www.amude.com
   www.amude.com - rojnamevaniya bi kurdî   Deutsch


navête@amude.com

nav  
şifre  
» fermo emailekê çêke

Malpera Amûdê

» bike rûpela destpêkê
» bixîne favorîtên xwe

lêgerîn


kulîlka hefteyê


 
04.02.2006 - 16:17 [ 1331 caran hatiye xwendin ] [ çap bike ]
----------------------------------------------------------------------------------

Rêjîma Bees êlan vedijîne

Salih Cefer


Salih Cefer
Dijîtiya êlan yek ji armancên partiya Bees bû. Rola wan di civakê de li gor dîtina Bees roleke paşketî bû.
Bees slogana li dijî axan û began û êlan û fewdalan ta roja îro bi zarokên dibistanan dide ezberkirin, lê mixabin di praktîkê de berevaj vê yekî dike.

Êl û fewdal û xwediyê sermiyan cihê xwe di her dezgehên dewletê de digirin.
Gava mirov li dîroka herdu rêjîmên Bees li Surî û Iraqê dinere, xwuya dike bê wan çiqas gringî daye serokên êlan û fewdal û oldaran.

berî ku Sedam bikeve, wî gelek zabitên leşkerî civandin, da ku piştgiriya wî bikin. Her ku zabitek derdiket ber mîkrofonê û xwe dida nasîn, Sedam jê dipirsî: "Tu ji kîjan êlê yî?" Û yekser pesna wê êlê dida!

Rêjîma Surî di van rojên teng ku Surî tê re derbas dibe de, bang li êlên kurdî kir û xwest wan ber xwe ve bîne, û rola partiyan bûç bike.

Ji ber ku rêjîmê Doza Kurdî napejirîne û bi nûnerên Kurdan re rûnane, xwest vê leystika gemarî bilîze.

Tevî ku kesên welatparêz di nav êlên kurdî de bi xwe naxwazin bi rola Tevgera Kurdî rabin û xwe naxin şûna wê, lê dîsa bi sozên rêjîmê hatin xapandin.

Eger rêjîm rast çareserkirina doza kurdî dixwaze, divê ligel Tevgera Kurdî ya siyasî rûne, ne nakokiyan têxe nav civaka kurdî û rola êlan vejîne.

Divê êlên Kurdan ha ji xwe hebin û careke din bi vê rola ne pak ranebin û ji rêjîmê re bêjin "em ciyê tevgera siyasî nagirin". Ev erkeke neteweyî ye, divê ji bîr nekin.

Ji Tevgera Kurdî jî tê xwestin ku xwe bide hev, bi taybetî jî di vê qonaxa giring de, ji bo tu hêzên din bi rola wê ranebin.
 
www.amude.com -  © 2000-2004 amude.com [ info@amude.com ]
destpêk | start: 26.09.2000