|
|
|
21.03.2008 - 13:33
|
[ 1321 caran hatiye xwendin ]
[ çap bike ]
|
----------------------------------------------------------------------------------
Nûnerê YNKê li Şamê protesto bikin!
Sîrwan H. Berko
Piştî kuştara ku di li Qamişloyê pêk hat, bi xêra xemxwarên êşa kurdî li Kurdistanê û derveyî wê nûçeyên kiryara hovane ya rêjîma Suriyê li dijî welatiyên kurd di medyaya cîhanî de belav bû. Yek ji wan alavên ragihandinê ku nûçeya bûyera do weşand, Ajansa Nûçeyan a Fransî (AFP) ye.
Di nûçeya xwe de AFP xwe dispêre nûnerê Suriyê yê Yekîtiya Niştiman a Kurdistanê (YNK) Ebdilrezaq Tewfîq û li ser zimanê wî dinivîsîne ku "komek ji ciwanên kurd tevlihevî kirine, da ku berî pêkanîna Kongira Erebî pirsgirêkan çêkin" (Nûçeyê bi zimanê ingilîzî bixwîne). Kongira Erebî dê di 29 û 30ê vê mehê de li paytexta Suriyê Şamê li dar keve.
Di demekê de ku Tevgera Kurd li Suriyê û herweha tevaya rêxistinên mafên mirovan li Suriyê - çi erebî çi kurdî - rêjîma Suriyê wekî berpirsyara êrîşa li dijî welatiyên kurd ên sîvîl dibînin û wê wê tawanbar dikin, siyasetvanek kurd ji Şamê - bi sedan kîlometer dûrî Qamişlo! - agahiyên ne rast belav dike. Ev agahî ne tenê şaş in, ew tenê berjewendiya rêjîma Suriyê pêk tînin. Ev skandalek e!
Li şûna ku Ebdilrezaq Tewfîq rêzê ji Şehîd û goriyên Newrozê re bigire, li şûna ku ew wek Kurdekî tawanên rêjîma Suriyê protesto bike, ew agahiyên çewt belav dike. Karê Ebdilrezaq Tewfîq ne ew e ku agahiyên çewt belav bike. Ew nûnerê partiya xwe ye û divê tenê di çarçeweya karê xwe de tevbigere.
Ji Ebdilrezaq Tewfîq tê xwestin ku lêborînê ji gelê kurd bixwaze.
Ji YNKê tê xwestin ku rê li ber karên wilo bigire, çimkî ew ziyanê digihîne wê bi xwe.
Û ji Tevgera Kurdî li Suriyê tê xwestin ku helwesta Ebdilrezaq Tewfîq protesto û şermezar bike.
E-Mail: sirwan@amude.com
|
|
|
|
|
|