www.amude.com
   www.amude.com - rojnamevaniya bi kurdî   Deutsch


navête@amude.com

nav  
şifre  
» fermo emailekê çêke

Malpera Amûdê

» bike rûpela destpêkê
» bixîne favorîtên xwe

lêgerîn


kulîlka hefteyê


 
26.01.2009 - 01:38 [ 1358 caran hatiye xwendin ] [ çap bike ]
----------------------------------------------------------------------------------

Zubeyde Duyar: Çîroka serketinê ya jineke kurd

Sîrwan H. Berko - Bielefeld


Zubeyde Duyar: "Eger tu nedî ser rêya xwe, tu bi ser nakevî."
Rewşa jinê di civaka kurdî de ne hesan e. Di mehên buhurî de ji başûr û bakurê Kurdistanê hejmareke mezin ji kuştinên jinan hatin ragihandin. Gelek ji wan an ji aliyê malbatên wan ve hatine kuştin, an jî wan di xwekuştinê de tek rêya felatê dît. Lê ne tenê li Kurdistanê jina kurd dinale, lê li koçberiyê jî. Li welatekî pêşketî mîna Elmanya jî çewisandin û zewaca bi zorê beşek ji jiyana rojane a keç û jinên kurd e. Ta niha jî gelek keç ji bo zewacê tên firotin.

Lê li ser jiyana keç û jinên kurd ne tenê nûçeyên nerênî peyda dibin, nûçeyên erênî jî ne hindik in. Hejmara keçên kurd ku di girêdana çanda xwe ya kurdî bi jiyana rojavayî ya nûjen de bi ser ketine, her ku diçe, zêdetir dibe. Ev keç û xanimên genc ji xwe re rêyekê hildibijêrin û didin ser wê û dawî jî bi ser dikevin. Zubeyde Duyar yek ji van xanimên serketî ye.

Zubeyde Duyar Kurdeke êzîdî ye. Berî çend hefteyan wê li zanîngeha Bielefeldê nameya xwe ya dektorayê di beşê yasa de bi dawî anî. Lê serketina Zubeyde ne tenê di xwendina wê ya akademî de ye, lê di beşine din de jî.

Hîn Zubeyde Duyar diwanzdeh salî bû dema wê cara pêşî li ber xwe da û bi ser ket. Hingî ew nû ligel malbata xwe ji gundekî Amedê li bakurê Kurdistanê koçberî Elmanyayê bûbû. Di cîhana hingî ji bo wê biyanî de, wê ligel birayên xwe hobiyeke balkêş pêk dianî: leystika gokê! Bi xêra hevaleke xwe Zubeyde karî di demeke kurt de di yanekê de bi gokê bilîze. Îroj Zubeyde 32 salî ye û ew wan rojan tîne bîra xwe bê çawa ew hingî du caran di hefteyê de tim di dema êvarî de diçû tedrîba gokê. Dê û bavê wê ji vî tiştî ne razî bûn. Ew ne razî bûn ku keça wan bi gokê dilîst û derengî şevê vedigeriya malê. Ji xwe li gorî wan leystika gokê tenê ji bo kuran e û gerek keç bi bûkên xwe bilîzin û nekevin cîhana kuran. Zubeyde diyar dike ku çendîn dê û bavê wê ne ligel bûn ku ew bi gokê bilîze, lê wan ti astengî jê re çênedikirin. Zubeyde dikene û dibêje: "Wan dizanî bê ez diçûm kû û min çi dikir. Piştî çend mehan êdî pitpita wan rawestiya. Min zora wan bir."


Zubeyde Duyar di leytika gokê de jî dadmendiyê pêk tîne. (wêne: prîvat)
Keçên di temenê Zubeyde de hingî her rojên şemiyan diçûn ahengên zemawendan. Ev aheng mîna bazara keçan e: Kur û keç hevdu nas dikin an jî malbat ji kurên xwe re li keçên ji bo zewacê digerin. Bazara Zubeyde li ciyekî din bû: li leystikgehên gokê. Ew her rojên şemî û yekşeman ligel taximê xwe geh li bajarê xwe leystikên gokê pêk dianîn, geh jî li bajarên herêma Hannoverê, ku malbata wê ji dema hatina wan a Elmanyayê li wir dijî.
Dema Zubeyde bû 18 salî, wê dev ji leystika gokê berda. Lê kêfxweşiya dê û bavê wê ji bo vê yekê dirêj nekir: Zubeyde bû hekema fotbolê. Ev 14 sal in ku ew yekşem bi dû yekşemê di leystika gokê de dadmendiyê pêk tîne. Ew ji bilî leystikên jinan herweha yên mêran jî bi rê ve dibe.

Da ku Zubeyde Duyar bikaribe xwe di derûdora xwe ya kurdî-êzîdî de ferz bike, divyabû ew xurt be, di civakekê de ku mafê jiyana taybetî nas nake. Wê biryar da ku ji bo xwendina xwe ya yasayê ji malê dûr keve û biçe bajarê Bielefeld. Ji bilî xwedina xwe Zubeyde di gelek warên civakî de jî çalak bû: di encumena birêvebiriya xwendekaran de, di xebatên alîkariya keç û kuran de, di alîkariya qanunî ya biyaniyan de. Ev çend sal in ku Zubeyde herweha rahênera taximê keçan ê gokê ya parêzgeha Bielefeldê ye. Lê ev tişt ji bo Zubeyde qet ne hesan bû. Da ku ew bikaribe zora astengên li derûdora xwe bixe, divyabû ku ew bi ser keve. Ew dibêje ku wê karî bide ser rêya ku wê ji xwe re hilbijartibû û bi ser ket, ji ber ku di hundirê wê de xweztekek xurt ji bo vê yekê hebû. "Min dizanî bê ez çi dixwazim. Min guh nedida raman û gotinên xelkê. Di leystika gokê de jî heman rewş peyda dibe: Her leystikvanek xwe mafdar dibîne, lê wekî hekem divê tu gelekî baş qanunên leystikê nas bikî. Eger tu nedî ser rêya xwe, tu bi ser nakevî."

Zubeyde Duyar armanca xwe pêk anî. Hobiya wê wek hekema gokê, lê herweha çalakiyên wê yên civakî yên din, kesayetiya wê xurt kir û hişt ku ew baş bi xwe bawer be. Gelek malbatên êzîdî wê ji bo zarokên xwe wek keseke nimûne dibînin.

Tevî hin astengên di destpêkê de, lê Zubeyde li cem malbata xwe tim alîkariya pêwîst distend. Ew di vê yekê de kilîta serketinê dibîne. Zubeyde dibêje ku divê malbat baweriyê bidin zarokên xwe û piştgiriya wan bikin, çimkî "ger mirov berdewam hertiştî ji zarokan re qedexe bike, ewê tiştên gelekî xerab bikin". Ji ber vê yekê Zubeyde di wê baweriyê de ye ku divê mirov azadiyê bide zarokan, çimkî hingî "ewê ji bo xwe, ji bo çanda xwe, ji bo ola xwe û ji bo tevaya mirovayetiyê tiştekî baş bikin".

E-Mail: sirwan@amude.com

Ev nivîs di rojnameya Rûdaw ya hefteyî de jî tê weşandin. (www.rudaw.net)
 
www.amude.com -  © 2000-2004 amude.com [ info@amude.com ]
destpêk | start: 26.09.2000