www.amude.com
   www.amude.com - rojnamevaniya bi kurdî   Deutsch


navête@amude.com

nav  
şifre  
» fermo emailekê çêke

Malpera Amûdê

» bike rûpela destpêkê
» bixîne favorîtên xwe

lêgerîn


kulîlka hefteyê


 
05.08.2005 - 09:39 [ 1310 caran hatiye xwendin ] [ çap bike ]
----------------------------------------------------------------------------------

Piştgirîya rojhilatî Kurdistanê bikin!

Salih Cefer


Salih Cefer
Piştî şehîdketina ciwanekî kurd li ser destê rêjîma melleyan li Îranê, gelê kurd dest bi xebatê kirîye û daketîye kolanan û doza çareserkirina kêşeya xwe dike û ne razîbûna xwe li hember zilm û zora rêjîma melleyan dide xwuyakirin.

Piştî şoreşa sala 1979ê, ev cara yekem e ku rojhilatî Kurdistanê bi vî rengî li hember rêjîmê radibe.
Tiştê bala min kişand ew e, ku gelek partîyên kurdî tev rewşenbîr û xelkên kurd li hersê perçeyên Kurdistanê yên din piştgirîya kurdên Rojhilat nekirinw û hîn jî nakin.
Sedemên vê yekê nayên fêmkirin, lê hîn dem di ser re drebas nebûye û hemû kanin vê kemasîya çêbûyî berçav bigirin û bi rola xwe rabin.

Eger gelê me li Rojhilat bi tenê li hember rêjîma melleyan bisekine, wê gelkî bê êşandin.

Doza kurdî di hersê perçeyan de hatîye livandin û gelekan digot tenê Rojhilat bê liv maye. Vaye ew jî livîyan, îca piştgirî ji wan re divê.

Ya gelekî girîn û pêwîst ku alavên ragihandinê yên kurdî (telvizyon, rojname, radyo, malper) dengê kurdên Rojhilat bigihînin cîhanê kurdên perçeyên din, ji ber ku gelek kes haya wan ji wê rabûnê tune ye.

Silav li şehîdên gelê kurd li rojhilatê Kurdisanê.
Piştgirî bo wan.
 
www.amude.com -  © 2000-2004 amude.com [ info@amude.com ]
destpêk | start: 26.09.2000