hinek ji ber çi sedmê be "naxwazin dewletê aciz bikin", bela bi kêmanî ne bin kelem li pêş wan ên ku "dixwazin dewletê aciz bikin".

Bi rastî, enalîzeke seyr e. Tu dibê qey kurdan ev zêdî 50î salî ye ku êrîşî dewletê kiriye û dixwazin wê tune bikin. Tu dibê qey kurdan dwelet tazî kirye û ser û binê dewletê talan kiye!!

Ez bawer dikim, êdî bêdengiya rewşenbîran li ber helwestên weha gunehkariyke mezin e û yê bêdeng dibe şirîkê vî gunehê mezin û heman tişt li ser cemawerên partiyan jî pêk tê. Bêdengiya wan li hember serkêşên wan, wan jî dike şirîkên gunhên serkêşan û bêdengî li hember çewtiyan êdî mirin e!


mervan111@hotmail.com
 
www.amude.com -  © 2000-2004 amude.com [ info@amude.com ]
destpêk | start: 26.09.2000