www.amude.com
   www.amude.com - rojnamevaniya bi kurdî   Deutsch


navête@amude.com

nav  
şifre  
» fermo emailekê çêke

Malpera Amûdê

» bike rûpela destpêkê
» bixîne favorîtên xwe

lêgerîn


kulîlka hefteyê


 
22.09.2006 - 15:36 [ 1361 caran hatiye xwendin ] [ çap bike ]
----------------------------------------------------------------------------------

NA ji bo şeniqandina mirovan li Kurdistanê

Sîrwan Hecî Berko - Dortmund


Sîrwan Hecî Berko
Li Kurdistana Iraqê do 11 Kurd hatin şeniqandin. Jiyana 11 mirovan bi zorê hate bidawîanîn. Her 11 Kurd bi karûbarên terorîstyane hatibûn tawanbarkirin. Ji ber ku Parlamenta Kurdistana Iraqê hîn ti qanunên ji bo xebatên teroristyane dernexistine, li Kurdistanê qanunên Iraqê têne bikaranîn.

Bi rastî problêmeke mezin e, ku hema bêje dewleteke mîna Kurdistana Iraqê, ku xwedî tecrbueyeke demoqratiyê ya teze ye, mirovan bikuje. Danezana Cîhanî ya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî mafê jiyanê ji bo her mirovekî misoger dike. Ew herweha misoger dike, ku mafê her mirovî heye, ku nebe goriyê cezayek nemirovane û xerabker. Gelek peymanên navneteweyê yên mafên mirovan û herweha desturên gelek welatan van mafan diparêzin.

Cezaya kujtinê van mafan binpê dike.

Hikumeta Kurdistana Iraqê giring dibîne, ku mafên mirovan bêne paraztin. Kujtina mirovekî tucarî nikare bibe bersiva kujtinê. Dibe ku hikumeta kurdî difikire, ku şeniqandina kesên mîna Şêx Zana û hevalên wî dê xelkê bitirsîne û wan dûrî karûbarên terorîstyane bikin. Lê wek ku Amnesty International radigihîne, li ti deverê ji bo vê îdîayê belge nehatine peydakirin. Ji ber vê yekê: Hikumetek nikare mafên mirovan biparêze û di heman demê de cezaya kujtinê pêk bîne.

Li gorî agahiyên Amnesty International, li seranserî cîhanê li 129 welatan cezaya kujtinê hatiye rakirin an jî nayê bikaranîn. Hema bêje li seranserî Ewropayê kes nema rastî cezaya kujtinê tê.

Di reşpelika qanuna nû de, ku gerek Parlamenta Kurdistana Iraqê di dema bê de biryara wê bide, cezaya şeniqandinê heye. Di tecrubeyeke teze mîna ya Kurdistana Iraqê de, divê cezaya kujtinê nemîne. Wek çawa Kurdistana azad welatên rojavayî ji xwe re mînak dibîne, pêwîst e ew di vê xalê de jî wek wan bikin.

Mafê ti kesî tune ye, ku jiyana mirovekî jê bistîne.

sirwan@amude.com
 
www.amude.com -  © 2000-2004 amude.com [ info@amude.com ]
destpêk | start: 26.09.2000