www.amude.com
   www.amude.com - rojnamevaniya bi kurdî   Deutsch


navête@amude.com

nav  
şifre  
» fermo emailekê çêke

Malpera Amûdê

» bike rûpela destpêkê
» bixîne favorîtên xwe

lêgerîn


kulîlka hefteyê


 
14.09.2005 - 02:01 [ 1296 caran hatiye xwendin ] [ çap bike ]
----------------------------------------------------------------------------------

Ez neçûm festîvala PKKê!

Silêmanê Alîxan


Silêmanê Alîxan
Li roja 3.9.2005 li bajarê Köln ên elmanî, 13mîn festîvala çandî ya PKKê li dar ket û bi hizaran alîgerên wê partiyê ji welatên cuda cuda yên Ewropayê beşdarî tê de kirin.

Hevalekî min ê hêja ez dawetî vê festîvalê kirim û tîkita wê jî bi diyarî ji min re şand. Lê piştî ku min tîkita festîvalê û reklama ku jê re dihat kirin, dît, min biryar da ez neçim, ji ber sê egerên bingehîn:

Egerê yekem

Ji ber dirûşma festîvalê, ku eger ez şaş nebim dibêje: "Azadî ji Ocelan re, aştî ji Kurdistanê re".
Bi baweriya min, diviya ev dirûşim berevajî ba, wate "azadî ji Kurdistanê re û aştî ji Ocelan re", ji ber ku ev bi sedan salan e Kurdistan di zindanê de ye, ne Ocelan, Tirk jî mamur û zêrevanên vê zindanê ne.

Helbet çi caran mamur mecbur nabe digel zindanî aştiyê bike, çunkî desthilata zindanî tune ye. Îca zindanî aşt bibe yan aşt nebe, ew tişt li cem mamurê zindanê xem nîne. Loma divê yekem car Kurdistan ji vê zindanê azad bibe, paşî emê behsa aşitiya digel Tirkan bikin. Lê yê ku pêwîstiya wî bi aştiyê hey, tenê Ocelan e, çunkî wî bi helwestên xwe Kurdistan û xelkê Kurdistanê ji xwe aciz û dûr kirine.

Egerê duyem

Ji ber ku ez zimanê fermî yê PKKê "tirkî" nizanim û beriya niha min beşdarî çend helkeftên wan kiriye û bi serê min hatiye. Ez herdem di helkeftên wan de mîna "mirovekî kerr li govendê" dimînim, tu tiştekî fêm nakim.

Li bîra min e carekê em çend heval bi Apoçiyan re çûn ahenga Newrozê. Li wir peyveke Apo hat pêşkêşkirin. Helbet yekem car bi tirkî bû, piştre bû kurdî. Bi rastî me tiştek jê fêm nekir, çunkî yek hevoka durist ji devê Apo derneket, tenê me zanî ku dibêje: "Newroz, buhar, azadî.". Di wê demê de, jineke pîr li pêşiya me bû, dikir hawar û digiriya û digot “bijî serok Apo” û dixwest xwe ji bo "serok" bikuje!!

Hevalekî min ji min re got: "Ma qey Apo çi got, ev jine weha dike?"
Min ji wî re got: "Diyar e tu kurdî nizanî?"
Wî bersîva min da û got: "Apo dibêje "newroz, buhar, azadî", ev jî hevokeke bê wate ye û bi hev ve ne girêdayî ye.”
Min jê re got: “Nexêr, ev ne hevok e, ev sê peyv in. Apo jî serok e û dema wî nîne ew xwe bi dirûstkirina hevokan û hînbûna zimanê kurdî ve mijûl bike.” Herwesa min jê re got: “Divê tu supasiya Xwedê bikî, ku te bi gencitiya xwe dît ku Apo bi kurdî diaxive, ne wek vê pîrejina ku li benda axaftineke kurdî ji devê Apoyî serê wê hemû sipî bûye!”

Egerê siyê

Ji ber ku min du sê caran di Roj Tv de jin dîtin digotin, ku "yê bi şeref be, yê bi namûs be, yê xîreta wî hebe", ewê here vê festîvalê.

Bi rastî li herêma me bikaranîna peyvên "bê şeref, bê namûs û bê xîret" gelekî kêm û şerm e jî û eger kesek van xeberdanan bêje jî, bi tirkî dibêje: "Şerefsiz, manûssiz". Ev jî xwuya dike ku ev xeberdane ji Tirkan hatine. Lê ez têbînî dikim ku Apoçî wan li gelek helkeftan bi kar tînin. Bi rastî ev jî manayên xwe yên ne ciwan û nehejî Kurdan hene.

Li vir ezê çend nimûneyekan bêjim: “Mirovên Rojhilata Navîn ji ber nebûna azadî û demokratiyê li welatên wan, herdem behsa azadiyê û demokratiyê dikin; herwesa mirovên norwîjî jî ji ber nebûna hetavê li welatê wan, gelekî behsa hetavê dikin".

Îca eger birayên me yên bakurî û endamên PKK jî di her helkeftekê de behsa şeref û namûsê bikin, wê ev gotinên wan bi şêweyekî xirab werin şîrovekirin.

Dîsan min divê ez ji Apoçiyan re bêjim, ku we maf nîn e hûn raya xwe li ser xelkê bisepînin û her kesê ku nehat festîvala we, hûn jê re bêjin “tu bêşeref, bê namûs û bê xîret î”, çunkî bêtirî çil milyon Kurd nikarin werin Kölnê û ji da ku ji we fêm bikin, xwe fêrî zimanê tirkî bikin an guhdariya şiretên Apo bikin, ku wî bi xwe çi sûd jê nedîtine, yan jî li kultura partiyekê temaşe bikin, ku navê Kurdan xistiye lîsteya terorê!

silemani_alixani@yahoo.com
 
www.amude.com -  © 2000-2004 amude.com [ info@amude.com ]
destpêk | start: 26.09.2000