|
|
|
18.09.2005 - 13:42
|
[ 1301 caran hatiye xwendin ]
[ çap bike ]
|
----------------------------------------------------------------------------------
Daxuyanî: Higî em endametiya xwe ya di PENeke wilo de didin rawestandin
Pîr Rustem - Efrîn
 Pîr Rustem (diha) | Ji berî çendekê û di riya nameyeke PENa Kurd re, em agahdar bûn, ku Bêwar Ibrahîm bûye seroka bîroya PENê li başûrî-rojavayî welêt. Helbet evê naskirina me nişkabûnek li ba me peyda kir û me xwest em têbigihên bê ka çi li derdora me dibe û ew jî ji mafê me ye; him weke nivîskarekî kurd in û him jî endamekî PENê ne û çêroka endametiya me bi xwe jî rawestandinek li ser divê. Da ku xwendevan nekeve bin ti dûman û gûmanan, emê ji çêroka endametiya xwe de dest pê bikin û wilo emê bizavên xwe bikin, ku xalan deynin ser tîpan.
Ji berî çend salan û em texmîn dikin, ku şeş-heft sal bûne, carekê em weke girûpeke nivîskar û rewşenbîrên evî perçî ji welêt û li bajarê Helebê, bi sebareta rojnamegeriya kurd û rola Bedirxaniyan, li mala birêz Meleyê Kurd civiyan û ewê hîngê kek Mistefa Reşîd jî hatibû serdana welêt û ewî dixwest bi bêtirî nivîskaran re rûne û projeya bîroyeke (liqeke) PENê li evî perçî bi ewana re guftûgo bike û ev derfetek bû bo wî, ku bêtirî ewana bibîne.
Bi rastî camêr ewê hîngê projeya xwe di dawiya rûniştinê de pêşkêş kir û em demeke dirêj, weke gerdiş û adetê, li ser rawestiyan û bêtirî ewên pê re rûniştine erêkirin û di nav ewên erêkirine de, yek jê em bûn. Helbet erêkirina me ji rêxistineke wilo re û bi rastî ji rewş û sedemeke konevanî bû, ne ji ber ku em dostên PKKê bûn, lê ji ber rewş û heyama ku miletê me tê de dijî û hêvîdîtina di her rêxistin, komele û partiyekê de, ku ew karibe bi rolekê rabe û hin gavan ber bi pêş ve bavêje û ne ji ber ku me hêvî dikir ku ev komele, PENa Kurd, dê di demeke kurt de mafên Kurdan, bi kêmayî yên çandî, bistîne yan jî ewê me bike nivîskarekî cîhanî yan jî rojekê emê serokatiya ewê bikin û belkî di riya ewê re bibin serokê Kurdistanê yan jî cîhanê.
Qet na, ne ji ber ku em bi ewê yekê kêfxweş nabin, na, lê ji ber ku em ewê şên û karînan di xwe de nabînin, ku emê karibin komele yan jî rêxstinekê bi rê ve bibin; em nikarin serokatiya mala xwe bikin û ewê bi rê ve bibin, vêca çawa serokatiya PENekê. Nexêr, çêroka endametiya me ya ji PENê re ji virde hat û nemaze piştî hevdîtina me bi kek Yûnis Behrem re, ew jî li Amedê û li wir careke din ev çêrok vebû û me jî û careke dîtir ji aliyê xwe ve erê kir. Ev e çêroka endametiya me ji PENê re; ango ti dezgeh li vir nebûn ku em navê xwe jê re hildin.
Lê mixabin - û weke me di pêşî de got - û dema me ji rêvebirên PENa “xwe” pirsî û weke ku me “darikek kiribe qulika sormêşan” û bi hev re çend lêvegerîn ji me re hatin; helbet her yek ji rêvebirekî - çi ji yên kevin û çi jî ji yên nuh - û tevan di nameyên xwe de li yek têlê xist, ku Bêwar Ibrahîm û piştî dîtina serokatiya PENê ji çalakiyên ewê re, ewa kêstir ji evî cihî re û camêran bi evê yekê tenê nekir, lê bi ser de jî bi me dane fêmkirin, ku em ji evê yekê bihinteng bûne.
Bi rastî em bihinteng bûn, lê ne ji ber ku ev an ewa dîtir bûye seroka PENa “pîroz” û rê li pêş me girtiye, ku em jî weke serokekî Kurdan xwe bibînin (Xweda evan serokên me ji me re bihêle). Ew ne tenê têra miletê me dikin, lê em dikarin ewana serokan derînin derve jî û bihêlin miletên din sûdê ji ewana werbigrin. Na, bihintengiya me qet ne ji xuşka Bêwar e û em hevdu xaşik nanasin jî. Lê bihintengiya me ji nerastiyê ye, ne rastiya ku bi me û xwendevanan dide fêmkirin û dibêje, ku li başûrî-rojavayî Kurdistanê bîroya PENê heye.
Em nizanin çima em Rojhilatî, û di nav de Kurd jî, hertim dixwazin “zikên xwe bi paçan mezin bikin”. Dema yek dibihîse serokê/a komele yan partî, yan jî filan rêxistinê, wilo têdigihe ku bi rastî ew dezgeheke xwedî karûbar e, lê gava tê û rastiya wê dinase “bi rûya ve diçe erdê”, ne hîna bi carekê bingeha ewê dezgehê tine bê.
Ev e rastiya PENê li evî perçeyî. Em yek ji nivîskarên evê derê ne û weke endamkî PENê me hîna ti rêxistin û çalkiyên bi navê ewê nedîtine û ne jî em li ti civatên ewê beşdar bûne; vêca ev bîro(liq) çawa û kengî hatiye damezirandin, em tênegihiştin.
Li dawiya evê daxuyaniya xwe jî, em dixwazin yek gotinê bikin: Me yê pîroziya xuşka Bêwar Ibrahîm - û eger kî dîtir li şûna ewê ba - bi ewî cihî bikira, eger ku bi rastî tiştekî wilo bihata kirin û rêxistinek bi evî navî heba. Lê hema em bên û xwe bi xewnerojan bixapînin, an jî bi bê û paçan zikên xwe biwermînin û piştî neh meh û mang qediyan, tenê bêbiçinin, em ji xwe re qebûl nakin.
Lewre yan divê bi rastî bîroya PENê li evî perçî bête damezirandin û civîneke yan kongira ewê bihête lidarxistin û deste û birêvebirên ewê bêne hilbijartin, û kî ewan cihan digire, emê jê re pîroz bikin û tiştê ji me bête bi ewana re alîkar bin, an jî ji îro û pê ve em endametiya xwe ya di PENeke wilo de didin rawestandin û hêvîdar in, ku ev yeka me weke gefûgura neyê fêmkirin û heya ew gefûgur be jî, em nikarin ti ziyanê bigihînin ti kesî; vêca ew gotineke bê ango ye.
pirustem@scs-net.org
|
|
|
|
|
|