www.amude.com
   www.amude.com - rojnamevaniya bi kurdî   Deutsch


navête@amude.com

nav  
şifre  
» fermo emailekê çêke

Malpera Amûdê

» bike rûpela destpêkê
» bixîne favorîtên xwe

lêgerîn


kulîlka hefteyê


 
12.02.2006 - 03:50 [ 1327 caran hatiye xwendin ] [ çap bike ]
----------------------------------------------------------------------------------

Bîrderbirînek

Lava

Azadiya raman, hizir û baweriyan mafekî bingehîn e. Ev mafê klasîk ê serete di destura neteweyan û danezanên navneteweyî de cih girtiye.

Di dewleta dadgerî ya legîtîm û rewa de, rêz û misogerkirina vî mafî heye. Herkes dikare bi azadî bîr û baweriyên xwe bide der.

Mixabin ku ev maf di dewletên zordar de hevokek tozgirtî ye di nav rêzik û pelên desturê de û di bin giraniya serdestan de ye. Ew her roj tê binpêkirin.

Çapemenî jî di dewletên zordest de amûrek e di destên hikimdaran de ji bo propaganda û pesindana azadiyê (ya nebûyî) û bo tevizandina hevwelatiyan.

Wilo çapemenî ji erkê xwe yê weşana azad, çavdêrî û rexne li dezgehên siyasî û civakî, dûr dikeve. Herweha gelek dezgehên dî wek
dadmendiyê amûra siyaseta dewletê ye. Ango hersê hêzên sereke di dewletekê de: dadmendî, birêvebirî û qanunsazî di dezgehekê de kom bûne, di partiyekê de konsentre bûne yan di navendekê de.

Li gorî Charles-Louis de Secondat Montesquieu, divê ev hêz ji hev cuda bin û çavdêriya hev bikin, ku karibin di balansekê de bi hev re kar bikin, her yek bi erkê xwe rabe ji bo paraztina dewletek dadmend û demokrat.

Di dema ku li hin welatan azadiya hevwelatiyan tê paraztin, li welatin dî şerê peyv û bîrderbirîna azad dibe. Me tevan bûyerên van rojên dawî li ser weşandina karîkaturên pêximberê Misilmanan "Mihemed" di rojnama danîmarkî (berî 5 mehan!) û hêrsa kor ku di nav xelkê de peyda bû, şopandin. Li Ewropayê gelek gengeşe ser mafê azadiya peyvê û weşanê çêbûn û hîn jî têne kirin. Ta ku komîsyona Yekîtiya Ewropayê pêşniyar kir ku çarçoveyekê ji çapemeniyê re deyne
ku ji hundirê wê dernekeve.

Gelo kî dikare sînoran ji vî mafî re deyne û heta
bi kû ve?

Vê carê dogma olê sînor li ber vî mafê bingehîn danî.
Mafê azadiya bîr û hizirê nîşana şaristaniyê ye.
 
www.amude.com -  © 2000-2004 amude.com [ info@amude.com ]
destpêk | start: 26.09.2000