www.amude.com
   www.amude.com - rojnamevaniya bi kurdî   Deutsch


navête@amude.com

nav  
şifre  
» fermo emailekê çêke

Malpera Amûdê

» bike rûpela destpêkê
» bixîne favorîtên xwe

lêgerîn


kulîlka hefteyê


 
21.08.2005 - 11:13 [ 1476 caran hatiye xwendin ] [ çap bike ]
----------------------------------------------------------------------------------

Gera Kurdistanê (1)

Silêman Demir


Silêman Demir
Nivîskar Silêman Demir havîna xwe ya îsal li Kurdistanê derbas kir. Ew ji Swêdê çû Kurdistana Tirkî, Kurdistana Surî û Kurdistana Iraqê. Piştî vegera wî, wî li ser gera xwe çend nivîs amade kirine. Malpera Amûdê wan di rêzexelekan de diweşîne.
Ez û apê xwe Hecî Felemez, ku kurdperwerekî hêja ye, me li hev kir ku em rêwîtiyeke Kurdistanê bi hev re bikin. Me xwest em herin û hêz û serbilindiya kurdan bibînin. Em li ser vê yekê seet sisê û nîvê rojê li taksiyekê siwar bûn û me berê xwe ji Nisêbînê da Kurdistanê.

Gava em gihan nêzîkî Cizîra Botan û di nav gir û çiyan re serjêr bûn, çiyayên şewitî li ber çavên min ketin. Min pirsî bê ma çima wilo ne, şofêrê me yê ku hema bibêjin her rojê di wir re derbas dibû, got: ”Ew der sînorê Surî ye, ji bo ku derbasbûn di wir re ne gengaz be û çiya sitarê nedin mirovan, eskerê tirk her salê wilo dikin.”

Mala minê, ew çiya wilo şewitî çi kereh bûn. Ez bi dilekî bi kul di wan re derbas bûm. Gava Cizîr xuya bû, wirşê û dilgeşiya dema mîran hat ber çavên min, min xweşî û serbilindiya wî çaxî fantazî kir. Min ew çiyayên şewitî dan ber spehîbûna şînkahiya ku bi gumana mezin wan deman hebû. Ez ji xewn û xeyalan vegeriyam û min li Birca Belek û tirba Mem û Zînê pirsî. Gotin: ”Em karin herin ser tirba Mem û Zînê, ji xwe li ser rê ye.”

Em çûn û li ber camiyekê sekinîn. Gava em ketin hewşê, xirbê qesreke kevn li destê rastê xuya bû. Em çûn ber deriyekî ku dadiket jêrê bin xirbe. Li ser derî hatibû nivîsîn ku ew der cihê gora Mem û Zînê ye. Ez pêşî daketim, cihekî dor du metro di çaran de hebû, du tirbên biçûk di ber hev re li navê li hêla destê rastê hebûn. Ew der raxistî bû, elektrîk tê de hebû, du sofiyên ciwan lê rûniştî bûn, dua dikirin û xwe bi zexelî dihejandin.

Min ji wan pirsî bê ma tirbên kê ne, bi tirkiyeke wek a Bavê Teyar gotin: ”Qurban, dibêjin ku ên Mem û Zînê ne.” Min dîsa bi kurdî ji wan pirsî, bê ma ez karim derbasî navê bibim. Wan dîsa bi tirkî got : ”Were, qurban, were.” Ez çûm û li dora tirban çûm û hatim. Min pirsî, bê ma ez karim sûretan bigirim, wan her bi tirkiya xwe got: ”Bikişîne, qurban, bikişîne.” Min sûretên xwe girtin û ez derketim.

Heta wilo min dît ku apê min ê hêja çûye limêj dike. Ez li der û dorê geriyam, min dît ku goristan li pişt dîwarê destê çepê heye. Ez çûm nav, ez hinekî li nav wan geriyam, min xwest ez hin şopên dîrokî bibînim, lê min tiştek peyde nekir. Ez vegeriyam û li ber derî li bendî apê xwe mam.

Çend xort ketin hewşa mizgeftê. Min pirsa wan xirban, a Birca Belek ji wan kir. Gotin ku ev xirbe di dema xwe de qesreke mîran bû. Lê Birca Belek niha mentîqa eskerî ye, me nikarî herin wir. Me hinekî li hev pirsî, merivên hevalên min ên kevn derketin. Qedir dan min û gotin: „Tiştên din ên xweş hene, em karin te bibin wir.“
Wek, gor û merqeda Nebî Nûh, gora Melayê Cizîrî û Medresa Sor. Gava wilo gotin, ez bi agahdariyên ji bo Birca Belek êşiyam, lê bi bihîstina tistên din kêfxweş bûm.

Gava apê min hat, min rewş jê re eşkere kir. Camêr yeka min nekir dudu. Me xwe da kêleka hev û em meşiyan. Tirba Nebî Nûh, bi dû re merqeda wî. Di hundurê avaniyeke spehî de, wek tirbekê bû, lê dihat gotin ku heft metroyan dirêj bû. Çend pîrek li ber wê ”tirbê” bûn û dua dikirin.

Piştî ku me wir tewaf kir, em çûn ser gora Melayê Cizîrî. Di bin qesreke kevn a hîna ava de bû, dora gorê bi xalîçeyan hatibû raxistin. Ronahiya elektrîkê hebû. Hewşa qesrê bi dar û gul bû. Ew rûmeta ku Seyda dîtibû, kêfa min anî.

Em ji wir derketin û li diwêr fitilîn, îcarê Medresa Sor bû. Piraniya wê yê qismê di hewşê de hilweşiya bû. Hinek jê mizgeft bû. Lê devereke din a bedew hîna hebû, paqij bû, raxistî û parastî bû. Hin feqe li wir hebûn, yek ji wan zana û karmendê wir bû. Gava min kitêbxanê û kitêb dîtin, min li berhemên Seyda pirsî. Got yek heye. Dîwana wî anî, lê ne çapeke kevn bû û bi tîpên erebî bû.

Piştî wê, me rêberên xwe birin cihê ku wê biçûnayê û me berê xwe da hêla Silopî. Gava em gihan ser pira li ser Dîcle, li destê li ber qeraxa çem, komeke xirbe ku hin tiştên ava jî di nav wan de xuya dikirin, şanî min dan. Gotin: ”Ha ew der tiştê ku berê Birca Belek bû”. Ala Tirkiyê li dera herî bilind li ba dibû. Birca Belek cihekî leşkerî bû. Çi henekpêkirina ji qazî ve bû, çi heqareta bi dijminatî bû. Ew al li ser qesra mîrên ku heft bavan hukum li piraniya Kurdistanê dikirin, dihejiya. Min li bayê ajotina tirimbêlê sûretek girt.

Li navbêra Cizîr û Silopiyê, êdî rêzên tankêrên petrolê dest pê kirin. Bi hezaran tankêr. Petrola ji hev veqetandî, a paqijkirî, dibirin Kurdistan û Iraqê. A xam bi xetên bin erdê tê heta Skendarûnê, li wir ji hev vediqetînin û bi tankêran dîsa vedigerînin wir. Min bi dû re ew tankêr heta Silêmaniyê dîtin. Ew tankêr wilo yek bi dû ya din de sekinînî bûn. Incex nîv metro di nav wan de hebû. Dihat gotin ku hin ji wan carnan du hefteyan li wir di dorê de dimînin. Şofêr li wir radizin û hemû hewcedariyên xwe pêk tînin. Bi ocax û nan û çayê ne. Lê ên ku fêr bûne û gelek tiştên din ji gund û bajaran tînin û difiroşin wan, hene. Ên ku kebab jî çêdikrin, hebûn. Gava min li wan tankêran dinerî, hema wilo zû ket hişê min ku ew tankêrên tije benzîn û mazot ji bo herêmê tahlûkeyeke mezin in.

Gava em ketin devera gumrika hêla tirkî, gemar û kaos tiştê ku herî bêtir xuya dikir, bûn. Bi sedan kes li ber deriyê polîsên passaportê bûn. Wek ku di libendemaneke bêdawî de bûn. Li wan rastan bi hezaran, belkî bi sedhezaran şûşên lastîk ên avê hebûn. Hema hatibûn vexwarin û avêtin. Îcarê kaxez û kîsikên reş ên naylon bê hesab bûn. Lê ez dixwazim bi serbilindî bibêjim ku piştî em ji wir derketin û çûn hêla Kurdistanê, êdî paqijî, nîzam û karê xurt dest pê kir. Tenekên ji bo gemarê, ya jî bi gotina kurdên başûr, ji bo glêşê jî hebûn.

Em zû ji wir derketin. Derbasbûna me dor nîvseetê girt. Em li hêla tirkan sê seetan mabûn. Em ji gumrikê û pê ve, di destpêka Zaxo de, li bendî konvoyeke emerîkî hatin sekinandin. Ew di rêya ku emê biçûna ser re, derbas dibûn. Gava wilo be, trafîk disekine. Gava em berdan, em ketin dû wan, dor sed metro di nav me de hebû. Tirimbêla dawî şewqeke xurt diavêt ser me û hemû tiştên dû konvoyê. Şofêrê me got: “Heger em gelekî nêzîkî wan bibin, wê li me bireşînin.”

Em seet dehan gihan hotelekê, hotêla Firat a çar stêrik. Gelekî xweş bû. Berhema azadiya kurdan û geşbûna tîcareta ku li Zaxoyê dibû, bû. Me cih ji xwe re girt, me xwe ji tozê û xwêdanê şuşt û em derketin, da em xwarinê bixwin. Gava em çûn kûça restorantan, seet di yazdehan re buhurtibû, lê sûk tije bû, jiyan li dar bû. Restorant bi nav, reng û dekorasyona xwe, bi piranî ên kurdên tirkî bûn. Ên ku ne wilo jî bûn, xwe şibandibûn ên hêla Tirkiyê. Li Kurdistanê, xurtî û bandora tirkî li her deran derdikeve ber çavên mirovî. Welhasil, piştî ku me êşa zikê xwe ya ji ber birçîbûnê şikand, em vegeriyan otêla xwe û wê êvarê li wir razan.

Berdewam dike

silemand@yahoo.se

* * * * *

Çend dîmenên Kurdistanê ku di vê nivîsarê de behsa wan bûye:


Çiyayên şewitî di destpêka Cizîrê de



Çiyayên şewitî di destpêka Cizîrê de



Birca Belek



Deriyê Medresa Sor, Cizîrê



Gora Melayê Cizîrî



Gora Mem û Zînê



Li ber deriyê gora Mem û Zînê



Li ber deriyê gora Mem û Zînê



Merqeda Nebî Nuh



Merqeda Nebî Nuh



Hotêla Furat li Zaxoyê



Hotêla Furat li Zaxoyê
 
www.amude.com -  © 2000-2004 amude.com [ info@amude.com ]
destpêk | start: 26.09.2000