www.amude.com
   www.amude.com - rojnamevaniya bi kurdî   Deutsch


navête@amude.com

nav  
şifre  
» fermo emailekê çêke

Malpera Amûdê

» bike rûpela destpêkê
» bixîne favorîtên xwe

lêgerîn


kulîlka hefteyê


 
28.07.2008 - 00:51 [ 1345 caran hatiye xwendin ] [ çap bike ]
----------------------------------------------------------------------------------

Komîteya Karên Dereng

Sîrwan H. Berko - Dortmund


Trêna demê li "Komîteya Karên Hevbeş" derbas dibe. (wêne: © wilhei/pixelio)
Piştî Serhildana 12ê Adarê di sala 2004ê de li Kurdistana Suriyê Kurdên Binxetê li seranserî cîhanê çalak bûn. Bi taybetî rola Kurdên li Ewropayê di piştgirtiya vê bûyera dîrokî û herweha protestokirina rêjîma Suriyê de balkêş bû. Di wan rojan de Kurdan xebatek pir bi nirx û hêja kir. Kurd bûbûn xezeb û agirê wan giha rêjîma li Şamê û ew ta radeyekê jî baş şewitand.

Yek ji partiyên ku di wê demê de bi xebata xwe di rêza pêşî de bû, rêxistina Elmanya ya Partiya Yekîtî ya Kurd li Suriyê bû. Lê demek dirêj di ser wê adara bi xwîn re derbas nebû, bêyî ku ev ev rêxistin dest bi şerekî navxweyî yê dijwar bike, şerekî xwekujyane. Tevî hin nîşanên jiyanê yên şermokî di rûpelên internêtê de, lê mirov dikare bêje ku di rastiyê de ev partî li Ewropayê mirî ye1.

Windabûna vê partiyê, bidestxistina hejmareke mezin ji Kurdên Binxetê ya mafê penaberiyê li Elmanyayê û herweha hin sedemên ku yekser bi tevgera li hundirê welêt ve girêdayî ne, bûn sedem ku tevgera kurdî li Elmanyayê raweste. Ji bilî çend xwenîşandanên fedyokî yên rotînyane di hin helkeftan de, ti xebata kurdî ya berbiçav ji bo danasîna Pirsa Kurdî li Suriyê di qada elmanî-ewropî de nayê kirin. Pirsgirêkên li Elmanyayê bûn sedem ku li seranserî Ewropa xebata siyasî ta radeyekê raweste.

Ji bo vejandina xebata siyasî li Elmanyayê hemû rêxistinên Elmanyayê yên partiyên kurdî li Suriyê - rêxistina Partiya Yekîtiya Demoqrat (PYD), ku rêxistineke PKKê ye, ne di nav de - di destpêka îsal de li jêr navê "Komîteya Karên Hevbeş a Kurdên ji Suriyê li Elmanyayê" hevbendiyek damezirand. Ji bilî partiyan herweha hin komele û kesên serbixwe jî di nav vê hevbendiyê de cî digirin, ku tevde jî ji aliyê partiyan bi xwe ve hatine pêşniyarkirin û pejirandin. Nêta min bi xwe jî hebû ku di "Komîteya Karên Hevbeş" de çalak bim. Lê piştî ezmûneke biçûk, hîn di destpêkê de min xatir ji vê ramanê xwest û ez nema çûm civînên vê dezgehê.

Yek ji wan sedemên ku hişt ez zû ji "Komîteya Karên Hevbeş" dûr bikevim, nîqaşên bi seetan ên bêwate û gelek caran bê encam bûn. Herweha ger dawiya dawî biryarek hatiba stendin jî, roja din hinekan ew biryar ji bîr dikir û divyabû dîsa nîqaş bihata kirin û dîsa biryar bihatana stendin û htd. Ji xwe hin partî hene, endamên wan di civînan de nikarin li hev bikin û her yek ji wan xwedî nerîneke taybetî ye, mîna ku dijberên hev bin!

Ji aliyekî dî ve biryarên vê komîteyê pir dereng têne dayin. Weke mînak, di êvara Newroza îsal de li Qamişloyê sê welatiyên kurd bi guleyên rêjîma Suriyê hatin kuştin. Piştî vê bûyerê bi 8 rojan "Komîteya Karên Hevbeş" daxuyaniyek belav kir, tê de bangî beşdarbûna xwenîşandaneke li Brûksel paytexta Belcîkayê kir, ku di roja 03.04.2008ê de pêk hat, ango 14 rojan piştî kuştina welatiyên kurd li Qamişloyê. Wê berî hingî di daxuyaniyekê de rêjîma Suriyê şermezar û protesto kiribû.

Piştî bûyera êvara Newrozê komek ji Kurd, komele û rêxistinên kurdî li Elmanyayê (û welatên ewropî yên dî jî) bilez ji bo alîkariya malbatên goriyan dest bi danheva alîkariya diravî kir. "Komîteya Karên Hevbeş" ji vî tiştî aciz bû û di 31.03.2008ê de daxuyaniyek belav kir, tê de diyar kir ku ji ber ew pir mijûl bû, wê nekarî dest bi danheva alîkariyê bike, û ji kesên ku berî wê dest bi wî karî kiribû, xwest ku danheva alîkariyê bi wê re tensîq bike, da ku ev mesele nebe "pirsgirêk, ku tenê dijiminên miletê me sûdê jê digirin".

Çend hefte piştî vê dayuyaniyê "Komîteya Karên Hevbeş" dest bi danheva alîkariya ji bo goriyên êvara Newrozê kir. Ta niha ti daxuyanî li ser encamên vê çalakiya danhevê nehatine weşandin. Lê wek ku min ji hin endamên vê komîteyê bihîst, ev alîkarî berî du-sê hefteyan hatiye şandin ji malbatên goriyan re, ango bi kêmanî sê mehan piştî ku bûyer qewimî.

Di 14ê vê mehê de, Elmanya û Suriyê peymanek imze kir, li gorî wê rêjîma Suriyê dê ji niha û pê ve di vegerandina penaberên li Elmanyayê yên ji Suriyê de alîkar be. Wezareta hundir a elmanî ragihand ku 7000 penaberên ji Suriyê hene, ku divê bêne vegerandin ji bo Suriyê, çimkî dozên wan ji bo bidestxistina mafê penaberiyê nehatine qebulkirin. Ji xwe naskirî ye ku piraniya van penaberan welatiyên kurd in û vegerandina wan piştî salên dirêj li Elmanyayê dê ji wan re li Suriyê pirsgirêkine mezin ên siyasî, ewlekarî, aborî û civakî bi xwe re bîne.

"Komîteya Karên Hevbeş a Kurdên ji Suriyê li Elmanyayê" xwe wek nûnera Kurdên ji Suriyê yên nişteciyên Elmanyayê dibîne. Îroj îroj du hefte di ser imzekirina peymana Elmanya û Suriyê re derbas bûne, bêyî ku "nûnerên" Kurdan deng ji xwe anîbin. Teqez ewê deng ji xwe bînin, lê piştî çi? Piştî ku penaberên pêşî bêne şandin Suriyê?

Dema bûyerek diqewime, divê mirov yekser dest bi xebatan bike. Ku mirov deng ji xwe neyne û nede du berjewendiyên xwe, doza mirovî tê piştguhkirin. Mirov piştre çi bike û neke jî, fêde nake. Hingî tirên li mirovî diqelibe!

Di dawiyê de divê mirov bêje ku ne tevaya xebata "Komîteya Karên Hevbeş" xerab e. Endamên vê dezgehê xwe diwestînin û kedeke mezin didin xebata xwe, li ser hesabê xwe û malbatên xwe. Hewildanên wan berdewam in. Lê pêwîst bû mirov di çend nimûneyan de eşkere bike bê çiqasî ev ked gelek caran vala winda dibe. Ku mirov bi rastî bixwaze xebateke cidî bike, hingî divê mirov zû tevbigere û şêweyên xebatê yên nû bi kar bîne, ne yên salên 70 û 80. Xebata bê program û tenê ya munasebatan ne li gorî vê serdemê ye. Ev şêweyê xebatê bê encam e û dezgehên li dû dide ser rêya têkçûnê.

E-Mail: sirwan@amude.com


---------
1 Mebesta min li vir ne rêxistina Ewropayê ya Partiya Yekîtî ye, lê bêtir rêxistinên li welatên ewropî.
 
www.amude.com -  © 2000-2004 amude.com [ info@amude.com ]
destpêk | start: 26.09.2000