www.amude.com
   www.amude.com - rojnamevaniya bi kurdî   Deutsch


navête@amude.com

nav  
şifre  
» fermo emailekê çêke

Malpera Amûdê

» bike rûpela destpêkê
» bixîne favorîtên xwe

lêgerîn


kulîlka hefteyê


 
03.03.2007 - 01:17 [ 1332 caran hatiye xwendin ] [ çap bike ]
----------------------------------------------------------------------------------

Çanda Selahyane

Sîrwan H. Berko - Dortmund


Dema wêne û rastî ji hev cuda bin: Selah Bedridîn di cilên kurdî de
“Wijdanê wî rehet e; ew wî qet bi kar nayne.”
(Stanislaw Jerzy Lec, nivîskarek polonî)

Çi cara ku kesekî nivîsek li ser Selah Bedridîn nivîsandibe, ew kêm caran bersivekê bi navê Bedridîn bi xwe dibîne. Tevî ku di piraniya caran de ew bixwe bersivan dinivîsîne, Bedridîn wan an bi navên çend zilamên xwe yên li Ewropayê diweşîne, yan jî bi navê “nivîsgeha birêz Selah Bedridinîn”. Kesên ku siyasetvanê kurd nas dikin û nivîsên wî xwendibin, dizanin ku pênûsa hema bêje tevaya van nivîsan a wî bi xwe ye. Lê xuya dike ku siyasetvanê kurd ê navdar li xwe danayne ku bi navê xwe bersiva “herkesî” bide.

Selah Bedridîn li ser nivîsara min a bi sernavê “Çawa Selah Bedridîn xwe bi xwe têk dibe“ (biner: www.amude.net/Nivisar_Kurdi_deep.php?newsId=5805), daxuyaniyek nivîsandiye û ew bi “nivîsgeha birêz Selah Bedridîn” imze kiriye. Balkêş e ku ev daxuyanî bi zimanê erebî (!) ji gelek malperên kurdî û erebî re hatiye şandin, tevî ku ew bersiva nivîsareke bi kurdî (!) ye, ku tenê di Malpera Amûdê de hatiye weşandin.

Lê eger “nivîsgeha birêz Selah Bedridîn” di daxuyaniya xwe de bi kêmanî nivîsandiba bê ew bersiva kê û çi dide, xwendevan dê hingî mesele fêm kiriba û vegeriyaba nivîsara ku bersiva wê hatiye dayin, da ku xwendiba bê çima “nivîsgeha birêz Selah Bedridîn” hêrs bûye.
Li şûna ku ew navê nivîskar û devera ku nivîs lê hatiye weşandin, binivîsîne, “nivîsgeha birêz Selah Bedridîn” tenê behsa “malpereke elektronî” dike, ku “dîsa û bê sedem êrîşî me kiriye û dev avêtiye me”. “Me” û “em”? Wilo diyar e ku Bedridîn di vir de şaş bûye û ji bîr kiriye ku ewê vê daxuyaniya xwe ne bi navê xwe imze bike, lê bi navê “nivîsgeha” xwe!

Gelo ev “malpera elektronî” kîjan e, ya ku behsa wê tê kirin? Daxuyanî bersivê nade. Di bersiva xwe ya li ser nivîsara Zinarê Xamo (biner: www.nefel.com/articles/article_detail.asp?RubricNr=1&ArticleNr=1853) de jî, Bedridîn dinivîsîne ku ”Zinarê Xamo li ba min ne naskirî ye û min ji gelek dostên Bakur û Rojava pirsî, dîsan nehat naskirin; lê dibe ew xelkê Bakur be”. Eger “birêz” Selah Bedridîn û “nivîsgeha” wî kesên ku ew bersiva wan didin, nas nakin, çima ew pêwîst dibînin ku dîsa jî bersivê bidin? Wilo diyar e ku cenabê “birêz” xwe di ser asta van kes û pirsan re dibîne! Lê mixabin şêweyê nivîsandina wî tiştekî din dibêje.

Selah Bedridîn baş dizane bê ew bersiva kê dide û ya kê nade. Bi kêmanî ew baş Malpera Amûdê nas dike, ji ber wî – berî ku ji ber nivîsarine rexneyî yên Nîzar Agrî li ser wî têkiliya xwe pê re qut bike - komek ji nivîsarên xwe ji vê “malpereke elektronî” re şandine û tê de weşandine. Herweha berpirsê vê malperê û nivîskarê van rêzan di 01.09.2003ê de serdana wî li mala wî ya li bajarê Essen ê elmanî kiriye û pê re hevpeyvînek pêk aniye û ew di 04.09.2003ê de (biner: www.amude.net/nerin/hevpeyvin-selah-bedridin.html) di heman malperê de weşandiye.

Wilo diyar e ku dema Bedridîn bixwaze û li gorî berjewendiya wî be, ew kesan nas dike, lê piştre dema ji wan aciz bibe, ew êdî nema wan nas dike. Dema ew dinivisîne ku ew wan nas nake, ew dixwaze bide xuyanîkirin ku ew kes ne giring in, ji ber ku eger giring bûna, wan dê siyasetvan û rewşenbîr ê mezin Selah Bedridîn naskiribana û tiştek ne li gorî dilê cenabê wî nenivîsandibana!

Hîn di hevoka duyem a daxuyaniya xwe de, Selah Bedridîn dinivîsîne: ”Bi taybetî ji ber ku xwediyê malperê bi temen û asta xwe ne ji dûr û ne ji nêzîk ve ne têkildarê pirsên di holê de ye....”
Li gorî têgihiştina vî mirovê ku xwe bi xwe navê “têkoşer” li xwe dike (li daxuyaniya wî biner), gerek nifşên niha tenê li ser bûyerên niha binivîsînin û weke mînak behsa Hitler û Holokausta li dijî Cihûyan neke!
Lê ne tenê ev: Da ku ew bide xuyanîkirin bê çiqasî nivîsara li ser wî “erzan” û “bêwate” ye, ew behsa temen û “asta” nivîskarê wê dike. Lê wilo diyar e ku temen û asta nivîskarî têr kiriye, ku bihêle ku “têkoşer”ê ku ev “40 salên” wî ne ku di nav “têkoşînê” de ye, hêrs bibe û bersiveke wilo bide!

Li şûna ku Selah Bedridîn xalên ku hatine destnîşankirin û rexnekirin, zelal bike, ew ne tenê wan wekî “çewtî û devavêtinan” bi nav dike, ew herweha gefan dixwe û dinivîsîne ku kesê ku ew tişt nivîsandine, ew dê “stûbariya xwe hilgire”!

Selah Bedridîn berdewam dike û dinivîsîne ku ewê di ”beşdariya xwe ya erênî derbarey doz û kêşeyên Tevgera Kurdî yên ramyarî, siyasî û çandî” de berdewam bike. Û “tevî ku em bi teqezî dizanin ku ... [rêjîma ewlekarî ya despotîk û serdest] dê li hemberî dijberên xwe û yên ku dixwazin wê ji hundir û derve ve biguherînin, nexasim ku ji Tevgera Kurdî bin”, ew dizane ku ev yek dê bihêle “ku em ji wê rêjîmê ti hêviyê nekin ji bilî belavkirina jehrên dubendî û perçebûnê di nav refên gelê me de” û ku ev rêjîm dê hewil bide ku “navên kesên ku ew bixwaze, bi xerabiyê ve girêbide û bi taybetî di rêya alavên kurdî re...”.
Bi kurtî: Rêjîma Suriyê hiştiye ku nivîsara min a jorîn bête nivîsandin û di Malpera Amûdê de bête weşandin!

Bersiveke wilo ji mirovekî mîna Selah Bedridîn, ku xwe mîna welatparêzê herî mezin dide xuyanîkirin, ne tiştek nû ye. Çi cara ku kesekî nivîsek li ser wî nivîsandibe, Bedridîn ew nivîs bi rêjîma Suriyê ve girêda ye û gotiye ku vê rêjîmê hiştiye ku agahiyên wilo li ser wî bêne belavkirin. Ne tenê ev: Bedridîn tim hewil daye û dide, ku di rêya zilamên xwe yên li hundir û derveyî welat, gef li xwediyên wan nivîsan bêne xwarin û agahiyên li ser jiyana wan a şexsî bêne weşandin. Ji bo bêdengkirina kesên ku rexneyan lê dikin, Bedridîn amade ye hemî şêweyan bi kar bîne. Bersivên wî û zilamên wî li ser nivîsarên Nîzar Agrî, Zinarê Xamo û herweha daxuyaniya wî ya niha baştirîn nimûne ne.

E-Mail: sirwan@amude.com


----------------------
Têbînî: Wergera kurdî ya daxuyaniya Selah Bedridîn dikare li vê derê bê xwendin: www.rizgari.org/modules.php?name=News&file=article&sid=7099.
 
www.amude.com -  © 2000-2004 amude.com [ info@amude.com ]
destpêk | start: 26.09.2000