www.amude.com
   www.amude.com - rojnamevaniya bi kurdî   Deutsch


navête@amude.com

nav  
şifre  
» fermo emailekê çêke

Malpera Amûdê

» bike rûpela destpêkê
» bixîne favorîtên xwe

lêgerîn


kulîlka hefteyê


 
21.12.2005 - 13:01 [ 1316 caran hatiye xwendin ] [ çap bike ]
----------------------------------------------------------------------------------

Yek

Brahîm Mehmud - Qamişlo


Brahîm Mehmud
Yek welatekî dicû û dadiqurtîne
û çend hezar mirovan ji xwe re dike dirankirosk,
ber diranên xwe paqij dike.

Yek milletekî germ dike,
û weke dixwaze, dipeyive
û bi bîhntengiyekê dibêje: “Ev çi milletek lal, yaw!”

Yek bi sed hezaran mirovan dide ber xwe,
wan tûş dike,
pûş dixe iyarên wan,
û li bende agirekî sincirî xwe radigire.

Yek bi xweda sund dixwe, ku ew jî yek e,
dide xwe ku ew be
û rastî mejiyê nîştewarê xwe tê.

Yek dibêje: “Ez, ez im!”
Yê din dibêje: “Tu, tu yî!”
Jê re weke wî lêdixe,
tu dibêjî ew ew e.
Herwiha yek dimîne.

Yek xwe dike heval û paş navê yekî,
ew yek xwe bi heval û nav dike,
çend heval û nav ligel vî yekî hene?

Yek dîrokê dinivîse bi lûblûba yekî,
yek li ser imze dike,
bi navê xwe yan bi navê yekî din,
yek dixwîne û xwe nabîne weke yekî zindî.

Yek ji êla xwe re dibêje: “Ez ala we me!”
Dibêje: “Ez ola we me û hûn dola min in!”
Dibêje: “Em yek in!”
Lê yeka wî tev yeka wan nabe.
Ev yeka yekîtiyeke perestî ye!

Yek agirekî pêdixe,
ku gelek pê re an jê re gurr bikin.
Lewra gelek bi agirê yekî dişewitin.
Yek bi xwe dibe dojeh.

Yek ji hevalên xwe re dibêje: “Ez ye im û hûn gelek in.
Divê hûn vê yekê bizanibin.”
Xwe jê re dikin yek.
Pê re pê re bilî dibin.
Ew ji ber yekemîna wî.

Yek ji yekî diengire
Ew yek jê re dibêje: “Ez vê yekê ji te re nahêlim!”
Dibêje: “Ma tu jî xwe dikî yek?”
Li ser vê yekê hîna di yeka xwe de ne.

Yek dibêje: “Ez û ne kesî din!”
Û ji bo yeka xwe bi cih bike,
çi kesê bibêje “ez jî yek im”, bi nav dike sîxur.
Ev yeka han jê re dire serî.

Yek ji ya xwe danakeve ta ku yekî jî nehêle.
Ew yeka wî bi girr e.
Ewî daye ber xwe ku yeka wî tek be.
Weke vî yekî ji valî walî dibînin.

Yek çiqas gelek e,
yek çiqas hindik e,
yek bi çi tête pîvan ku xwe ji yekayê dernaxe,
dest jê nabe?
Ku yek ne li pêş ne li paşî xwe dinere,
ne di binya yekê de, ku kêm nebe,
ne li ser yekî re, ku herdem bi xwe be,
herwiha yek di tirsa yekî de ye.

Yek yekî di taya yekî de dihêle.
Yek yekî di tirsa yekî dawî de li hev dixe.
Yek dev ji xwe bernade, ta ew yek be.
Yek dev ji yekî bernade, ta ew yekî din be.
Herwiha pêdiviya yekî di qanê de ye.

Gelo çend yek û çend yekok hene?
Çend yek ne bi yekî ne?
Çend hene bi yekî?
Çend yek yeka xwe li ser mirovan digirin,
da ku ew herwiha bimînin yek?

Tirsa min roj bi roj ji yekî ye,
yekî ku ne yek be û xwe bi nav dike yek;
yekî ku ji xwe bê ha ye û jê re dibêjin yek;
yekî ji xwe bi saw e ku bi nav bûye yek;
yekî ku bi dûv yekî de be û xwe zer dike yekî weke yekî saxlem;
yekî ku ji yeka xwe danakeve bê ku zanibe ew çi yek e;
yekî ku li yekî digere ji bo ku yeka wan yek be;
yekî ku di navbera yeko û yekê de ye û ne bi yekî ye;
yekî ku yeka xwe ji çi yeka heye yektir bike;
yekî ku bi yekî re li ser yeka xwe xweşik hizir nekiriye;

Ez weke yekî me ku li ber xwe didim, da xwe nas bikim, çiqasî yekî li pêş û paşiya xwe bibînim, ta ku yeka xwe pê re pê re bi cih bikim, di nav kesên ku ji yekî re dibêjin: “Hûn, di navenda civaka yekî de, ku çi yê heye li dora xwe diqurqiçîne, bi çi yeki ku xwe bi nav dike: nivîskar, hunermend, sazbend, ramyar,... ku dide nasîn bê çiqas ji yekî re divê, xwe aza û hoşiyar bike, da ku bibe yekî durist di xwenasînê de, ne yekî bi yekî yek be, an bê yekî ne yek be, weke van yekên ku xwe li ba dikin bi yekeyekê li cem vî yekî an bilî wî, da ku yeka xwe bi cih bikin, û nema xwe li yekî dikine xwedî, çimkî ew, weke pênasîn dibe, di bûyera dîrok û rojaniyê de, tucar ne ji yekê yekan e.”
 
www.amude.com -  © 2000-2004 amude.com [ info@amude.com ]
destpêk | start: 26.09.2000