|
|
|
08.08.2005 - 22:44
|
[ 1303 caran hatiye xwendin ]
[ çap bike ]
|
----------------------------------------------------------------------------------
Serok Barzanî û biryara 483
Semîr Sifuk - Elmanya
 Semîr Sifuk | Ji çêj û xeysetên beloq û naskirî – li seranserî cîhanê - yên rêjîmên totalîtêr û dîktator tilîpêvekirin û nîşandana xwe jê werdigirin, kesperestî ye.
Kesperestî rengvedana aliyên tarî yên desthilatê ye, derbirîna dijwar a ez-a bilind a nexweş e û herweha nîşana eşkere û ronî ya têkçûn û kuştina ramana azad e, yan jî ya dîtir e, bi peyvek din: tunekirin û vemirandina çirawîskên demokratiyê ye, bindestkirina zagonê ye û xirabkirina peywendiyên serrast û saxlem di navbera serok û gel de ye.
Li Rojhilat, faktorên aborî, civakî, siyasî... ûhwd. roleke serke di vejîn û sazkirina kultura kesperestiyê de leyistin û dileysin.
Rojhilatî wek hişmendî û herwiha wek ciyografî zêrzemînek e (bû) bo kesperestiyê. Di vî warî de, birêkeftina dewlemend û pir a ol û Pêxemberan mînaka herî zelal e.
Li Kurdistanê, lihevkirina PDK û YNK, civîna Parlemanta Kurdistanê û nemaze hilbijartina serok Mesud Barzanî bo serokatiya Kurdistanê şahiyek kir dilê her Kurdperwerekî. Lewra hîmên dewletbûna Kurdistanê (xak, gel û desthilata siyasî) pêk hatin.
Lê li kêleka şahiyê, metirsiyek li ser bingeha guftûgo û nakokiyên di navbera herdu partiyan de derbarey mafên serokî xwe bi cî kirin.
Çendîn, wek qonax, ezmûneya hilbijartin û mafên serokatiya Kurdistanê pêwîst û durist be jî, lê wek paşeroj gelek pirsên biguman û tirsnak di xwe de vedişartin. Lê serok Barzanî ji hêla xwe ve rê li beramber wan pirsan girt û hemî guman û metirsî bi du pêngavên biyanî û di ferheng û dîroka siyasî ya Rojhilatê de (heger em nebêjin di ya cîhanî de) nenaskirî, pûç kirin:
- Bi derçûna biryara 483an, ku wek birûskekê ji hêzên navxweyî yên ewlekariyê û liq û rêxistinên PDKê re şiyand. Di birûskê de, serok doz dike ku wêne û peykerên wî li ser tixûbên bajaran û bi dîwarên avahiyên giştî ve neyên helewîstin û sazkirin.
- Bi nepejirandina serokî ya çûna Bexdê bêyî ku destûrê ji Parlamenta Kurdistanê wergire û herwiha sozdana wî di parlamentê de ku biryardana dawî li ser danûstandinên ku dê li Bexdê pêk werin, wê dîsa di Parlamenta Kurdistanê de be.
Bê guman, ev herdu pêngav cihên şanazî û kêfxweşiyê ne û ji wan mirov dikare du sûdên zêrîn wergire:
1. Pêwîst e mirov ne kesperest, lê mirovperest be.
2. Pêwîst e parlament ne wênepêş, lê desthilata rasteqîne be.
|
|
|
|
|
|