|
|
|
18.12.2005 - 23:30
|
[ 1320 caran hatiye xwendin ]
[ çap bike ]
|
----------------------------------------------------------------------------------
Dem û dewrana %99,99 çû
Salih Cefer
 Salih Cefer | Ji roja ketina rêjîma Iraqê û ta roja îroj, herêma Rojhilata Navîn gelek guhertinên dîrokî dibîne. Herêm bi sedê salan di bin destên hêzên tarî de ma û bi dehên salan jî di bin destê rêjîmên diktator de.
Bi ketina Sedamê dîktator re av çû bin hemû dîktaoran û dest bi hejandina kelên wan bû.
Îroj gelên herêmê (Faris, Turk, Ereb, Kurd) tiştên nû dibînin. Gelên herême hîn bûbûn ku partiya serokê hemdemîn %99,99 ji dengan bînin.
Kesî nizanibû bê hilbijartin çi ye û nedixwest berê xwe bidin sendoqên hilbijartinê, lê ji tirsa zil û zoriye wan dengên xwe didan dijminên xwe.
Hêzên paraztinê û partiya desthilatdar û çend partiyên girêdayî bi rêjîmê ve dengên xwe didan hev û sendoq tijî pel dikirin bêyî ku kes wêribe bêje hûn çi dikin.
Kesê palêwrew li Turkiyê divê dostê leşkeran be, li Îranê dostê xwediyê şaşikan, an dostê hêzên paraztinê li Iraq û Suriyê.
Piştî erdheja Iraqê, derewa 99,99 ji sedî derket holê.
Iraqiyan da xwuyanîkirin ku ew karin wek hemû xelkên cîhanê herin ser sendoqan û dengên xwe bidin ên ku ew dixwazin, ne wek berê di bin darê zorê de.
Hilbijartinên li Iraqê di herêma Rojhilata Navîn de gaveke dirokî bûn. Ev gava dîrokî wê hêdî hêdî xwe berde tevaya herêmê, rêjîm bixwazin an nexwazin, ji ber kes nema derewa %99,99 ji wan qebul dike.
Eger pozê rêjîmên dîktator bişewite û ew li ber xwe kevin, wê dev ji kursiyên xwe berdin. Belkî gel kesên destên wan ne bi xwîn bibûrînin, çêtir e ku wek hevbeşê xwe di qulekê de werin dîtin.
Eger weha nekin û ava rûyê xwe neparêzên (eger tu av di rûyê wan de mabe), wê gel ji %100 wan bide bin sol û pêlavan, wek ku li Sedam Hisên kirin.
|
|
|
|
|
|