www.amude.com
   www.amude.com - rojnamevaniya bi kurdî   Deutsch


navête@amude.com

nav  
şifre  
» fermo emailekê çêke

Malpera Amûdê

» bike rûpela destpêkê
» bixîne favorîtên xwe

lêgerîn


kulîlka hefteyê


 
23.12.2005 - 20:50 [ 1332 caran hatiye xwendin ] [ çap bike ]
----------------------------------------------------------------------------------

Kurdistana «azad»: «Na» ji «alê» re, «Erê» ji «qanuna» «Sedam»ê wê re!

Hoşeng Broka - Elmanya


Hoşeng Broka
Yek ji balkêştirîn helwestên cegerdarane, yên ku rêzdar Mesud Barzanî, li seranserî wan, hewil daye, ku kêşeya bi kurdî, wek eşkeretirîn kêşeya ji „Iraqa Sedam“ dabiryayî, biselimîne, helwesta „nepejirandina“ ala wê Iraqê ye. Ew ala, ku li jêr wê Iraq bû „zindaneke mezin“ û hemwelatiyên wê bûn yên mezinbûna wê zindanê, mezinbûna wê girtinê, mezinbûna wê serkutkirinê, û herweha bûn yên mezinbûa wê beşdarkirina „keriyane“, ya bi sêdar û kîmyaya zorê, di efsanekirina wê „komara tirsa mezin“ û mirina mezin de.

Ew ala ku Kurdên "kak Mesud", Kurdên "Mam Celal" û Kurdên pir "kak" û "mamên" din, yên bi kurdî, li jêr ayetên wê, yên ji „Allah û ekber „ heta bi „Allah û ekeber“, hatin talankirin, erebkirin, enfalkirin, helebçekirin, û jiholêrakirinê.

Bi lidijderketina xwe ya mêrane beramberî wê ala „Iraqa ji gêwilmendiya Sedam“, ku welatê navbera herdu çeman, bi hemî pêkhatiyên xwe ve, bir xwînîkirin, binpêkirin, sêdarkirin û çardakirinê, rêzdar Mesud Barzanî ne hesabê „iraqiyên“ ku hîn li jêr „Allah û ekberiya“ wê alê diçin Iraq û hemweltiya xwe, ne jî hesabê cîhana erebî û medyayên wê, yên ku Sedamê ji „Allah û ekberên“ wê alê hîn „qehremanê dergehê rojhilata wan e“, kir.

Bi redkirina vê „ala sedamî“, rêzdar Mesud Barzanî hemî „Iraq“a li jêr wê, ji dûrahiyên wê heta bi dûrahiyên wê, bir redkirinê.

Wate ew „Iraq“a ji Sedam heta bi dîktatoriya wî; ji Sedam heta bi karesatên navê wî; ji Sedam heta bi „Bees“a wî; ji Sedam heta bi tirsa komara wî; ji Sedam heta bi dagîrkirin û cengên wî; ji Sedam heta bi kuştina „Iraqa bêrî ji xwîna wî“; û ji Sedam heta bi „destur û yasaya“ wî, ya ku 182 hezar Başûr Kurd birin enfalkirinê, 8 hezar Barzanî berxwedan birin windakirinê, 5 hezar Helepçe Kurdistan birin helepçekirinê, û 1 milyon Kurdistan birin koçkirinê, birêz Mesud Barzanî ew Iraqa sedamyane, ji mezintirîn Sedamê wê heta bi biçûktirîn Sedamê wê, Kurd û Kurd, Firat û Firat, Dicle û Dicle û Kurdistan û Kurdistan, siparte redkirinê.

Ev redkirina bi kurdî, wek „na“yeke dirêj û mezin, ji wê ala, ku Sedam û Sedam li ba dibû re, ku çû helwestgirtin û „lihelwestdanê“ bê guman, ciyê serbilindiyeke kurdistanî a eşkere û mêraniyeke siyasetmedarane û bi kurdî a eşkeretir e.

Paş diyardeya Dr. Kemal Seyid Qadir, ku di „dadgeheke hewlêrî“ de (ku hîn jî ala Sedam wek aleke ne qanunî mehkum dike), li ser „gunehkariya“/ yan jî "gunehkarkirina" du nivîsên wî, 30 sal zindan lê hatin birrîn, diyar e ku li kêleka Sedam û ala wî ya „ne qanunî“, „Sedamekî qanunî“, „aleke qanunî“ û „qanuneke wî a qaninî“ jî heye.

Derbarey „gunehkarkirina“ Dr. Qadir û herdu nivîsên wî, yên „hêjayî“ 30 salên girover zindan, ragihandina hikumeta Hewlêrê, ya fêrmî Kurdên xwe weha hînî yasayê dike:
Di hevpeyivîneke xwe de, ku Radyoya Dengê Emerîkayê/Beşê Kurdî pê re kiribû, wezîrê „mafê mirovî“ Dr. Muhemed Ihsan weha bergiriya qanuna „Iraqa Sedam“ û ala „dadgehên wî“ yên „qanunî“, dike:
Dr. Kemal, ku du „meddehî“ li ser hene (meclisî muhafezeyî Hewlêr & û dezgehî parastinî giştî), li ser du „qeziyeyên ku bi qanuna iraqî pê delên teşhîr û qezif), „li ser esasî madeyî reqem 1, qanunî reqem 21/2003,(li gora qanina iraqî) bi 30 sal zindan hate hukumkirin.

Herweha Dr. Ihsan dibêje ku „teşhîr û qezif li gora qanuna iraqî cerîme ye“.

Taha Berwarî jî, wek „berpirsê Skandînavyayê yê hikumeta Kurdistana Federe“, di hevpeyivîneke xwe de, ku "Netkurd"ê pê re kiribû, bi qanuna „Sedam û ala wî“ weha „gunehkarkirina“ Dr. Qadir dixwîne:

„Ev cezayê ku li Dr. Kemal Seîd Qadir hatiye birîn ji ber hebûna qanûneka kevn a dewra rejimên berê ye, ku parlamentoya Kurdistanê hîn ew firsend nedîtiye biguhere û desthilata siyasî jî nikare midaxele bike bêje ev qanûn bira nemeşe.“

Pirsa bi kurdî, ku li vir di navbera Sedam û ala wî ya „ne qanunî û redkirî“ û Sedam û qanuna wî ya „qanunî û qebûlkirî“ de, xwe (paş cezakirina du nivîsan bi 30 sal zindan) pêwîst dike, ev e:
Sedamê „ala Allah û ekberî“, Kurdsitan û Kurdistan, hate redkirin, û bi kurdî rast bû, ma gelo „kurdîkirin û hewlêrkirina qanuna sedamî/yan Sedamê qanunî“ jî rast e???

Aya ne li jêr heman ala „ne rewa“, û heman „qanuna rewa“;
li jêr heman Sedamê „ne rewa“ û Sedamê „rewa“;
û li jêr heman Iraqa „ne rewa“ û Iraqa „rewa“, Iraq çû zindankirinê, Kurdsitan çû kîmyabarankirinê û xwîna bi kurdî çû enfalkirinê???

hoshengbroka@hotmail.com
 
www.amude.com -  © 2000-2004 amude.com [ info@amude.com ]
destpêk | start: 26.09.2000