|
|
|
11.11.2004 - 12:24
|
[ 1279 caran hatiye xwendin ]
[ çap bike ]
|
----------------------------------------------------------------------------------
Go on Mr. Bush!
Nabil Hussein
 Nabil Hussein | Hilbijartina serokatiya Emerîka, heftiya bihurî, kesên cîhanê tevde mijûl kir.
Berî hilbijaritinê, rojnameyên elmanî nivîsandin: "Vê hilbijartinê Emerîka kir du perçe!". Niha mirov dikare bibêje, ne Emerîka bi tenê bû du perçe. Cîan hemû hatiye duperçekirin navbera dilxwazî û dijminaytiya George W. Bush.
Pir bûyerên balkêş berî û piştî hilbijartinê derbas bûn. Medya erebî, ewropî û ya çep î cîhanî xebateke ji dil û can dijî Bush pêk anî. Wan her dixwest kirasê dînbûn û nezaniyê li Bush bikin, her gotin û nerînên wî rexne bikin û bi tenê rûyê xirab (li gorî wan) ji polîtîkaya wî bi nav bikin.
Wek ku her kes dizane, piraniya giraniya polîtîka Emerîka di Rojhilata Navîn de ye. Bush jî - weke her serokên Emerîka yên berê - xweş dizane ku serrastiya problêmên Rojhilata Navîn bê guman dê bibe sedema serrastiya zortirîn problêmên cîhanê.
Bush bi xwe çend caran di hevpeyvînan de daye xuyanîkirin, ku ew serokê şer e, ne yê dengkirinê ye. Wî xweş kesên Rojhilata Navîn nas kiriye û dizane ew tenê li darê zorê guhdarî dikin.
Tiştên pir balkêş ew bûn, ên ku di civatên Kurdan de dihatin gotin. Yek ji wan gotinan hêja ye ez li vir dubare bikim. Dostekî got: "Yaw ez tênagihêm çima piraniya Kurdan serketinê ji Bush re dixwazin!? Ma Bush ji Kurdan re çi kiriye?"
Ez bawe rim ku ew kesê ev gotin got, ji xwe ne pirsiye çima kirî Bush di ber Kurdan û doza wan de kar bike!?
Beriya her tiştî, Bush mirovekî pir niştiman û welatparêz e, oldar û konservatîv e. Wî welatê xwe kir şerekî bê dawî li dijî wan kesan, ên ku êş û nexweşî bi ser welatê wî barandin. Bush dikarîbû bidu girtina Saddam li Iraqê û xistina rêjîma Taliban li Afganistanê şer rawestîne û leşkerên xwe vegerîne welêt. Lê wek ku me berê got, wî mirovên vî perçeyê cîhanê xweşik nas kirine û dizane ku divê tovên xwînmijîyê û diktatoriyê ji kokê ve bên rakirin. Gelo ew ê bikaribe vî karî bigihîne serî? Ev çar sal wê pir tiştan zelal bikin.
Bê guman hemû gelên Rojhilata Navîn dilxwazê aşitî û demokratiyê ne, lê hikumetên wan welatan vî tiştî naxwazin, ji ber ku wê ev bibe sedema xistina wan. Bush bi tenê dikare riya azadiyê li pêşiya Kurdan û hemû kesên bindest li wê derê veke. Tenê rê bide pêşiya wan bo bikaribin gavan bavêjin.
Pîroz be bo gelê Emerîka serketina George W. Bush, Bavê Azad.
Go on Mr. Bush! Em li dû te ne.
Do te Saddam weke mişkekî ji qula wî derxist. Sibê ew meleyên Îranê tên, yên ku bi rojan û salan dikarin bi hev re li ser tir û fisên ku mirov ji destmêjê dixin, şer bikin. Û dûsibe Başar el-Esedê ku weke kurê şêxe eşîreke Ereban bidû mirina bavê xwe serokatî bê hilbijartin girt û riya rêjîma Bees î faşist a surî berdewam kir, ew rêjîma ku ev 40 salên wê gavekê bi pêş û sê gavan bi paş ve davêje û miletê xwe kiriye xeweke giran de.
7.11.2004
|
|
|
|
|
|