www.amude.com
   www.amude.com - rojnamevaniya bi kurdî   Deutsch


navête@amude.com

nav  
şifre  
» fermo emailekê çêke

Malpera Amûdê

» bike rûpela destpêkê
» bixîne favorîtên xwe

lêgerîn


kulîlka hefteyê


 
27.12.2005 - 11:30 [ 1320 caran hatiye xwendin ] [ çap bike ]
----------------------------------------------------------------------------------

Daxuyaniyek Dr. Nuredîn Zaza

Brahîm Mehmud - Qamişlo


Dr. Nuredîn Zaza ligel kurê xwe Şengo (1978)


Dema ku Dr. Nuredîn Zaza li Madenê bû,
çiqas Madenê mezin bû, neynikek krîstalî bi serê xwe bû,
ew jî pê re mezin dibû,
Madenê xwe lê dida hev.
Zaza di Madenê de pê re xwe di cîhanê de werkirî bû.
Ew Maden bi xwe jî lê teng bû.

Dema berê xwe dabû Helebê, Madenê bi dûv wî de bû.
Lê wî li pêşiya xwe dinêrî.
Çiqasî Madenê dihate ber çavên wî,
Helebê bi kêrî wî nedihat.
Zaza her gav Madenê li ber çavên xwe didît.
Ji xwe Maden mezintir bû.

Şama Şerîf jî xwe jê re vekiribû.
Gelek bajar, cih û war bi dûv xwe de kişandin.
Gelek rûyên çirûsk dayînî ew bi jor xist.
Lê Madena wî neda pey gelek bajarên di pey peytextê re.
Madenê cudabûnek bû, bi serê xwe ma.
Zaza xwe di dilê xwe de bi werîsê wê digirt.

Li Qamişloyê Madenê gelekî nêzîkayî lê kiribû.
Lê ziman ne ew ziman bû
û xûzbûnekê xwe bernedabû hunava dîrokê.
Ew hêviya Madenê di dilê wî de qeymax digirt,
xwe lê digirt.
Madenê ji gewarê xwe gelekî dûr ketibû.

Di Iraqê de dîrokeke balkêş xwe lê pêça.
Bi gelek ewkan Madenê li ber xwe dida.
Di pişta wî de gelek çavkaniyên tarî derdibûn.
Dest û laş hatine guhestin nîgar û bîrbûna dîrokekê.
Madenê di wir de gerdûneke fireh dabû ber wî.
Zaza dixwest ku her dem navnîşanek jê re hebe.

Di girtîgehan de,
li ser riyên peqpeqonkî, jehr, derman kirî,
di xaçîrokên sawgirtî yên dijwar de,
di beşê cîhana ku kesî nedîtî de,
di ser qilopaziya wî de, ku tîran ew didan ber xwe,
Madenê ew baş hrmbêzî navê xwe bi ber kirî.

Di Siwêsrayê de, Madenê xwe bi bejn û bal kir.
Zaza Kurdistana xwe ji dûr ve zelaltir dît.
Ew zarokek bû ji pêsîra steyrikekê hatibû revandî di giyanê wî de,
di bin navê Kurdistan ê de,
Şîrê welatparêziyê veduxuar,
Madenê bi serê wê steyrikê girtibû.

Zaza cîhanek xurû berdabû xwîna xwe,
xwe pê dişûşt, da ku bimîne Herekolek jixwerazî.
Zaza çiqasî li xwe nêrî, xwîna xwe didît derdibû,
ew xwîna ku xelata wî bi xwe bû,
xelata ku hat pêvekirin.

Wî tenê ew riya han nas kiribû,
riya Madenê ku lê vegeriyabû, û bi çi sedemê.
Di dawî de Madenê jê re bûbû derdek.
Lê wî serê xwe danî ji dervî Madena xwe.
Dûr, nêzîkî nêzîkî wî, Madenê dijeniya.
Û ew ji Madenê mezintir bû jî
di kêlîka koçkirina xwe de.
 
www.amude.com -  © 2000-2004 amude.com [ info@amude.com ]
destpêk | start: 26.09.2000