www.amude.com
   www.amude.com - rojnamevaniya bi kurdî   Deutsch


navête@amude.com

nav  
şifre  
» fermo emailekê çêke

Malpera Amûdê

» bike rûpela destpêkê
» bixîne favorîtên xwe

lêgerîn


kulîlka hefteyê


 
12.07.2008 - 11:55 [ 1317 caran hatiye xwendin ] [ çap bike ]
----------------------------------------------------------------------------------

Revandina welatiyên elman ziyanê digihîne Kurdan

Sîrwan H. Berko - Stockholm


Grûpa çiyahilkêşên elman li ser rewş hersê hevalên xwe yên revandî bitirs in. (wêne: dpa)
Careke din PKK bala cîhanê dikişîne ser xwe: Bi revandina sê turîstên elman li Kurdistana Tirkiyê. Di salên dawî de bêtir Terorîstên Al-Qaîdayê ne ku cîhan fêrî çanda revandinê kiriye. Niha PKK heman islubê Al-Qaîdayê bi kar tîne: revandina kesên sîvîl û gefxwarina li dewletên wan. Bi revandina welatiyên elman PKK dixwaze ku Elmanya "siyaseta xwe ya dijminayane li hemberî gelê kurd û PKK" bi dawî bîne.

Li Elmanyayê PKK ji sala 1993ê ve qedexe ye. Bi taybetî piştî dagîrkirina kolanên Elmanyayê û birîndarkirina polîsên elman ji PKK bû sedem ku Elman bi çavekî pir xerab li Kurdan binerin. Demek pir dirêj pêwîst bû ta ku Elman hêdî hêdî nas bikin ku piraniya Kurdan ne bi PKK re ne û PKK jî ne gelê kurd e.

Bi revandina sê welatiyên bêguneh, ku tenê dixwest hilkişin çiyayên Kurdistanê, PKK dîsa dihêle ku Elman û miletên cîhanê Kurdan bi xerabî û hovîtiyê nas bikin. Ligel ku komek ji siyasetvan û kesyaetiyên elman dubare eşkere dikin ku piraniya Kurdan ne bi PKK û siyaseta wê re ne, lê piraniya welatiyên elman nikarin cudabûnekê bixin nav PKK weke partiyeke siyasî ya kurdî û Kurdan wekî miletekî bindest. PKK bi vî şêweyî dubare wêneyê Kurdan di civata elmanî û ewropî de reş dike.

Rast e, siyaseta Elmanyayê li hemberî Kurdan ne baş e; siyaseteke inkarkirina rewşa gelê kurd e û çewisandina wî ji aliyê rêjîmên li Tirkî, Îran û Suriyê ve. Bi taybetî Tirkî ji bo Elmanya dewletek pir giring e. Endametiya Tirkiyê di NATOyê de sedemeke din e ji xurtbûna têkiliyên di navbera Elmanya û Tirkiyê de. Biryara qedexekirina Roj Tv jî di destpêka hizêranê de biryareke bêtir siyasî bû, ne qanunî. Dewleta elmanî Kurd gelek caran kirine goriyên berjewendiyên xwe yên bi Tirkiyê re.

Lê ma gelo siyaseta Elmanya ya negatîv li hemberî gelê kud wî mafî dide Kurdan ku welatiyên elman birevîne û gefan li Elmanyayê bixwe? NA! Revandina welatiyên elman ji aliyê PKK ve tawaneke ne di ciyê xwe de ye û divê bê protestokirin û şermezarkirin.

Revandina welatiyên sîvîl tucarî nikare bibe alternatîv ji xebata siyasî ya aşityane ya rewa re. Divê Kurd hewildanên xwe yên siyasî xurtir bikin û hewil bidin ku ji pirsa xwe ya rewa re dostan peyda bikin, ne dijmin û neyaran. Revandina hersê welatiyên elman di nav gelê elman de dostan çênake, ew dostên heyî jî dûr dixîne.

Pêwîst e ku PKK di zûtirîn dem de welatiyên elman serbest berde. Eger artêşa tirk bikaribe girtiyên elman rizgar bike, hingî Tirkî dê qezenceke mezin bi dest bixe. Her seeta ku Elman di destên PKK de ne, seeteke zêde ye. Girtina wan ziyanê digihîne gelê kurd û pirsa wî ya rewa.

Ji Kurdên li seranserî cîhanê tê xwestin ku dengê xwe li hemberî PKK bilind bike û girtina welatiyên Elman protesto bike. Herweha ji Kurdan tê xwestin ku li welatên ku ew lê dijîn, bi taybetî li Elmanyayê, li gorî qanunên van welatan tevbigerin û ji bo balkişandina ser rewşa gelê kurd û peydakirina dostan ji vî gelê çewisandinî re bi xebatên aşityane rabin.

E-Mail: sirwan@amude.com
 
www.amude.com -  © 2000-2004 amude.com [ info@amude.com ]
destpêk | start: 26.09.2000