|
|
|
20.03.2007 - 11:08
|
[ 1341 caran hatiye xwendin ]
[ çap bike ]
|
----------------------------------------------------------------------------------
Çanda koleyan
Miço Kendeş
Di sala 1989 de ez yek ji beşdarên çalakiyên “Hevdîtina Wêjeyî ya Zanîngeha Helebê” bûm. Me di wê demê de bi navê “Malbata Pîroz” malbateke hunerî ava kiribû, ku ji Meha Bekir, Helîm Yûsiv û min pêk dihat.
Dema ez derketim ser şanoyê da ku helbestên xwe bixwînim (hingî ez helbestvan bûm), min wisa helbestên xwe pêşkêş kirin: “Ev helbest diyarî ne bo Malbata Pîroz”, û min tiliya xwe dirêjî berpirsiyarên Partiya Bees kir, ku bi bedil û kiravatan di rêza yekem de daniştibûn, û min berdewam kir: “Ji we re jî gurzek strî!”
Ji ber van gotinan ez ji xelata duyem, ku ez ji bo wê hatibûm hilbijartin, bêpar mam.
Piştî xwendina helbestan, berpirsiyarê çalakiyan ê beesî hat li kêleka min rûnişt û xwest bizanibe bê ka ez serxweş im an çi bi serê min hatiye ta ku ez gotinên wisa zivir û “bê edeb” di derheqê “birêzan” de bikim. Gava ew têgihîşt ku min gotinên xwe bi mebest gotine, ji min re got: “Ey hêja, mirov dev li destên ku alîkariya mirov dikin, nake. Me tu anî festîvalê, da ku tu bikaribî helbestên xwe bi azadî bixwînî û me xelata duyem jî da te û bi ser de tu radibî û sixêfan ji me re dibêjî?”
Her ku ev bûyer tê bala min, hinek partî û kesayetî ji rewşenbîr û siyastvanên kurd pê re tên bîra min. Gava te dawetî Newrozên xwe - ez li vir li ser gotina xwe dişidînim - an televizyonên xwe yan jî ahengên xwe dikin û tu wan rexne dikî, tevî ku gelek ji van rexneyan ji berjewendiya wan bin jî, dibêjin: “Yaho, filan kes ji ber xwe ve fedî nake. Em xwe diwestînin û li xwe datînin wî bînin ahengên xwe, ew radibe tif savarê dike û mafê mêvantiyê û mazûvantiyê ji bîr dike û tecawiziyan li partiya me û sebmolên partiya me dike. Wey, ey nan kor!!”
Kurd dibêjin “kirîvantî ji herdu seriyan e, yanî ji herdu aliyan e. Her kes li gor hestên xwe yên neteweyî kar û xebatê dike û ne ji mafê ti kesî ye xwe wek axayên demên buhirî li ser serê me bibîne û bibêje “ez we tînim ahengên partiya xwe” û ji bîr dike ku belengazekî wek min nav, stran, dîrok û têkoşîna Kurdan bi hezaran kesan dide nasîn û bi taybetî kesên ne kurd. Her yek ji me berî hertiştî xizmeta welatê xwe dike û bi erkê xwe yê normal radibe, em ne azep in li cem bavên wan ta bibêjin “em we tînin...” û me mafê rexneyê heye, ne tenê li hunermend û rewşenbîran, lê belê li serok, berpirsiyar û rêberên xwe jî, wek her miletekî niv-demoqrat. Dema tu dengbêjekî, nivîskarekî, siyastevanekî yan jî rewşenbîrekî vexwendî çalakiyên partiya xwe dikî, tu berî her tiştî xizmeta welatê xwe dikî, ne qenciyeke kesane bi yê mêvan dikî!
Mafê rexneyî divê mafekî pîroz be û ez hema hema bawer im ku ne serokên Kurdan karîkatorên li ser xwe û rexneyên derbarey xwe qedexe dikin, lê belê ew axmezûtên biçûk ên ku wan li ser berjewendiyên xwe yên bi rengekî kûçkane û keftarî bi dest xistine, ditirsin û ew bi xwe di mêjiyê xwe de nîv-dîktator û paşverû ne û wan perwerdeya koletiyê û erddûzkirinê rakirine serbilindî û gotina rast li cem wan “tecawiz” û “bê edebî” ye. Ew her nizanin ku mirov ne tenê dijminê xwe rexne dike, lê divê - û ev erkek e - ku mirov dostên xwe jî rexne bike, da ku em ji nexweşiyên dijminê xwe xilas bibin.
|
|
|
|
|
|