|
|
|
23.12.2005 - 02:03
|
[ 1309 caran hatiye xwendin ]
[ çap bike ]
|
----------------------------------------------------------------------------------
Li ser bûyera Dr. Kemal Seyid Qadir
Hasan Kaya - Stenbol
 Hasan Kaya | Nêzîkî mehekê ye ku di çapemeniya kurd de nûçeyeke balkêş tê weşandin. Di nûçeyê de tê gotin ku Dr. Kemal Seyid Qadir di hinek gotar û axavtina xwe de rexne li birêveberiya PDK û hikumeta herêma Kurdistanê (Hewlêr) kiriye; hindek çapemenî jî radigihînin ku wî heqaret an dijîn ji bo bernavê "Barzanî" kiriye.
Di van çend hevokên ku binivîsim de, naxwazim bi dûdirêjî behsa derbirîna ramana azad, mafê gotinê, mafê hizirînê bikim. Bi baweriya min hîç kurdek tune ku li ser vê meselê ne şareza be. Beriya herkesekî hemû serok, sekreter, leşker, pêşmerge, birêveber, karmendên hikumeta Kurdistanê, biçûk an mezin şoreşegerî li dijî rêjîmeke dîktatorî û faşist kiriye. Ew baş dizanin bê ka ramana azad çi ye û ne çi ye.
Digel vê çendê, îro şoreşgerên duhî li welatekî êdî bûne birêveber ango desthilatdar. Lewre di kiryarên xwe de helbet ewê wekî desthilatdar tevbigerin, ne wekî dijberên rêjîmê. Lê di birêveberina welat û gerandina çerxa desthilatdariyê de, helbet wekî kesê xwedî wijdanê azad me maf heye ku em yasayên demokratîk, feraseta demokratîk û di îdarekirina dewletê de kevneşopiyeke demokratîk ji xwediyên erkê: ji parlamento, dadgeh, hikumet, serokatiya dewletê û hemû saziyên hikumî bixwazin.
Hîç kurdek hizir nake ku heqaretkirin li nirx û kesên ji bo gelê me pîroz bin, wekî tiştekî rewa bête dîtin; lê yasayên cîhana medenî dema ku şîdet nebe, ji bo derbirîna ramanê ceza nabirin. Ji bo heqaretê jî cezayên ewçend giran tune ne.
Meseleya Dr. Kemal Seyid Qadir tevliheviyekê di serê hemû rewşenbîrên xwedî wijdanê azad de çêkiriye. Gelo rastiya meselê çi ye? Kes ji me nizane. Xêrnexwazên kurdan dixwazin bi vê meselê kêmaniyê ji gelê me yê ku îro li Başûr bûye xwediyê desthilatdarî re çêbike.
Wekî kesekî ku guh dide dengê wijdanê xwe, bang li rayedarên têkildar ên federasyona Kurdistana Iraqê dikim: Di zûtirîn kat de vê meselê çareser bikin! Bila raya giştî bi rastiya meselê bihise. Banga min ji bo serokê Kurdistana Federal, serokê birêz Mesud Barzanî ye. Bila ew mezinahiya xwe di meselê de jî nîşan bide; ger bi rastî jî dadgehekê 30 sal ceza li kesekî birîbe, bêyî ku ew kes tevlî karekî şîdet û terorê bûbe, divêt ew kêmanî, ew yasa di zûtirîn dem de bête ser rastkirin.
Xewn û hêviya me ye ku Kurdistana azad bibe wek mînakeke welatê demokratîk û ramana azad.
|
|
|
|
|
|