|
|
|
23.09.2006 - 12:15
|
[ 1321 caran hatiye xwendin ]
[ çap bike ]
|
----------------------------------------------------------------------------------
Rexnekirina serhatina Kurdistana Başûr
Şêrko Deqorî
 Şêrko Deqorî | Federalîzima Kurdistana Başûr bidestketina kurdan a bitenê ye ji xebata nêzîka sed salî di serdema hevdem de. Ew ne bidestketineke kurd a xwerû ye. Heger ne ji kawikbûna Seddam Hisên û destêwerdana emêrîkî ba, dê ev federalî anha tune ba. Ev rastî teqez dike ku ti şoreşên biserketî di dîroka kurd de tune ne ji pêvî şoreşa mîdiyan a li dijî aşûriyan berî nêzîka 2120 salî.
Federalîzima Kurdistana Başûr helbet bidestketineke bêqam girîng e ji tevaya kurdan re. Me nirxê wê gelek xwîn daye. Ji loma xuristî ye ku her kurdekî serfiraz li cîhanê di warê xwe de û li gorî şêniya xwe bi hemû hêza xwe piştgirtiya vê serhatinê bike. Lê piştgirtî ne hema bi pesn û beristinê ye. Rexnekirin û fêrbûna ji bûriyê bingehîn in ji bo paraztina vê berpekirina yekane. Serhatineke dîrokî ya gelekî berfireh û biêş li cem me kurdan he ye, û ev çend hezar sal in ku eynî pirsgirêkan me ji pêkanîna yekîtî û azadiyê berbend dikin. Divê em girîngiyekê zêde mezin bidin xwendina dîrokê û em ti carên din nekevin şaşîtiyên xwe yên kevn.
Bêguman erêniyên girîng di serhatina Kurdistana Başûr de he ne, lê ji aliyekî din ve gelek nerênî jî he ne, û hinek ji wan bigef in. Ez dê li vir bizav bikim ku ez nerênî û pirsgirêkên herî girîng di vê serhatinê de bi kurtî bijimêrim û bînim zimên. Ez dê behsa metrisiyên derveyî nekim, çimkî ev metrisî ne beşek ji aliyê xweyî yê vê serhatinê ne. Ji aliyekî din ve, hîn ne xuya ye heger em dikarin damargîriya olî wekî metrisiyeke cidî babet bikin.
Di dîtina min de, pirsgirêkên nerênî û yên herî girîng di serhatina Kurdistana Başûr de ev in:
1. Binyata civakî ya paşketî û nehevgirtî ya gelê herêmê
Hokarê (faktorê) civakî hokareke gelekî girîng e di dîroka kurd de, û paşketina siyasî ya li herêmê vebeyîneke yekser a paşketina civakî ye. Nehevgirtina civakî ya kurdan – anha ji ber êlperestî û herêmîtiyê bi radeya yekê – sedema bingehîn bû ya binketina kurdan a herdemî di damezirandina dewleteke serbixwe de. Ev pirsgirêk divê ji kokê de bê çareserkirin. Di raya min de, heta ku kurd bi hişmendiyeke êlperest û herêmî – û belkî ”zaravperest” jî – raman bikin, ew dê ti carî nikaribin bigihên wê yekbûna pêwîst ji bo pêkanîna azadiyê.
Êlperestiyeke bi taybetî tund ji ber çiyayîtiyê di nav kurdan de pêk hatiye, û vê dawiyê bi tîrî hatiye xurtkirin ji aliyê rêjîmên zordar ve. Herêmîtî û ”zaravperestî” meremine ne gelekî kevn in, lê bandora wan ne kêmtir metris e. Ji loma zorbirina van pirsgirêkan ne tiştekî hesan e. Mixabin, serokatiyên kurdên Başûr – bi piranî – êlperest û herêmî ne, û partiyên wan jî li ser van bingehan hatine avakirin. Ji loma mirov nikare hêvî bike ku ev serokatî bi xwe şerê van pirsgirêkan bikin. Ev şer dê hevberî berxwedaneke mezin bê ji aliyê derebeg û axayên êlan ên paşverû ve li herêmê.
Pêşketina aborî û rabûna aboriyeke pîşesazî kilîta yekê ye ji bo hilqetandina van nexweşiyan, lê ev jî dê demeke pir dirêj bistîne. Ji loma, divê digel wê kampanyayeke civakî ya berfireh li dijî êlperestî, herêmîtî û zaravperestiyê pêk bê. Kampanyayeke dizgûnkirina civakî, bîrwerkirin û çavvekirinê ku kurdan fêr bike, bê çiqasî neyekbûnê di bûriyê de ziyan gihandine wan. Ev kampanî divê li ser destên rewşenbîr û xebatkarên serbixwe pêk bê, çimkî dûre ye ku ew li ser destên hêzên siyasî yên herêmê pêk bê. Sedem jî ew e ku ev hêza hebûn û berdewamiya xwe ji van nexweşiyan distînin. Ez dê di gotareke taybet de vî tiştî vepijilînim.
2. Binyata paşverû û nehevgirtî ya hêzên siyasî yên herêmê, û timakariya wan û kînên wan ên navxweyî
Rexneyên ku mirov derbarî serokatiyên siyasî yên Kurdistana Başûr dikare bike, nayên jimartin. Şaşîtiyên wan ên stratîjî û tektîkî kembaxî û ziyanine gird anîne serê kurdan, û şerên wan ên navxweyî bûne sedema ketina hezarên goriyên kurd ên bêguneh. Binyatên partiyên sereke yên herêmê binyatine êlî û herêmî ne, û hin serokin wan bi xwe jî bêqam êlperest û paşverû ne û bingeha hemû vewîniyên wan berjewendiyên êlî ne. Partiyên wan, wek ku David McDowall dibêje, ”konfederalîtiyine êlî” ne. Wekî din jî, gelek nakokî û kînên veşartî di nav van partiyan de he ne, û ji aliyekî din ve jî kînine mezin di nav êline sînordar de li herêmê he ne ji ber şer û heyfine kevn. Ev kîn li bendî delîveyekê ne da ku biteqin.
Tiştê herî metris li vir ew e ku binyata êlî û herêmî binyateke qels e, herdem gefa jihevketinê li ser wê he ye. Ev tişt tevî hemû kînên heyî şîmaneya (ihtîmala) binketina vê serhatinê û vegera şerê navxweyî û serberdanê mezin dike, û şêniya vemayînê ya Kurdistanê li ber metrisiyên derveyî jî qels dike. Mixabin, piraniya serokatiyên Kurdistana Başûr zêde timakar in jî, û stratîjiya xwe hîn jî bi şiklekî veşartî li ser dûrkirin û pişaftina aliyên din dimeşînin. Ev stratîjî bikêrî hilgirtina berpirsyariya gelekî wek gelê kurd ku di rewşeke wiha aloz de ye, nayê.
Rast e, ji aliyekî din ve mirov dikare pirsyar bike, gelo damezirandina partiyine xurt û mezin û neêlî di civakekê êlî de wek civaka Kurdistana Başûr gengaz e? Tevî ku ev tişt anha ne gengaz be jî, divabû hêzên siyasî yên herêmê yekser kampanyayeke giştî dest pê bikirana ji bo pêkanîna lihevhatineke giştî di nav hemû êlan de û ji bo puxtekirina civaka kurd ji van nexweşiyan. Lê ew ti carî wiha nakin. Mixabin, ne xuya ye ku serokatiyên Kurdistana Başûr ji evqas şaşîtî û azar fêr bûne. Nakokiyine pêşerojî ne dûr in, û heger ev rabînîn bi cih bê, dê ew bêguman destpêka dawiyê ya federaliya Kurdistana Başûr be.
3. Fesada îdarî, piştîvanî, partîtî û hikumê malbatî
Diyardeya fesada îdarî gelekî belav û xurt e li Kurdistana Başûr. Teqez ew belav û xurt e li Rojhilata Navîn û tevaya Cîhana Sisiya jî, lê her yek divê bi xwe raman bike û pirsgirêkên xwe çareser bike.
Fesad di hikumet û saziyên Kurdistanê de ji payeyên herî bilind ta yên herî nizim he ye. Em pê dizanin ku piraniya berpirsyaran di hikumeta herêmê de bûne milyardêr, û ev tişt berî gişî bandoreke nerênî li rewşa jiyanî ya gel dike. Helbet em behsa herêmekê li Rojhilata Navînê dikin, û fesad beşeke bingehîn e di hişmendiya rojhilat-navînî de. Lê eveya yekcar nabe behaneyek ji bo lêborîna vê birratiyê.
Gelek caran fesad li Kurdistanê rehine wê yên êlî he ne. Wek nimûne, gelek caran fesada hin berpirsyarên bilind tê hêvişandin (piştguhxistin) ji ber ku piştgirtiyeke wan a êlî ya xurt he ye. Partiya ku berpirsyarek sînordar li devera wê bi fesadaê rabe, newêre wî ji kar bixîne, çimkî desthilateke êlî ya xurt li dû wî he ye, û jikarxistina wî dê pirsgirêkine gelekî mezin bîne holê. An jî çimkî serokatiya vê partiyê ditirse ku heger ew vî berpirsyarî ji kar bixîne, dê êla wî yekser hevbendiya xwe ji partiya wê biguhêze partiya mezin û hevrik (pêşbez) a din. Di herdu rewşan de jî encam yek e.
Piştîvanî jî rehine wê yên êlî û herêmî (û helbet malbatî jî) he ne, û partîtî, dabeşkirina patiyane û hikumê malbatî diyardeyine xwedî bandoreke gelekî nerênî ne, ku divê bên hilqetandin û şerê wan bê kirin. Rola hikûumetê li vir sereke ye, lê divê xelkên herêmê jî di riya protesto, xwepêşandan û daneheva îmzayan re zextê li hikumetê bikin, da ku dizgûnkirina vê rewşê bilezîne.
4. Başkirina rewşa jiyanî gerek e.
Tevî wan bizavên ku dixwazin Kurdistana Başûr wekî ”Swîsraya Rojhilata Navîn”ê ji me re wêne bikin, em baş pê dizanin ku gelek pirsgirêkên aborî û xizmetî lê he ne. Xelkên herêmê van pirsgirêkan ji min çêtir dizanin, lê ez dikarim behsa hinekan ji wan bikim. Nirxên zêde bilind ên ardûman û şewtemenî û kiriyan, pirsgirêkên kehreba û avê, kêmbûna anînberên (istismarên) derveyî û mişxetiya ji bo dervey welêt pirsgirêkên herî mezin in li ber hikumeta herêmê. Em vê dawiyê dibînin ku gelê herêmê dest pê kiriye xwepêşandan û protestoyan li dijî vê rewşê dike. Divê ev tişt berdewam bibe, çimkî li gor zengînbûna herêmê divabû rewşa wê ji wiha çêtir ba.
Berhengarî û metrisî pir in, û zorbirina wan, wek ku me got, erkine dijwar jê re divên. Erkine ku bi hevbeşî ji aliyê hikumeta herêmê ve û ji aliyê rewşenbîr û xebatkarên azad ve jî pêk bên. Rewşenbîr û xebatkarine ku ne bi plan û berjewendiyên partiyên mezin ve girêdayî bin; erkine ku ber bi rizgarkirina civaka kurd ji nexweşiyên wê yên kevn ve rêberkirî bin; erkine ku armanca wan bîrwerkirin û çavvekirina kurdan be derbarî metrisiyên birra ku ew di wan de ne.
Heger ev pirsgirêk giş neyên çareserkirin, dê ev serhatina kurd a yekane û bûhagiran di metrisiyekê mezin de bimîne. Hêviya rizgariyê ya bitenê di dizgûnkirineke civakî ya rehdar (radîkal) û veterisandina nexweşiyên dîrokî yên civaka kurdî de ye.
shergodakouri@msn.com
|
|
|
|
|
|