|
|
|
11.06.2008 - 00:43
|
[ 1326 caran hatiye xwendin ]
[ çap bike ]
|
----------------------------------------------------------------------------------
Hêvî di rêya muzîkê re
Sîrwan H. Berko - Hewlêr
 Bernama Kurdî - beşê kurdî yê radyoya elmanî ya dewletê WDR-Funkhaus Europa - heman babetê bi deng weşandiye. Wêne bitikîne û guhdar bike. | Piştî rûxandina rêjîma dîktator Sedam Hisên berî pênc salan gelek Kurdan ji beşên Kurdistanê yên dî û herweha ji welatên koçberiyê berê xwe da Kurdistana Iraqê. Piraniya wan vê derfeta zêrîn ji bo bazirganiyê bi kar tînin. Lê gelek Kurd hene ku diçin wê derê, da ku di avakirina welatê xwe de alîkar bin. Li wê derê di hemû waran de pêwîstî bi alîkariyê heye. Yek ji wan dezgehên ku piştî Şerê Iraqê hate damezirandin, Fakulteya Hunerên Ciwan a Zanîngeha Selahedîn a li Hewlêrê ye.
Bi coşeke mezin deh mêr û jinên ciwan li kemanên xwe didin. Mamosteyê wan di nav xweydanê de li pêşiya wan sekinî ye û grûpê bi rê ve dibe. Eger mirov nizanîba ku ev der odeyeke zanîngehê ye, mirov dê bigota qey mirov li ciyekî ye ku bi salan e ku jiyanê dev jê berdaye. Dîwar rût û xerabe ne, zemîn tozgirtî ye; oda hema bêje vala ye.
 Salar Azîd bi gelek armancan vegeryaye Kurdistanê. |
Tevî vê yekê ev du sal in ku Salar Azîd vê rewşê tehmul dike. Ew li Zanîngeha Selahedîn a li Hewlêrê dersên amûra kemanê dide. Berî ku ew berî du salan vegere welatê xwe, Salar Azîd 15 sal li Holandayê derbas kiribûn. Ew wekî jenyarê kemanê binavûdeng û hezkirî bû. Lê dîsa jî wî biryar da ku vegere welatê xwe, tevî hemî astengiyan. Salar Azîd xwest beşdarî avakirina welatê xwe bibe, wek ku ew dibêje: "Rast e li derveyî welat xweş e. Lê eger herkes wilo bifikire, welatê me pêş nakeve."
Tevî dijwariyên pêşî di destpêkê de, Salar Azîd dikarî bi ser keve û van astengiyan derbas bike. Wî hin armanc dabûn pêşiya xwe û ji bo bicîanîna wan ew kete nav gelek hewildanan: "Di bîra min de bû ku eger ez rojekê vegerim Kurdistanê, ezê orkestrayekê durist bikim û li Fakulteya Hunerên Ciwan dersan bidim. Herweha di bala min de bû ku ez ji bo xwe peymangeheke taybet ava bikim. Lê ji van tiştan ta niha hin tişt bi cî hatine, hinên din hîn bi cî nehatine."
 Dr. Mihemed Ezîz Zaza: "Ji sifir nizimtir." |
Hîn Dr. Mihemed Ezîz Zaza jî hemû armancên xwe bi cî neanîne. Zaza 62-salî ye û ji Kurdistana Suriyê ye. Wî li paytexta Çîkoslovakiyaya kevn Pragê muzîk xwendiye û li wê derê nameya dektorayê jî bi dest xistiye. Piştî salên dirêj ji xebata li hin welatên erebî, wî li Qamişloyê instîtûyeke muzîkê ava kir û dersên muzîkê dida zarok û ciwanên Kurdan. Piştî rûxandina rêjîma Sedam Hisên berî pênc salan desthilata Kurdistana Iraqê jê xwest ku li Zanîngeha Selahedînê fakulteya hunerê ava bike.
"Ne karekî rehet e"Îroj Dr. Mihemed Ezîz Zaza serokê beşê muzîkê ye. Ew li odeyeke pir biçûk rûniştî ye. Li pişt wî wêneyekî serokê kurd ê binavûdeng Mele Mistefayê Barzanî daliqandî ye. Li ser dîwarê çepê jî amûra wî ya udê daliqandî ye. Li ser maseya li pêşiya wî hejmareke bêsînor ji rûpelan û herweha laptopek hene. Wekî din ji bilî tozê û çend kursiyên tozgirtî tiştek tune. Li jor merwehak hêdî hêdî li dijî germahiya bi şewat a bûharê li ber xwe dide. Berxwedaneke neserketî. Lê berxwedana rastî li devereke din e, wek ku Zaza dibêje: „Timî destpêk ji sifir e. Lê di rewşa Kurdistana Iraqê de destpêk ji sifir gelekî nizimtir e. Ji aliyekî ve Beesiyan li dijî çand û hunera kurdî şer dikir. Ji aliyekî dî ve di nav civaka Kurdistanê bi xwe de jî li dijî çand û hunerê şerek peyda dibe. Ta niha mesela bê ma gelo muzîk helal an heram e di rojevê de ye. Ji bo me ev şerek rojane ye. Ne karekî rehet e.“
 Kenar Kerîm di rêya awazên amûra xwe re ji rewşa xwe ya xemgîn direve. |
Bi giştî 74 xwendekar di beşê muzîkê de qeydkirî ne. Kenar Kerîm a 27-salî di sala duyem de dixwîne. Kenar ji xwendina xwe hez dike. Lê rewşa di fakulteya wê de wê xemgîn dike: „Mamosteyên pispor kêm in, dektor tune ne, avahî xerab e, pirtûk tune ne... Kêmasî zor in.“ Mirov van kêmasiyan li hemû dibistan û zanîngehên Kurdistana Iraqê dibîne. Li vê derê giringiyeke mezin nadin xwendin û perwerdeyê.
"Dê guhertin çêbibin"Îsal nifşê yekemîn dê xwendina xwe ya muzîkê bi dawî bîne. Ev nifş dê di dîroka kurdî de yê yekemîn be ku li zanîngeheke kurdî xwendineke muzîkê ya kurdî kiriye. Dr. Mihemed Ezîz Zaza bi vê yekê serbilind e, lê hîn jî rêyeke dirêj li pêşiya xwe dibîne: „Me ceweyekî muzîkî yê nû çêkir. Ji bo guhertinên mezin sal pêwîst in, zû bi zû çênabin. Divê çend nifş derkevin û ev nifş jî di warên xwe de kar bikin. Hingî mirov dikare bêje ku guhertin dê çêbibin. Ewê çêbibin jî.“
Ta hingî dê Salar Azîd berdewam bi xwendekarên xwe re prova bike. Tevî hemî astengiyan. Dibe ku ew rojekê ji rojan bikaribe xewna xwe bi cî bîne û orkestrayeke rast bi rê ve bibe, di saloneke muzîkê ya rast de, di orta Kurdistana Iraqê de.
E-Mail: sirwan@amude.com
* * * * *
Hin dîmenên ji Fakulteya Hunerên Ciwan a Zanîngeha Selahedîn a li Hewlêrê:
 Xwendekar li zanîngeheke rût... |
 ... dixwazin fêr bibin... |
 û bi rewşa xwe ya xemgîn dikenin. |
|
|
|
|
|
|