|
|
|
28.01.2009 - 00:43
|
[ 1385 caran hatiye xwendin ]
[ çap bike ]
|
----------------------------------------------------------------------------------
Jîndaya «hirçok» û derdê miletê kurd
Sîrwan H. Berko - Dortmund
 Şîlan Diljen û "hirçôka" wê Jînda (wêne: prîvat) | Jînda keçeke pênc mehî ye. Ji ber ku ew hîn biçûk e, diya wê jê re nabêje "hirçê", lê "hirçokê". Hirçôka diya xwe ji muzîkê hez dike. Ew li stranên Elvîs Presley, lê herweha li yên Şivan Perwer jî guhdar dike. Du hunermendên mezin ên dema pîrik û kalikê Jîndayê. Ev jî sucê diya wê ye. Ji ber ku Jînda û malbata xwe li Swêdê dijîn, bavê wê yê swêdî newêre tiştekî ji xanima xwe ya kurd re bêje. Bi zorê ev gotin ji devê wî derdikevin: "Feqirê, ji niha ve Jînda dê derd û êşa miletekî bikşîne."
Şîlan Diljen diya Jîndayê ye. Ew sî salî ye. Ev 25 sal in ku ew li Swêdê dijî. Şîlan berî sê salan bi Michael re zewicî û di 31.08.2008ê de Jînda diyarî dinyayê kir. Ew dibêje ku wê dixwest ji destpêkê ve her roj tiştên ku pê re diqewimîn, di pirtûkekê de ji keça xwe re binivîsîne û diyarî hirçoka xwe bike, dema mezin bibe. Lê, ji ber ku mirov di tebîeta xwe de tembel e, Şîlan tiştek nenivîsand.
Diya Jîndayê bi internêtê re mezin bûye û her roj dibîne bê xelk çi di vê tevna bêsînor de belav dikin. Wê biryar da ku ew jî wek wan bike. Ji ber ku ta niha dê yan bavekî kurd li ser xwedîkirina zarokên xwe di internêtê de tiştek belav nekiriye, Şîlan biryar da ku vê valahiyê dagire û bi zimanê xwe yê kurdî yê şêrîn bûyerên nû û balkêş li ser jiyana xwe ya bi hirçoka xwe re biweşîne. Jînda jî niha fêrî kurdî dibe, çimkî diya wê bi kurdî pê re diaxive (ne wek gelek kesên din; mebesta min ne kesek e ;-) ).
 Jînda (wêne: prîvat) | Niha Bloga "Hirçoka min" her roj bi agahiyên teze tê nûkirin. Ku Şîlana rojnamevan (di radyoya Swêdê ya navneteweyî de dixebite û ji rojnamyekê re jî dinivîsîne) zû bi zû lê sar nebe, emê bikaribin pê re bixwînin û di wêneyan de bibînin bê çawa Jînda mezin dibe. Dibe ku ew hêdî hêdî fêm bike bê derdê Kurdan çiqas giran e û ku ev derd ne hertim tê kişandin.
Di bloga "Hirçoka min" de, Şîlan Diljen me vexwendî rêwêtiya xwe bi keça xwe Jîndayê re dike. De ka em beşdarî vê rêwîtiyê bibin û temaşe bikin bê çawa ji hirçokekê hirçeke mezin çêdibe.
>> hircok.blogspot.com
E-mail: sirwan@amude.com
------------------------
Blog çi ye?
Blog malperek e ku xwediyê wê, yan jî nivîskarê wê, ku jê re Blogger tê gotin, tê de behsa mijarine taybetî dike, yan jî nerîna xwe li ser hin bûyer û mijaran dide. Hin kes hene di Bloga xwe de behsa jiyana xwe ya rojane dikin, çi bi wan re çêdibe û çi çênabe. Hin hene behsa siyasetê, olê, sportê yan jî vexwarina bîrayê dikin. Blog derfeteke hesan e ji bo herkesî ku tê de agahiyan an jî nerîna xwe biweşînin. Mirov dikare ji xwe re li gelek deveran bêpere Blogekê veke, weke mînak li vê derê: www.blogspot.com.
|
|
|
|
|
|