|
|
|
27.09.2008 - 21:35
|
[ 1324 caran hatiye xwendin ]
[ çap bike ]
|
----------------------------------------------------------------------------------
«Kulturname» qet ne «Sansûrname» ye
Sidqî Hirorî - Stockholm
Sîrwan H. Berko di malpera xwe amude.com de, di 20.092008ê de nivîsek li ser Kulturnameyê (Çawa »Kulturname« bû Sansûrname«) weşand. Wî di wê nivîsara xwe de rexne li Kulturnameyê û birêveberê wê yê giştî Sidqî Hirorî girtine, ji ber ku bi dîtina Sîrwanî min nivîsa Arif Zêrevanî (Ingmar Karlssonî bi kitêba xwe »Kurdistanê« pê li birîna me kir) ya ku di 18.09.2008ê de di Nefelê de belav bûbû, bê herdu beşên wê yên dawiyê di Kulturnameyê de belav kir û min xwendevan li ser hindê haydar nekirin.
Ez dixwazim li pêşiyê bibêjim ku haya Arif Zêrevanî ji hindê hebû ku dê nivîsa wî di Kulturnameyê de bê wan herdu parçeyan bêt belav kirin. Em di Kulturnameyê de bê agahdarkirina nivîskarî bi xwe tiştekê weha nakin. Ez û Arif Zêrevan, hem berî ew nivîsa wî di Nefelê de belav bibe û hem jî piştî ew belavbûyî, li ser naveroka nivîsê peyivîn. Min jê re diyar kir ku dîtinên wî yên di wê nivîsê de ji dîtinên piraniya kurdên Swêdê cida ne û ez hez dikim wê di Kulturnameyê de biweşînim, lê bê wan herdu beşên dawiyê. Camêrî razîbûna xwe li ser hindê nîşan da û got "hûn bi dilê xwe ne ka hûn wê çawa belav dikin"1.
Min ew di Kulturnameyê de wek nivîseka serbixwe û bi hemî ve neweşand. Ku nivîsek bikeve di wan pencere yan quncikên di destê rastê yê Kulturnameyê de û wêneyê nivîskarî tê de be, ew nahêt wê maneyê ku ew nivîseka serbixwe û bi hemî ve ye. Her babetekê girêdayî kultur û edeb û zimanî dikare cihê xwe di wan pencerkan de bike. Me di Kulturnameyê de qucik û qunciknivîs nînin.
Yê wê nivîsa Arif Zêrevanî di Kulturnameyê de bixwîne, dê bibîne ku ew bi pêşnivîseka Kulturnameyê dest pê dike. Me di wê de agahdarî daye xwendevanan ka nivîskarî li ser çi nivîsiye û ew nivîs li kî derê û kengî hatiye belav kirin û bo çi me xwest wê di Kulturnameyê de biweşînin. Ew pêşnivîs jî ev e:
»Kurdistan - welatê ku nîne« kitêba konsolosê Swêdê yê Stenbolê Ingmar Karlssonî di van dawiyan de bi zimanê swêdî derket. Ew hem di nav swêdiyan û hem di nav kurdên Swêdê de bû babetê minaqeşeyê. Gelek kurdan tingijîn û dilnerehetiya xwe ji dîtinên Ingmarî, çi bi nivîskî û çi bi rêya semîneran nîşan da. Hinek jî heta hedekî acizbûne ku wan Ingmar Karlssonê swêdî ji ber naveroka kitêba wî û dîtinên wî yên di derheqê paşeroja Kurdistanê de tê de bi alîgirê dewleta Tirkiyeyê bi nav kir.
Birêveberê giştî yê malpera Nefelê Arif Zêrevan di vê meseleyê de xudan dîtineka din e. Ew di nivîsa xwe ya duhî de (Ingmar Karlssonî bi kitêba xwe »Kurdistanê« pê li birîna me kir) ya di Nefelê de belavbûyî weha dinivîse:
Heger hûn bala xwe baş bidin hevoka dawiyê, hûn dê zelal bibînin ku min nivîsiye ku ew di nivîsa xwe de weha dinivîse. Ev bi kurdî têt wateya beşek yan çend beş ji nivîsa wî. Wek ku mirov qala axiftina kesekî bike û bibêje: Wî di axiftina xwe de ev got yan weha got. Yanî em li vê derê behsê hemî axiftina wî nakin, lê belê em behsê parçeyekê yan çend parçeyên jê dikin. Min ne nivîsiye va ye nivîsa Arif Zêrevanî bi hemî ve li jêrê ye. Ez nizanim bê ka çima Sîrwanî bala xwe nedaye ser vê hevokê û hizra xwe tê de nekiriye û bi ser de bazdaye.
Min nexwest wan herdu parçeyên di dawiya nivîsa Arifî de ne, di Kulturnameyê de belav bikim, ji ber ku yek, bi dîtina min delîl û belge li ser zanyariyên di parçeya dawiyê de bûn, tê de nehatibûn berçav kirin; du, bi hikmê wan herdu parçeyên dawiyê nivîs ber bi siyasetê ve têt ajotin, belkî ew karê malpereka din be, bes ew ne yê Kulturnameyê ye, ku wê xwe bi wargeha çande û kultura kurdî nasandiye.
Sîrwan di wê nivîsa xwe de behsê projeyan û pereyan dike. Ez dixwazim wê jî zelal bikim ku Kulturname ji çi aliyekî re, ne li Kurdistanê û ne jî li derveyî wê, wek proje ji bo standina arîkariyan (her rengekê arîkariyan be) nehatiye pêşkêş kirin û wê çi arîkarî ji çi kes û ji çi aliyekî wernegirtiye. Ev karekê xwepêmijûlkirinê ye û ji hezkirina me ya vî warê weşanê têt û em wê di wextên xwe yên vala yên piştî karên xwe yên resmî de dikin.
Ez hez dikim li vê derê bi kurtî be jî zelalkirinekê li ser awayê belavkirinê di Kulturnameyê de berçav bikim. Me her di beşê Infoyê de siyaseta weşandinê di Kulturnameyê de diyar kiriye ku ew berhemên xwerû kulturî – edebiyat, ziman û huner – di nav xwe de hembêz dike. Em di Kulturnameyê de nivîsa şaşiyên zimanî yên berbiçav, yên rênivîs û gramerê tê de bin, belav nakin. Em peywendiyê bi nivîskarî/ê dikin û bê razîbûna wî/wê li ser serrastkirinên ku em di nivîsa wî yan wê de dixwazin, em wan serrastkirinan nakin û belav nakin. Em di warê naverokê de jî babetên derveyî qada Kulturnameyê ne, naweşînin. Em wan nivîsarên ku rexneyên bê delîl û argumentnekirî, yan zimanê birîndarkirina kes û aliyan tê de be belav nakin.
Kontrolkirin yan sansûrkirina naveroka weşanê - çi ya nivîskî û çi ya guhbar û dîtinbar be - yek ji bingehên karê rojnamevaniyê ye yên ku divêt her redaksiyonek lê miqate be. Bêguman ew li gor siyaseta weşanê ya her sazî û navgîn û amrazekê weşanê têt guhortin, ji ber ku her yekê ji wan siyaseta xwe ya weşanê ya taybet bi xwe ve heye. Redaksiyonek nikare bê siyaseteka xwe ya weşanê karekê bi serûber bike. Divêt ew li pêşiyê xetên wê siyaseta xwe dabine ji bo ku bizanibe ew dê çi bike û çi belav bike û ji kê re belav bike. Kulturnameyê jî wek her amrazekê ragihandinê siyaseta xwe ya weşanê ya taybet bi xwe ve heye û bingehên wê yên serekî bi awayekê zelal di beşê Infoyê di Kulturnameyê de hene û ew li gor wan hereket dike.
Li dawiyê ez dixwazim rêz û hurmetên xwe bo wê azadiya peyv û derbirînê ya di çarçoveyên etîk û exlaqên rojnamevanî û weşandinê de ye û ya rêzê li rastiyê û mirovan û bihayên mirovatiyê digire, diyar bikim.
E-Mail: sidqi@kulturname.com
---------
1 Têbînî: Arif Zêrevan li ser weşandina nivîsara xwe di Kulturnameyê de bêyî herdu beşên dawî û bêyî ku li ser sedemên neweşandina wan xwendevan bê agahdarkirin, ne razî ye. (Malpera Amûdê)
|
|
|
|
|
|