www.amude.com
   www.amude.com - rojnamevaniya bi kurdî   Deutsch


navête@amude.com

nav  
şifre  
» fermo emailekê çêke

Malpera Amûdê

» bike rûpela destpêkê
» bixîne favorîtên xwe

lêgerîn


kulîlka hefteyê


 
02.01.2009 - 12:11 [ 1364 caran hatiye xwendin ] [ çap bike ]
----------------------------------------------------------------------------------

TRT a reş û sipî

Miço Kendeş


Miço Kendeş

www.m-kendes.ch
Dema em zarok bûn, li herêma Kobanî li Binxetê tenê kanaleke televîzyonê derdiket, ew jî ya TRT 1 a tirkî bû. Tevî ku zimanê fermî û welatê me yê fermî erebî bû jî, lê ti kanalên bi zimanê erebî li Kobaniyê li ser akranên televîzyonan dernediketin: filmên kerton, stran û xelekên programên emerîkî ku ji bo zimanê tirkî hatibûn dûbarekirin (dûblaj). Hingî Emerîkî bi zimanê tirkî diaxivîn û kurd jî bi zimanê tirkî diaxivîn; duniya hemî di TRT1 de bi tirkî diaxivî û Xwedê û pêxember jî di nav wan de. Tenê rengên reş û sipî hebûn. Ti caran me ji xwe nedipirsî bê ma çima herkes bi zimanê xwe naaxive. Lê dema ku pirs hat ser bala me, bersivên ji agir û xwînê pê re hatin.

Sîûpênc sal derbas bûn, û berî wan jî pêncî salên din, me bersiveke nû bihîst: Bi agir û xwînê aştî nayê holê.

Birêz Receb Erdogan bi zimanê kurdî got: Tu bi xêr hat! Em jî dibêjin: Xebera te ya xêrê be.

Dawiya dawî Tirkî li xwe mûkir hat û zimanê kurdî pejirand. Tevî ku lixwemukurhatineke hinirîn be jî, lê ez vê yekê wek gaveke pîroz dibînim, bi taybetî ji bo Kurdên Bakur, an Kurdên Tirkiyê (eger hinek alî rê bidin).

Ez nuha TRT vedikim. Tevî ku numre ji 1 bû 6, kurmanciya zelal û şêrîn dikeve guhê min, dengên Şakiro û Eyşe Şanê dikevin guhê min, ez kolan û cadeyên bajarên Kurdan bi çavekî din, çavekî dûrî siyaset û îdyolociyê dibînim û mêze dikim bê ta çi radeyê dilê xelkê kurd li aştiyê germ e.
Gelo karmend û alîkarên TRT6ê û ev kesên li ser cadeyan hemû Cerdevan û Caş in?
Em ji yên ku behsa Caşan dikin re dibêjin: Bila herin wateya vê gotinê ji yên ku rû û destên serokên welatên "dijmin" maç dikirin û dibûn mêvanên wan ên ezîz û çavên xwe li ber wan bera erdê didan, bipirsin! Caşên do, rêberên îro ne!

Berî çend salan min di Malpera Amûdê de nivîseke bi sernavê "Tirkî stranbêjên kurd ji xwe re weke dêkor bi kar tîne" weşandibû û di wê gotarê de min ji hikûmeta Tirkiyê re gotibû: Çima hûn li 20 milyon Kurdên xwe û herweha li bi sedan ji hunermendên kurd ên tirkîaxêv xwedî dernakevin? Hingê tevlihviyeke mezin hebû. Lê nuha ez bi kêfxweşî û dilekî hênik li bersiva rast dinerim û hunermendên kurd ên Bakur pîroz dikim, bi taybetî yên ku ta nuha nekarîbûn dengê xwe bigihînin miletê kurd bi sedema dûrbûna ji hinek partiyên kurdî li Bakur. Xuya ye ku ew vê carê ne dîkor in, lê ev yek fersendeke ku dawiya dawî dê aştî û hezkirin şûna agir û xwînê bigrin.

TRT6 pirsekê tîne bala mirovî: Gelo kengî - em nabêjin televîzyoneke kurdî - seetek bi zimanê kurdî di televîzyona Suriyê de biweşe û Beesî li xwe mûkir werin û bibêjin Kurd hene? Ez dibêjim ku emê ne sibe, ne jî dusibe vê yekê bibînin. Dîsa Tirkî hewil dide xwe weke welatê herî demokrat li herêmê nîşan bide.

Di vê qonaxê de, piştî ku em ji xewna «Kurdistana Mezin» veciniqîn, ji me tê xwestin ku em gavên erênî ji bo berjewendiyine biçûk û planên vala binpê nekin û destê ku aşitiyê dixwaze - destê kê dibe bila bibe, Ataturk jî di nav de - bi cefayî venegerînin, û li TRT6 a rengîn temaşe bikin û zelalbûna tiştan ji demê re bihêlin.

E-Mail: info@m-kendes.ch.
 
www.amude.com -  © 2000-2004 amude.com [ info@amude.com ]
destpêk | start: 26.09.2000