www.amude.com
   www.amude.com - rojnamevaniya bi kurdî   Deutsch


navête@amude.com

nav  
şifre  
» fermo emailekê çêke

Malpera Amûdê

» bike rûpela destpêkê
» bixîne favorîtên xwe

lêgerîn


kulîlka hefteyê


 
17.09.2008 - 01:01 [ 1350 caran hatiye xwendin ] [ çap bike ]
----------------------------------------------------------------------------------

Xecê Bekir û «Behind Walls»:
Huner wek bersiv ji tunekirin û jibîrkirinê re


Sîrwan H. Berko - Dortmund


Dîmenek ji pêşangeha "Behind Walls" a Xecê Bekir (wêne: Guy L'Heureux)

Mirov bîne ber çavên xwe: Hinek tên û navên te radikin û li şûna wan navên xwe datînin. Navên gund û bajarên te tune dikin û navine nû bi zimanê xwe li wan dikin. Ji bo gelê kurd siyaseta erebkirin, tirkkirin û fariskirina hertiştê bi kurdî ne tiştek nû û ecêb e. Lê mirov çawa dikare vê siyaseta hewildana tunekirina peyva kurdî bi cîhana pir dûr bide nasîn?


Xecê Bekir di sala 19732ê de li bajarê Amûdê li Kurdistana Suriyê ji dayik bûye. Wê di sala 1996ê de li Zanîngeha Şamê xwendina hunera ciwan bi dawî anî û di sala 1999ê de di xwendina designa hundir de Master bi dest xist. Di sala 2001ê de hunermenda kurd koçberî Montreal li Kanadayê bû. Li wê derê wê li Zanîngeha Concordia xwendina Studio Arts kir û di salên 2005 ta 2007 burse ji bo çend projeyên hunerî li zanîngehê stendin. Xecê Bekir hunera xwe di pêşangehên li Şam, Beyrut, London û Montrealê pêşkêş kiriye. Di sala 2007ê de ew weke hunermendeke kurd bi projeya xwe The Energy of the City beşdarî projeya hunerî DigiArts a UNESCO bû.
>> www.khajybaker.com <<
(wêne: accesasie.com)
Ta niha Kurdan hewil daye ku vê trajediya mirovayetiyê di rêya siyasetê û alavên wê, ku Kurd ta niha nikarin wan baş bi kar bînin, bighînin wijdanê cîhana azad. Lê bi ser neketine.

Niha hunermendeke kurd tê û dixwaze bala cîhanê bikişîne ser erebkirina navên gund û bajarên kurdî li Kurdistana Suriyê. Lê di rêya xwe ya teybetî re: di rêya hunerê re.

Behind Walls (Li Pişt Dîwaran) navê pêşangeha Xecê Bekir e, ku çarê vê mehê li bajarê Montreal ê kanadî dest pê kiriye û mehekê dirêj dike. Di pêşangeha xwe Behind Walls de hunermenda 35-salî ta û sî û dengan tîne cem hev, da ku encamên erebkirina navên gund û bajarên kurdî li Suriyê eşkere bike. Xecê Bekir bi çavên xwe dîtiye bê çawa bi sedan deverên kurdî bi darê zorê navên erebî li wan hatine kirin. Çimkî ew bi xwe ji wê deverê ye, ji bajarê Amûdê.


Dîmenek ji pêşangeha "Behind Walls" a Xecê Bekir (wêne: Guy L'Heureux)

Xecê Bekir li ser armanca pêşangeha xwe dibêje ku ew dixwaze nas bike, bê çawa "ev proseya windakirin û tunekirinê bandorê li hebûn, bîranîn û dîroka kes û civaka kurdî dike". Bekir berdewam dike û dibêje: "Ez herweha dixwazim nas bikim bê çawa dewlet dîrokên fermî çêdkin, wexta ku li şûna bîranînên ne merxub ên gelê kurd rûyek nû tê çesipandin ku xizmeta rojeveke siyasî dike."


Dîmenek ji pêşangeha "Behind Walls" a Xecê Bekir (wêne: Guy L'Heureux)

Di pêşangehê de mirov di struktureke bi tayên qalind çêkirî re dimeşe û pê re li perçeyine ji hevpeyvînên bi Kurdên li Montrealê û deverine din guhdar dike, ku behsa erebkirina navan û encamên wê dikin.

Pêşangeha Behind Walls xebateke hunerî ya pir balkêş e. Ew bersiveke hunerî ye ji erebkirina navên kurdî re. Xecê Şêx Bekir bi Behind Walls vê siyaseta tunekirinê protesto dike û mejiyê kurdî yê çewisandî ji nexweşiya jibîrkirinê rizgar dike.


Dîmenek ji pêşangeha "Behind Walls" a Xecê Bekir (wêne: Guy L'Heureux)

Ew hêja ye ku ne tenê li Kanadayê li dar keve, lê herweha li seranserî cîhanê. Peyama hunerê bi gelekî ji ya siyasetê xurtir e, nemaze ku siyaset ne serketî be.

E-mail: sirwan@amude.com

---------------
The MAI (Montréal, arts interculturels)
Exhibition Behind Walls by Khadija Baker
September 4 - October 4, 2008
Gallery hours: Tuesday - Saturday, 12 pm - 6 pm
Opening Reception: Thursday, September 4 at 5:30 pm
Free admission
www.m-a-i.qc.ca
 
www.amude.com -  © 2000-2004 amude.com [ info@amude.com ]
destpêk | start: 26.09.2000