www.amude.com
   www.amude.com - rojnamevaniya bi kurdî   Deutsch


navête@amude.com

nav  
şifre  
» fermo emailekê çêke

Malpera Amûdê

» bike rûpela destpêkê
» bixîne favorîtên xwe

lêgerîn


kulîlka hefteyê


 
31.08.2005 - 09:22 [ 1366 caran hatiye xwendin ] [ çap bike ]
----------------------------------------------------------------------------------

Gera Kurdistanê (2): Li Duhokê

Silêman Demir


Silêman Demir
Nivîskar Silêman Demir havîna xwe ya îsal li Kurdistanê derbas kir. Ew ji Swêdê çû Kurdistana Tirkî, Kurdistana Surî û Kurdistana Iraqê. Piştî vegera wî, wî li ser gera xwe çend nivîs amade kirine. Malpera Amûdê wan di rêzexelekan de diweşîne.
Ez berî deh-dozdeh salan jî çûbûm Kurdistanê. Min wî çaxî Zaxo jî dîtibû. Min wê sibehê li dora xwe nerî û rewşa wê demê û ya niha da ber hev. Wî çaxî wek gundekî mezin bû. Lê êdî ferq nayê hesibandin. Zaxo bajarekî ava bû, bi qesir, hotêl û al bû, tîcareteke geş lê hebû û hêvî bilind xuya bû.

Min sibeha pêşî ya li Kurdistana azad rewşa Zaxo wilo dît.
Me di germa hîna berî nîro de berê xwe bi taksiyekê da Duhokê. Gava em di nav Zaxo re dizîvirîn û derdiketin, min ji pîreka li tenişta xwe re got: ”Maşalle, Kurdistan ava bûye.” Wê got: ”Erê welleh. Xuya ye tu kurdê tirkan î. Heger hûn jî bikêr bihatina, we jî dê welatê xwe xweş bikira”.

Gotineke min a zêde ya di wê derheqê de li hemberî wê tune bû. Ne ku ne xebera wê bû. Tiştê ku wê ji me zanîbû û jiyabû, ”em” ên tirkan bûn. Lê min heman wextê tê derxist ku pîrekeke rexnegir e. Gava em hîna nû siwar bûbûn, ew ji bo camên tirimpêlê ku venedibûn, ketibû qirika şofêrê me.

Min li dora xwe dinerî, min dît ku çiya şîn in. Min kêfxweşiya xwe eşkere kir, wê got: “Erê, lê berî çendakî, kamyoneke we tirkan a tije benzîn ha li pêşiya me şewitî û nav van çiyan kir dojeh”. Rast bû, piştî bîstikekê em gihan wir, min dît ku devê guherekê û çiyayek tev şewitî bû. Em hinekî li ser wê bûyerê peyivîn û derbas bûn. Em di bi sedan kamyon û tankêran re derbas dibûn û wilqasê jî pêrgî me dihatin. %99 ên tirkan bûn.

Lawikekî dor 7-8 salî di dawa wê jinika li kêleka min de bû. Min li navê wî pirsî, wî li yê min pirsî. Min jê pirsî bê ma gava ew mezin bibe wê bibe çi, wî got: ”Ez ê bibim şirta”. Kenekî dest pê kir. Lê min got: “Bijî, şirta jî hewce ne, şirtayên kurdan baş in, gelekî baş e ku tu dê bibî şirta û Kurdistanê xweştir bikî.” Lê şofêrê me got: ”Na welleh, şirta ne baş in”.

Jinik li dijî wî derket, got: ”Na, baş in. Tu him dixwazî muxalefê bikî û him jî bila te nebînin”. Wî got: ”Na, ne baş in, şirta hemû wek hev in, bertîlxur û bêedeb in”. Min pirsî bê ma bertîlxurî di nav şirtayên kurdan de jî heye, wî got: ”Şirta hemû wek hev in, bertîlxur in.” Lê jinikê got: ”Na, wellehî ne xebera te ye, tu bêbextiyan dikî.” Şofêr di ber wê re neajot.

Em gihabûn deştê, erdên şûv bûn. Jinikê li wê devera germ û rût deverek şanî min kir. Wek gundekî bû, çend kon jî li wir hebûn. Got: ”Ha ev jî ji Surî ne”. Min pirsî bê ma kî ne, we got: ”Kurd in, reviyane, hikumetê ew li vir bi cî kirine”. Rewşa wan a aborî li wir çawa bû, ez nizanim, lê ne devereke xweş xuyabû. Heyf e ku ez negiham suretekî bigirim.

Min li gundên derdorê nerî, êdî nema wek berê bê dar û jiyan bûn. Wek ku kurd ketibûn pêşbirka çandiniya daran. Hewşên xelkê tije dar bûn. Ez bi xwe gava çavên min wilo dibîne, ez dilgeş dibim û nirxekî çandeyarî didim jiyana mirovan. Û her wilo tê maneya ku mirov bi pêşeroja xwe bawer in û bêtirs in.

Em gihan Duhokê. Me av ji xwe re kirî û min li internet kafeyekê pirsî. Gotin: “Ha ew derî cîhekî wilo ye.” Min xwest ez li e-maila xwe binerim û hinekî bixwînim. Min ji wir telefon da dostekî xwe, bi me ve hat. Em çûn navenda kovara Nûbûn. Ew û Navenda Şehîdên Enfalê di qatekê de bûn. Nûbûn kovareke mehane ya ku bi latînî derdikeve ye. Dostê min kek Xelîl Dihokî sernivîsarê wê ye. Hikumet wê fînanse dike. Em li wir di derheqa pêşeroja kurmancî û latînî de peyivîn, me av û çayê vexwar.

Piştî ku em çûn me firavîn xwar, em îcarê çûn otêla xwe. Me li hev kir ku em ê êvarê hevdû bibînin û li bexçeyê Yekîtiya Nivîskaran rûnin.

Me pêwendî bi xortekî re ku em li welêt bi malbatî dostên hev bûn, danîbûn. Min bes tenê ew biçûkanî dîtibû. Lê êdî temenê wî dor sîhî-sîhûpêncan bû. Bûbû Apoçî, li vir û dera han bi wan re mabû, çûbû serê çiyan. Lê êdî ji wan veqetiyabû û li Duhokê bi cî bûbû. Min soz dabû malbata wî ku ez ê lê bipirsim.

Hat, me li hal û rewşa hev pirsî. Min zanîbû ku gelek tiştan zane. Min gelek pirs jê kirin, wî jî hemû bersivandin. Gelek tiştên înteresant û nebihîstî gotin. Ez ê rojeke din û bi nivîseke din wan eşkere bikim. Lê ez niha karim binivîsim ku ji min re got ku dor 2000 ên ku ji ba Apoçiyan reviyane, li vir hene û ku rewşa gelekan ji hêla psîkolojîk ve xerab e.
Vaye çendek xwe dikujin, yekî jî mezûvanên xwe yên ku ew li mala xwe hiltanîn û datanîn, kuştin.


seyrangeha li Duhok


Bi dû re pêşniyar kir ku me hinekî bigerîne. Em li tirimbêlê siwar bûn û me berê xwe da ba seddê. Wir seyrangeh û xweş bû. Min berê jî wir dîtibû, devereke beradayî bû, lê êdî tiştek ji berê nemabû, niha rê hatibûn çêkirin, dora rê hatibû xweşkirin û park û ciyên lîstikan ji bo zarokan hatibûn avakirin. Serê du gavan nobedar hebûn. Min ji mazûnvanê me pirsî bê ma çima evqase nobedar hene, got ji bo ku terorîst vê avê nepak nekin.

Apê min ê hecî kêfa xwe gelekî ji wan xweşî biserketinên Kurdan re anî. Ji xwe wî ava ku ji bo xweşikbûnê bi çiya û tahtan ve dadiket û tîmsalên xezalên di nav de, di televizyonê de dîtibûn, gelekî kêfxweş dibû. Heger baskên wî hebûna, wê bi dîtina wan xweşiyan bifiriya. Digot: “Ez ê herim malê û Kurdistanê gelekî bipesinînim.”

Gava ku dawî li hevdîtina me dihat, dawiya peyva xortê me jî dihat. Herî dawî got: “Rêxistina Apoçiyan nepixandineke vala ye, lê televîzyon wan li ser nigan dihêle û dike ku xelk bidin dû wan.” Wî çaxî, yên xwedêgiravî nivîskar, rewşenbîr û zana ku ji wan re programan çêdikin û beşdarî şevên wan dibin, wek sûcdarên wî karî hatin bîra min.

Êvarê, gava ez ê biçûma civanê li bexçeyê nivîskaran, min û apê xwe yê hecî li hev kir ku belkî ez bi dostên xwe re kasak dudu bîra jî vexwim, wî got: ”Baş e, xem nake, ez nayêm, ez ê ji xwe re bigerim, bêhna êvara Kurdistanê bikişînim nava xwe û bêm otêlê”.

Me wilo li hev kir.


Berdewam dike

silemand@yahoo.se

-------------
Gera Kurdistanê (1)
 
www.amude.com -  © 2000-2004 amude.com [ info@amude.com ]
destpêk | start: 26.09.2000