|
|
|
20.02.2006 - 01:00
|
[ 1415 caran hatiye xwendin ]
[ çap bike ]
|
----------------------------------------------------------------------------------
Rojîna bi du rûyan: Bi kurdî tiştek e û bi zimanên dî tiştekî din e
Sîrwan Hecî Berko - Dortmund
 Rojîn | Di mehên dawî de, komek ji malperên kurdî bûn armanca êrîşên hakkerên (hakker=kesên ku jêhatîbûna xwe bi kar tînin û dikevin sîstemên biyanî û wan diguherînin) tirk. Ev malper têne guhertin û li şûna rûpelên orîjînal alaya Tirkiyê û carinan jî wêneyê Kemal Ataturk têne nîşandan.
Piştî ku min bihîst ku malpera hunermenda kurd Rojîn jî hatibû hakkirin, min serdana malperê kir. Lê birêvebirên malperê zû malpera xwe guhertibû û ew vegerandibû wekî berê. Min derfeta serdana xwe ya malpera Rojînê bi kar anî ku hinekî ji xwe re lê bigerim û bibînim bê ka hunermenda me xwe çawa di cîhana internêtê de pêşkêş dike.
Rojîn hunermendek jêhatî ye. Ew baş dizane xwe û hunera ”bifiroşe”. Ew yek ji hunermendên kurd ên gelekî kêm e, ku malperek wê heye û malper carê tê nûkirin jî.
 Rûpela destpêkê ya malpera Rojîn |
Di rûpela malperê ya pêşî de, mirov rastî peyvên Kurdî, Türkçe, English û Deutsch (elmanî) tê. Mirov bawer dike ku dema yek zimanekî bitikîne, malper wê agahiyên bi wî zimanî pêşkêş bike. Lê rastî tiştekî din e: hemî nivîs bi tirkiya ”şêrîn” in û tenê navên beşên malperê bi zimanên din in. Lê di rûpela xwenasînê de, têkst bi her çar zimanan peyda dibin. Herweha di qorzîkeke rûpelên beşên elmanî, ingilîzî û tirkî de, wateya navê Rojîn bi zimanên wan beşan hatiye nivîsandin: Ro + jîn = Roka jînê.
Dema mirov beşê zimanekî vedike, yekser straneke Rojîn bixêrhatîna mêvanê malperê dike. Tiştê balkêş ew e, ku di beşê kurdî de strana bi kurdî ”Ey dil” derdikeve. Lê di hersî beşên dî de stran bi tirkî ye. Ev yek gumanê bi mirovî re çêdike, ku Rojîn zêde naxwaze ji kesên ne Kurd re nasnameya xwe ya kurdî bide pêş. Hin agahiyên di têksta xwenasandinê de ya di beşê ”Ez Rojîn” de vê gumanê xurtir dike.
Di têkstên bi zimanên biyanî de, bi şêweyekî eşkere nehatiye nivîsandin ku Rojîn Kurd e. Di têksta bi kurdî de, hatiye nivîsandin ku dayika Rojîn ”ji Suriyê” ye û bavê wê ”Kurdekî Mêrdînê” ye. Nasnameya dê nehatiye eşkerekirin. Li Suriyê gelek netewe dijîn. Rojîn carekê di bernameyeke Roj Tv de gotibû ku diya wê Kurd e û ji bajarê Amûdê li Kurdistana Suriyê ye.
Ev yek wê ne zêde balkêş bûya, eger di têkstên bi tirkî, ingilîzî û elmanî de peyva ”Kurd” wekî nasnameya bavê wê nehatiba rakirin. Di wan têkstan de hatiye nivîsandin ku dê ”surî” ye û bav ”ji Mêrdînê” ye.
Bi taybetî di têkstên bi ingilîzî û elmanî de Rojîn xwe bêtir weke hunermendeke ku ji bilî stranên bi tirkî herweha stranên bi kurdî jî dibêje, dide pêşkêşkirin. Tenê di têksta bi zimanê ingilîzî de hevokek heye, tê de hatiye nivîsandin ku zimanê Rojîn ê zikmakî kurdî ye.
Di beşên ”Rojîn di çapemeniyê de” û ”Rojîn di www de” de, mirov tenê rastî têkstên li ser Rojîn ên di çapemeniya tirk de tê. Qey ji bilî çapemeniya tirkî ti deverek dî li ser Rojîn nenivîsandiye!
Di hevpeyvîneke wê de ku berî demekê di ”Nêtkurd”ê (lînka vê hevpeyvînê di malpera Rojîn de tune ye!) de hatibû weşandin, Rojîn di dawiyê de hin şîretan li me Kurdan dike:
”Ez dixwazim ji Kurdên me tevan re bêjim: Em tenê ber bêvila xwe nenêrin, em hebekî dûrtir bibînin. Gava meriv dixwaze tiştekî bike, hem pêre pêre qerara xwe nedin, hebekî bi sebir bin, dûrtir bifikirin. Em ji hev hez bikin, em xwedî li hev derkevin..”
Em ji te û muzîka te hez dikin, Rojîna hêja!
Em dûr difikirin û sebra me jî heye ku tu yê rojekê hinekî baştir li malpera xwe miqate bî û giraniya xwe bêtir bidî zimanê xwe yê kurdî û (gelekî giring!) ji bîr nekî ku tu Kurd keça dê û bavekî kurd î!
E-Mail: sirwan@amude.com
----------------
Malpera Rojîn: www.rojinrojin.com
|
|
|
|
|
|