www.amude.com
   www.amude.com - rojnamevaniya bi kurdî   Deutsch


navête@amude.com

nav  
şifre  
» fermo emailekê çêke

Malpera Amûdê

» bike rûpela destpêkê
» bixîne favorîtên xwe

lêgerîn


kulîlka hefteyê


 
01.11.2005 - 11:54 [ 1306 caran hatiye xwendin ] [ çap bike ]
----------------------------------------------------------------------------------

Kurd û donkîşotiya partiyan li Kurdistana rojava

Mîkayîl Ibrahîm

Piştî rizgarkirina Iraqê xuya, diyar bû ku lêdana duyê ya Emerîkayê dê Suriyê be ne Îran, ev jî li gor du rastiyan:

Yekem: Îran welatekî mezin e û rûberê ax wê berfireh e, lewra şiyan û hêzek mezin divê; gelek zêdetir ji Iraqê. Herweha Îran hêj rûperên wê yên nerînî û neguncayî li gel civaka navdewletî bi temamî nekevtibûn ser mêzên navdewletî; bêter ji aliyê Emerîkayê bitetnê navê wê di nav lîsta sexbîrkirina terorê bû û li ser mêzên welatên din hêj mabû.
Fyîla atomî jî hêj mabû û bi van du salan zêdetir kevte ser mêzên navdewletî. Emerîka jî nediviya xwe bixe nav gomeka şêlû ku nizane çawa xwe biderxîne; nemaze meseleya Iraqê hêj temam nebibû û cihê rexneyên mezin bû ji aliyê dewletên xwedî berjewendî li gel welatên erebî û dewletên berjwendî hevdij li gel Emerîkayê.

Dûyem: Surî welatek biçûk e, peywendiyên wê li gel civaka navdewletî ji yên Îranê kêmtir in û demke hinek kûjîgir e û têkilî û berjewendiyên wê ne bi berfirehiya yên Îranê ne. Herweha fayilên wê yên negatîv li gel civaka navdewletî gerimtir in ji yên Îranê; nemaze meseleya dagirikirina Lubnanê û piştgiriya wê bo partî û grûpên teroristî li dijî Israîlê; ev ji bilî navê wê wek dewletek sexbîrkara terorê bi giştî û wek rêjîmek kevineperist li deverê, ku dîroka wê dirêj û pir e ji stem û zordariyê. Di heman dem de, Surî ji aliyê hêz û rûberê axa wê welatek biçûk e. Prensîpek şer jî heye, dibêje: “Li tirsnok û bêhêzan bide, dilê biwêr û qehremanan dilerze.”

Li gor van dû rastiyan, Surî aramnca duyê ya lêdana Emerîkayê ye. Serhildana bûhara 2004ê li deverên kurdî hereşe û gefên diyar bûn, dûvre jî ew fişara xistin ser Suriyê bo xwe vekişandinê ji Lubananê pêngavek bû ji bo binavdewletkirina karên nerewa yên Suriyê û ew naçar kir xwe ji Lubnanê vekişîne.
Kuştina Herîrî jî pêngavek din bû ku her ji destpêkê xwuya bû ku carek din karên nerewa û negetîv ên Suriyê yên hevdij li gel civaka navdewletî dikevin ser mêzên wê civakê û dê bikeve ber pilîn û tiwanc û nerazîbûna dewletan. Raport a Mehlîs jî weha hat û Surî tawanbar bû.

Pirsiyar ev e: Partî û aliyên kurd li Suriyê heya niha bo dema rûxana rêjîma Suriyê çi amadekarî kirine? Erê wan niha ev rewş û kawdana ku Suriyê pê re dibûre, çend ji xwe re veqoztine? Divê ew çi bikin?

Bi rastî rewşa partiyên kurdî li Kurdistana Suriyê cihê dilsotina her Kurdekî ye. Di nav xwe de dijî hev in û heya niha ti pêngavên hejî ji bo rêkxistina karê nateweyî neavêtine. Ezmûn û tecrûba wan jî li karê hevpişik tine ye. Heya niha armanca wan ne yek e û bo gelê me li wî parçeyî ne xuya ye. Heya niha dirûşmên xwe yekalî nekirine.

Li serhildana 2004ê gelê me li Kurdistana Suriyê şiya armanca xwe yek bike û biryara xwe yek bike û bi pêşiya partiyên kurd bikeve û aghdariyekê bidin partiyên kurdî li wir. Lê weha diyar bû ku ewan partiyan ev agahdarî bi tiştek giring wernegirt û her man li ser berbelaviyên xwe. Ev jî arîşeyek mezin e. Nemaze Kurdistana Suriyê ti rêberên mezin ên neteweyî nîn e.
Partiyên kurdî li wir hêj di her tiştî de şepirze ne; di program, dirûşim û karê hevpişik de. Ti alî aliyê din navexwîne; hemû jî bi nav “demokratxwaz” in!!

Gelo divê wan partiyan heya niha eniyek neteweyî pêk anîbana? Divê çendîn kongire û karên hevpişik kirbana? Divê têkilî û danîştin û peywendî û rêkkeftin li gel aliyên din yên ne kurd girêdabana? Divê û divê û divê?!
Lê tune ye.

Nemaze piraniya brengarên rêjêma Suriyê her ji Erebên şovînî û aliyên islamî ne. Ku eger sube rêjîma Suriyê nemîne, ew bo Kurdan ji rêjîmê baştir nabin. Lewre giring e pêngavên Kurdan niha bihên avêtin, berî ew berngar bihêz bibin. Divê karê xwe bikin û rêkkevtinên xwe imze bikin, ku mafên gelê kurd xuya be; wek çawa li Kurdistana Iraqê çêbû.

Vêca mirov nizane, bê ka erê partiyên kurd dê karê xwe bikin, an ew serkirdayetiyên wan dê bimînin Don Kîşot û gelê me yê kurd jî li Kurdistana rojava di serhildanan de bitenê bihêlin. Yan gelê me bi xwe dê biryara xwe bide û aliyên nû ji xwe re durist bike?
 
www.amude.com -  © 2000-2004 amude.com [ info@amude.com ]
destpêk | start: 26.09.2000